Skip to content
Opens in a new window

[1] Ev in gotinêd Lemûêl p'adşa, ew şîretêd ku dîya wî dabûne wî:

[2] Çi bêjime te law ê min? Çi bêjime te kur'ê navdilê min? Çi bêjime te kur'ê ad-qirarêd min?

[3] Qewata xwe nede jina, ne jî bide ewêd ku p'adşa jorda tînin.

[4] Li p'adşa nak'eve Lemûêlo! li p'adşa nak'eve, ku şeravê vexwe û mîr-bega ku dixwazin avcê vexwin.

[5] Nebe ku vexwin qanûnê bîr bikin û heqê bêç'are bit'er'ibînin.

[6] Avcê bidine yê li ber r'uh' û şeravê bidine yê xwey derd-kul.

[7] Bira ew vexwin t'unebûna xwe bîr bikin û me'rimîya xwe îdî nekin bîra xwe.

[8] Devê xwe veke bona yê bê zar-ziman û bona piştgirtina yê bêk'omek.

[9] Devê xwe veke û bi r'astîyê h'akimtîyê bike û ser îşê feqîr û belengazda binihêr'e.

[10] Kî dikare k'ulfeta e'sil bibîne? Qîmetê wê ji lal-dur' jortir e.

[11] Dilê malxê wê wêda guman e û ew t'u kêmasîyê nabîne.

[12] T'emamîya e'mirê xweda ewê qencîyê wîr'a bike, ne ku xirabîyê.

[13] Hirî û k'itanê p'eyda dike, bi dil û can bi destê xwe xebat dike.

[14] Ew mîna gemîya t'ucaretê, ku nanê wê ji cîyê dûr tê.

[15] Ew hê şevda zû r'adibe, neferêd xwe nan-av dike û şixul dide li ber carîya.

[16] Dîna xwe dide e'rdekî û dik'ir'e, bi k'eda destê xwe tirîya datîne.

[17] Ew pişta xwe dişidîne, zendada qewat dibe.

[18] Ew k'ifş dike k'ir'în-firotan jêr'a qenc e û şevê jî ç'ira wê vênasê.

[19] Dest davêje ew t'eşîya xwe, bi k'efa dêst dizivir'îne.

[20] Dest davêje ew k'esîba û dest dirêjî belengaz dike.

[21] Bona nefera ew ji berfê natirse, çimkî nefere du dest k'ince xwekirî ne.

[22] Ew r'ûbera xwer'a çê dike, k'incêd wê ji k'itanê xas û şîrk e.

[23] Malxê wê nav û deng e nav dergehada, gava nava r'ûspîyêd welatda r'ûdinî.

[24] Ew k'incêd k'itanî çê dike difiroşe û pişteka dide bazirgana.

[25] Qewat û xweyîr'ûmet in k'incêd wê û axirîya wê, wê xêr-xweşî be.

[26] Ew devê xwe bi serwaxtîyê vedike, li ser zimanê wê hînkirina amin heye.

[27] Ew miqatîyê mala xwe dike û nanê xwer'anedîtîyê ew naxwe.

[28] Zar'êd wê r'adibin xwezîya xwe wê tînin û malxê wê jî pesinê wê dide:

[29] «Gelek qîzêd e'sil hebûne, lê tu bûyî li ser wanr'a».

[30] Derew e delaltî û p'ûç' e bedewetî, k'ulfeta ji Xudan ditirse ewe xwezîtî.

[31] Ji berê destê wê bidine wê, dergehada wê kirêd wê pesinê wê bidin .

Meselêd Silêman — Chapters