[1] Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina h'işk hêrsê r'adike.
[2] Zimanê yê serwaxt zanistîyê xweş dike, lê ji devê axmax axmaxtî dir'ije.
[3] Ç'e'vê Xudan li her dera ye, Ew qenc û xiraba dibîne.
[4] Zarê şîrin dara jîyînê ye, lê yê xalifî êşa dila ye.
[5] Axmax dersa bavê xwe bêhurmet dike, lê yê guh dide hilatinê, firaseta wî zêde dibe.
[6] Malêd r'astada xizna mezin heye, lê k'eda nep'akada kul û derd.
[7] Devê serwaxta zanistîyê bela dikin, lê dilê axmaxa usa nake.
[8] Xudan ji qurbana nep'aka zivêr e, lê duayê r'asta li ber dilê Wîda şîrin e.
[9] Xudan ji r'îya nep'aka zivêr e, lê yêd li pey r'astîyê diçin h'iz dike.
[10] Yê ji r'ê dik'eve bê bela namîne û yê hilatinê h'iz nake wê nemîne.
[11] Dîyarê mirîya û gelîyê hey-wayê li ber Xudan in, îdî k'u ma dilê ewledêd mêriv.
[12] Yê ji xwe r'azî şîretk'arê xwe h'iz nake û naçe cem serwaxta.
[13] Dilê şa beşera xweş e, lê dilê kul h'inavzer e.
[14] Dilê bîlana zanistîyê diger'e, lê devê axmax axmaxtîyêva t'ijî ye.
[15] Xweyê dilê kul her r'oj şînêda ye, lê xweyê dilê şa her t'im şayêda ye.
[16] Qenc e hindik bi xofa Xudan, ne ku xizna gelek bi şer' û de'w.
[17] Qenc e xwarina p'incar'ê bi h'izkirinê, ne ku gayê dermalîkirî bi k'în-box.
[18] Merivê hêrs şêr' t'evr'adike, lê yê berbihêr qalme-qalmê diseqir'îne.
[19] R'îya xwer'anedîtî mîna çîta stirî ye, lê şiver'îya r'asta r'ast-dûz e.
[20] Kur'ê serwaxt bavê xwe şa dike, lê merivê axmax qedirê dê nizane.
[21] Axmaxtî bona kêmaqil şabûn e, lê yê aqil dide li ser r'îya r'ast.
[22] Bê şîret merem û t'ivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretk'ara ew têne sêrî.
[23] Meriv pê cabdayîna xweye r'ast şa dibe, çiqas xweşe her xeber wextê xweda!
[24] R'îya jîyînê merivê aqil berbi jor dibe, ku wan dûr xe ji dîyarê mirîyaye jêrin.
[25] Xudan malêd k'ubara dever'û dike, lê sînorê jinebîya dişidîne.
[26] Xudan ji fikirê yê xirab zivêr e, lê xeberêd yê bêxêlif li Wî xweş tên.
[27] Ç'e'vbir'çîtî şer'-de'w dike mala xwe, lê yê r'uşeta h'iz nake wê bijî.
[28] Dilê yê r'ast li ser cabdayînê difikire, lê ji devê nep'aka xirabî dir'ije.
[29] Xudan ji nep'aka dûr e, lê duayê r'asta dibihê.
[30] R'onaîya ç'e'va dil şa dike, mizgînîya xêr jî hestûya dişidîne.
[31] Yê ku guh dide hilatina jîyînê, xwexa jî wê nav serwaxta bê jîyînê.
[32] Yê şîreta qebûl nake, ew xenîmê xwe ye, lê k'î hilatinê qebûl dike, aqil t'op dike.
[33] Xofa Xudan serwaxtîyê hîn dike, bi milûktîyê berbi r'ûmetê dibe.