[1] Serwaxtîyê mala xwe ava kir, h'eft stûn dane sekinandinê,
[2] h'eywana xwe serjêkir, şerava xwe lihev danî û sifira xwe hazir kir,
[3] carîyêd xwe şandin, ji bilindcîyêd bajêr ku bikin gazî:
[4] «K'î bêh'iş e, bira bê vira! Û bêjine kêmaqila:
[5] ‹Werin bixwin nanê min û hûn vexwin şerava mine lihevdayî.
[6] Dest ji bêh'işîyê bik'işînin, ku hûn bijîn û xwe li r'îya bîlantîyê bigirin›».
[7] Ewê ku pêk'enî şîret dike, ew bêhurmetîyê ser xweda tîne û yê nep'ak hiltê, ew lek'a wî li xwe dixe.
[8] Pêk'enî şîret neke, ku nebe neyarê te, lê yê serwaxt şîret ke, ewê te h'iz bike.
[9] Yê serwaxt şîret ke û ewê hê serwaxt be, merivê r'ast hîn ke, zanebûna wîyê hê zêde be.
[10] Serê serwaxtîyê xofa Xudan e, Yê Herî Pîroz naskirin bîlantî ye.
[11] Çimkî pê min r'ojêd teyê gelek bin û salêd e'mirê teyê zêde bibin.
[12] Heger tu serwaxt î, ew k'ara te ye û heger pêk'enî yî, tê zîyanê t'enê bik'işînî.
[13] Axmaxtî jineke qalme-qalm e, bêh'iş û bêfe'm e.
[14] Ewa yan li ber derê mala xwe r'ûdinî, yan jî ser t'extê bilindcîyêd bajêr,
[15] gazî yêd r'êda dike, k'îjan ku r'îya xweda r'ast diçin:
[16] «K'î bêh'iş e, bira bê vira!» Ewa dibêje kêmaqila:
[17] «Ava dizîyê şîrin e, nanê dizîva tê xwarinê te'm e».
[18] Lê ewê guh dide wê nizane ku li wir mirî ne, mêvanêd wê gelîyê dîyarê mirîyada ne.