[1] Çawa berf li havînê û baran li nandirûnê, usa jî qediriaxmax nak'eve.
[2] Çawa ku ç'ivîk divir'vir'e û dûvmeqesk difir'e, usa jî nifir'a badîhewa nayê sêrî.
[3] Qamçî bona hespa ye, qeyd bona k'era ye, lê zoxal bona navmila axmaxa ye.
[4] Li axmax li gora axmaxtîya wî veneger'îne, ku nebe bibî yekî mîna wî.
[5] Li axmax li gora axmaxtîya wî veger'îne, wekî ew xwe dewsa zana daneyne.
[6] Yê bi destê axmax xeberê dişîne, ew nigê xwe dibir'e û zirarê dik'işîne.
[7] Mesela devê axmaxa, mîna lerizeka nigê seqeta.
[8] Yê qedir axmaxr'a dike, mîna çawa kevirek kewkanîyêda biwale.
[9] Mesela devê axmaxa, çawa ç'iqilê stirîyayî destê serxweşa.
[10] K'irêkirê axmaxa û r'êwîya, ew zirarê dida h'emûya.
[11] Axmaxê ku axmaxtîya xwe diwek'ilîne, ew mîna çawa se ku vediger'e li ser ver'eşandina xwe.
[12] Te ew merivê ku xwe aqil dibîne dîtîye? Ji yê axmax hê guman heye, ne ku ji wî.
[13] Xwer'anedîtî dibêje: «Şêr li ser r'ê ye! Şêr li meydanê ye!»
[14] Çawa derî li ser dergira xwe diçe-tê, usa jî xwer'anedîtî li ser nivîna xwe.
[15] Xwer'anedîtî destê xwe dike t'asa xwe, lê jêr'a ze'met e ku ew bibe devê xwe.
[16] Xwer'anedîtî hê xwe serwaxt dibîne ne ku h'eft mêrêd ku cabêd aqil didin.
[17] R'êwîyê ku t'evî şer'-de'wê xelqê dibe, mîna çawa yek dest bavêje guhê sekî.
[18] Dînî-harê ku pirîskê agir û tîrê kuştinê davêje,
[19] mîna wî ye, yê ku yekî dixapîne û paşê dibêje: «Min h'enek kir».
[20] Ser agir ku dar t'unebin, agirê vêse, usa jî gava buxdanbêj t'unebin şer'ê bitemire.
[21] Çawa k'omir bona pirîska û dar bona agir e, usa jî yê şer'ûd bona şer'-t'evr'akirinê ye.
[22] Gotinêd buxdanbêj mîna te'me-tîska ne û ew h'eta k'ûraîya navdil diçin.
[23] Lêvêd alavîye t'evî dilê xirab mîna çawa derdana axîne pê t'orta zîv kiraskirî.
[24] Neyar bi zarê xwe h'ilek'arîyê dike, dilê xweda jî mixenetîyê xwey dike,
[25] heger ew zarê xweş jî xeber de, bawer neke, çimkî h'eft h'eramî dilada hene.
[26] Ew k'îna xwe ku bi mixenetîyê veşêre, yeke civatêda xirabîya wî wê derê.
[27] Yê ç'e'lê dik'ole ew xwexa dik'evê û yê kevir hol dike, ew li ser wîda tê.
[28] Zimanê derew dijene derbdayê xwe û devê h'ilek'ar mêriv ser-sêrî tîne.