Skip to content
Opens in a new window

[1] Gava tu ga yan peza birayê xweyî îsraêlî ku unda bûne bibînî, tu gere pişta xwe nedî wan, lê tu e'se wan li birayê xwe veger'înî.

[2] Lê heger birê te dûrî te dimîne, yan tu wî nas nakî, wan bibe mala xwe û bira ew li cem te bin, h'eta ku birê te pirsa wan neke, hingê tu li wî veger'îne.

[3] Usa jî hindava k'era wî, k'inca wî, her tiştîda ku birê te unda dike û tu dibînî bike, nebe ku tu usa bidî k'ifşê ku te ew nedîtine.

[4] Tu gere pişta xwe nedî k'er yan gayê birayê xwe, gava ku tu bibînî ew li ser r'ê k'etine, lê alî wî bike wan r'ake ser p'îya.

[5] Bira k'incê mêra li k'ulfetê t'unebe û mêr jî k'incê k'ulfet xwe neke, her kesê ku vê yekê dike e li ber Xudan Xwedêyê te k'irêt e.

[6] Gava r'êda hêlûna teyredekî li ser darekê, yan li ser e'rdê t'evî cûcûka, yan hêka û mak li ser cûcûka, yan hêka r'astî te bê, makê t'evî cûcûka hilnedî.

[7] Tu gere makê ber'dî lê cûcûka dikarî hildî xwer'a, wekî ter'a qenc be û r'ojêd te dirêj bin.

[8] Gava tu mala nû çêkî, ser banî dora wê sûreke nimiz çêke, wekî tu xûnê neynî li ser mala xwe, gava yek ji ser ban bik'eve.

[9] Baxê xweyî tirîyada t'oximêd mayîn ner'eşînî, yan na ew berê t'oximê te çandî û tirî wê pîroz bin û îzina te wê t'unebe wan bidî xebatê.

[10] Pê ga û k'erê bi hevr'a cotk'arîyê nekî.

[11] K'inca bi cûr'e-cûr'e t'êlê r'îs û k'itanî bi hevr'a hûnandî xwe nekî.

[12] Li ser her çar kevîyêd p'otê xwe bi k'îjanî tu xwe dinixêmî r'îşîya çêkî.

[13] Heger yek jinekê bistîne, serê xwe pêr'a dayne û paşê ew li ber ç'e'vê wî r'eş be,

[14] şer' bavêjê, navê xirab li pey wê xe û bêje: ‹Min ev jin xwer'a xwest, serê xwe jêr'a danî lê min namûsa wê nedît›.

[15] Hingê bira dê û bavê keç'ikê nîşana namûsa keç'ikê hildin bibine li ber r'ûspîyêd bajêre li ber dergeha

[16] û bavê keç'ikê bêje r'ûspîya: ‹Min qîza xwe da vî merivî lê ewî jenande wê,

[17] va ye ew şer'a dike û dibêje: «Min namûs li cem qîza te nedît», lê va ye nîşana namûsa qîza min›. Û nivîna wê nîşanî r'ûspîyêd bajêr kin.

[18] Hingê bira r'ûspîyêd wî bajarî ewî merivî bigirin û ceza kin.

[19] Sed zîvî ji wî bistînin û bidine bavê keç'ikê, bona wekî wî navê xirab li pey qîza îsraêlî xist. Ew keç'ik jî bira bibe jina wî, ew nikare wê ber'de li nava h'emû r'ojêd xweda.

[20] Lê heger çi ku hatîye gotinê r'ast e, namûsa keç'ikê t'unebûye,

[21] hingê bira keç'ikê bibine li ber derê mala bavê wê û merivêd bajêr wê bidine li ber kevira bikujin. Çimkî ewê r'obetî kir li nava Îsraêlda, qavî kirîye mala bavê xweda. Bi vî awayî tê xirabîyê li nava xweda r'awva derxî.

[22] Heger mêrek t'evî jina mêrkirî serê xwe dayne û ev yek e'yan be, bira her du jî bêne kuştinê: Hin mêrê ku serê xwe pêr'a danî û hin jî ew jin. Bi vî awayî tê xirabîyê li nava Îsraêl r'awva derxî.

[23] Gava qîzek mêrekîr'a bê nîşankirinê û yek bajêrda r'astî wê bê û serê xwe pêr'a dayne,

[24] hingê her duya jî derxine li ber dergehê wî bajarî û wan bidine li ber kevira bikujin. Qîz çimkî bajêrda bûye lê nekirîye hewar-gazî, mêr jî çimkî dergîstîya yekî din r'ûr'eş kirîye. Bi vî awayî tê xirabîyê li nava xweda r'awva derxî.

[25] Lê heger çolê merivek r'astî qîza nîşankirî bê, wê bigire û serê xwe wêr'a dayne, bira t'enê ew merivê ku t'evî wê serê xwe danîye bimire.

[26] Lê dest nede qîzê, gunê hêjayî mirinê li ser qîzê t'uneye. Ev mîna wê yekê ye gava yek bigihîje li ser yekî din û bikuje.

[27] Çimkî ew çolê r'astî wê hatîye, qîza nîşankirî kirîye hewar-gazî lê t'u kes li wir t'unebûye ku wê xilaz ke.

[28] Gava yek r'astî qîzeke ne mêrkirî bê, wê bigire serê xwe wêr'a dayne û ev yek e'yan be,

[29] hingê bira mêrê ku serê xwe wêr'a danîye, pêncî zîvî bide bavê qîzê û bira ew bibe jina wî, çimkî ewî ew r'ûr'eş kir. Ew îdî nikare wê ber'de li nava h'emû r'ojêd xweda.

[30] Bira t'u kes jinbava xwe nestîne, awa gotî cî nivîna bavê xwe bêhurmet neke.

Qanûna Ducarî — Chapters