[1] Yê şîreta h'iz dike, ew zanistîyê h'iz dike, lê yê hilatinê h'iz nake, ew bêh'iş e.
[2] Merivê qenc Xudan xêrxwazê wî ye, lê merivê mixenet Ew dîwana wî dike.
[3] Meriv bi nep'akîyê bingeh nagire, lê r'awêd r'asta t'u car nah'ejin.
[4] Jina e'sil t'acê mêrê xwe ye, lê ya xweyîqar mîna kurmê hestûyê wî ye.
[5] Fikirêd r'asta heq-h'elal in, lê şêwirêd nep'aka mixenetî ne.
[6] Gotinêd nep'aka t'elekêd xûnr'êtinê ne, lê devê r'asta mêriv xilaz dike.
[7] Nep'ak dever'û dibin û unda dibin, lê malêd r'asta qewîn dimînin.
[8] Meriv weke fe'mê xwe xweyîqedir e, lê yê xweyê dilê xirab bêr'ûmet dibe.
[9] Qenc e berbihêr bî û xweyîyê xulamekî, ne ku p'aydar û merivê h'ewcê nan.
[10] Dilê yê r'ast ser h'eywanê wî dişewite, lê yêd nep'ak bêîsaf in.
[11] Yê e'rdê xwe bêcer dike, wê nanê xwe t'êr bixwe, lê yê dide pey tiştê p'ûç', ewa yekî bêh'iş e.
[12] Ç'e'vê nep'aka li t'alanê xiraba ye, lê r'awê r'asta şidîyayî ne.
[13] Yê xirab bi devê xwe dik'eve êgir, lê r'astê ji tengasîyê derk'eve.
[14] Meriv bi berê devê xwe xêr-xiznêva t'êr dibe û weke kirêd desta ew p'ara xwe distîne.
[15] R'îya axmax li ber ç'e'va r'ast e, lê yê serwaxt guh dide şîreta.
[16] Axmax pêr'a-pêr'a hêrsa xwe dide k'ifşê, lê yê aqil şaşîyê vedişêre.
[17] Yê heq xeber dide, r'astîyê e'lam dike, lê şe'dê derew, xapandinê.
[18] Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin, lê zimanê serwaxta dermanê dila ye.
[19] Devê r'astgotî ser ya xwe dimîne, lê zimanê derewîn dem-demî ye.
[20] Dilê fikirxirabada mixenetî ne, lê yê ser e'dilayê difikirin wê şa bin.
[21] T'u xirabî wê neyê serê r'asta, lê nep'akê ji qede-bela ç'e'v venekin.
[22] Ji zarê derew Xudan zivêr e, lê yê p'ergale amin Wî xweş tên.
[23] Merivê aqil zanebûna xwe vedişêre, lê dilê axmaxa, axmaxtîya wî e'yan dike.
[24] Destê merivê xîret serwêrîyê dike, lê xwer'anedîtî borcdar e.
[25] Kul-derd dilê mêriv wî dih'elîne, lê gotineke qenc wî şa dike.
[26] Merivê r'ast r'ê nîşanî hevalê xwe dike, lê r'îya nep'aka wan dixalifîne.
[27] Xwer'anedîtî nêç'îra xwe nak'elîne, lê merivê xîret xweyîhebûk e.
[28] Şiver'îya r'astîyêda jîyîn heye û r'îya wêda mirin t'une.