Skip to content
Opens in a new window

[1] Ewê ku batîyêd wî p'erç'iqandî bin, yan qamîşê wî bir'î be, bira nek'eve nava civîna Xudan.

[2] Zar'a ji qavîyê bûyî nikare bik'eve civîna Xudan, ne jî zur'eta wîye deha dikare bik'eve nava civîna Xudan.

[3] Amonî û mowabî nikare bik'eve nava civîna Xudan, ne jî zur'eta wane deha dikare bik'eve nava civîna Xudan.

[4] Çimkî wan hûn bi nan û avê qebûl nekirin li ser r'îya ku hûn ji Misirê derk'etin û wan Bilamê kur'ê Beûr ji Pit'ora Aram-Naharaîmê miqabilî te k'irê kirin, wekî nifir'a li te bike .

[5] Lê Xudan Xwedêyê te nexwest guh bide Bilam, Xudan Xwedêyê te bona te nifir' guhaste dua, çimkî Xudan Xwedêyê te te h'iz dike.

[6] T'emamîya r'ojêd e'mirê xweda, e'dilayê û çerxa r'ast wanr'a nexwaze.

[7] Ji edomî zivêr nebe, çimkî ew birayê te ye. Ji misirî zivêr nebe, çimkî tu xerîb bûyî welatê wîda.

[8] Zar'êd wane zur'eta sisîya dikarin bik'evine nava civîne Xudan.

[9] Gava tu ordîyêva derk'evî miqabilî dijminêd xwe, h'evza xwe ji her xirabîyê bike.

[10] Heger cem te merivek xewnxapî be, ne paqij be, bira ew ji zomê derk'eve der û nek'eve nava zomê.

[11] Bira berê êvarê ew xwe bi avê bişo û çaxê ku r'o diçe ava hingê ew dikare veger'e zomê.

[12] Gere ji zomê der cîyê te hebe, wekî bikaribî li wir derêyî der.

[13] Xêncî ç'ekêd te gerekê bêrika te jî hebe û gava ji zomê derêyî der, bi wê ç'e'lekê vede û e'deba xwe ç'e'l ke.

[14] Çimkî Xudan Xwedêyê te li nav zoma teda diger'e, wekî te aza ke û dijminêd te bide destê te, bira zoma te pîroz be, ku nebe Xudan nava teda tiştekî şermî bibîne û dûrî te k'eve.

[15] Gava xulamek ji xweyê xwe bir'eve û hewara xwe te bîne, wî nede destê xweyê wî.

[16] Bira ew li cem te, nava teda bijî, li wî cîyê ku ew li nava bajarêd te yekîda bibijêre, k'îderê ew bixwaze. Ze'metê nede wî.

[17] Bira li nava qîz û kur'êd Îsraêlda xwefroş t'une bin.

[18] Bona t'u ad-qirarê, qazinca ya qav, yan yê kûç'iksan, nebî mala Xudan Xwedêyê xwe, çimkî her du jî k'irêtî ne li ber Xudan Xwedêyê te.

[19] Bi selefa ne p'ere, ne nan, ne jî tiştêd mayîn çi ku bi selef tê dayînê nede birayê xweyî îsraêlî.

[20] Bi selef dikarî bidî yê xerîb, lê bi selef nede birayê xwe, wekî Xudan Xwedêyê te te bimbarek ke li nava h'emû kirina destêd te li ser e'rdê ku tu diçî ku xwer'a bikî milk'.

[21] Heger tu Xudan Xwedêyê xwer'a ad-qirar kî, derengî neyêxî ku biqedînî, çimkî Xudan Xwedêyê te wê ji te e'se bixwaze û guneyê li ser te be.

[22] Lê heger te ad-qirar ne kirîye, hingê guneyê li ser te t'unebe.

[23] Çi ku ji devê te derk'etîye bike. Çi ku te Xudan Xwedêyê xwer'a ad-qirar kirîye, çawa dîyarîya r'ezedilîyê ku bi zarê xwe gotîye biqedîne.

[24] Gava bik'evî nava baxê yekî din, tirîya çiqasî ku dilê te dixwaze t'êr dikarî bixwî, lê nekî derdana xwe.

[25] Gava tu nava zevîya yekî dinr'a her'î, tu dikarî simbila bi destê xwe biçînî, lê de'sê zevîya wî nexî.

Qanûna Ducarî — Chapters