[1] K'ulfeta serwaxt mala xwe ava dike, lê ya axmax pê destê xwe hildişîne.
[2] Yê r'îya r'astda diçe ew ji Xudan ditirse, lê k'î r'îya xaro-maroda diçe, ew Wî bêhurmet dike.
[3] Devê axmax şiva ser pişta wî ye, lê devê serwaxta xwe zeft dikin.
[4] K'îderê ga t'une, afir' vala ye, lê piştî ga gelek deremet tê ser hev.
[5] Şe'dê amin derewa nake, lê şe'dê derew, derew ji dêv diwarin.
[6] Pêk'enî serwaxtîyê diger'e, lê nabîne, lê bona bîlana zanistî r'ih'et e.
[7] Ji merivê axmax dûr k'eve, tu zanebûnê devê wîda nabînî.
[8] Serwaxtîya merivê aqil ev e, ku r'îya xwe zane, lê axmaxtîya axmax xalifandine.
[9] Axmax ser gunekirinê dik'enin, lê nava r'astada berbihêrî heye.
[10] Her dil derd û kulêd xwe zane û kesek t'evî şabûna wî nabe.
[11] Malêd nep'aka wê wêran bin, lê h'olikêd r'asta wê gul din.
[12] R'ê heye ku mêrivr'a r'ast xuya dike, lê xilazîya wê r'îya mirinê ye.
[13] Car-cara devî k'en e, dilî kul e, car-cara jî axirîya şabûnê şîn û girî ye.
[14] Merivê dilxirab ji berêd r'îya xwe t'êr dibe, lê merivê qenc ji berê kirêd xwe.
[15] Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe.
[16] Yê serwaxt ditirse û ji xirabîyê dûr dik'eve, lê yê axmax diqilqile û cule't dibe.
[17] Yê zû hêrs dik'eve bêh'işîyê dike, lê merivê serwaxt sebir dike.
[18] Yê bêh'iş wê axmaxtîyê qazinc kin, lê yê aqil zanistîyêva tên k'ofîkirin.
[19] Xirabê li ber qenca dever'ûya bên, nep'akê jî li ber derê r'asta.
[20] K'esîb h'eta li ber ç'e'vê hevalê xwe jî r'eş e, lê dostêd dewletî gelek in.
[21] K'î qedirê yekî nagire, ew gune dike, lê yê dest davêje k'esîb, xwezilî ye.
[22] Gelo yêd xirab difikirin naxalifin? Lê yêd qenc difikirin, qencî û r'astîyê dibînin.
[23] Her şixulîda k'ar heye, lê p'ûç'xeberdan dibe t'unebûnê.
[24] Hebûka serwaxta t'acê wan e, lê k'ofîya axmaxa axmaxtîya wan e.
[25] Şe'dê amin mêriv xilaz dike, lê yê qelp mixenetîyê dide der.
[26] Xofa Xudan gumaneke qewîn e û bona zar'êd xofk'êş hêwargeh e.
[27] Xofa Xudan kanîya jîyînê ye, ku mêriv ji t'or'a mirinê dûr bigire.
[28] Mixulqeta ze'f qedirê p'adşê ye, lê mixulqeta kêm k'etina mîr-bega ye.
[29] Merivê xweyîsebir, yekî gelekî bîlan e, lê yê zû quloz dibe, bêh'işîya xwe dide k'ifşê.
[30] Dilê r'ih'et jîyîna bedenê ye, lê h'evsûdî kurmê hestûya ye.
[31] Ewê ku k'esîb dêşîne, ew qedirê Xuliqdarê wî dik'eve, lê yê alîyê desttenga dike, ew qedirê Xwedê digire.
[32] Ji dest xirabîya xwe nep'ak dever'ûya tê, lê h'eta ber mirinê jî gumana yê r'ast heye.
[33] Dilê merivê aqilda serwaxtî dimîne, axmax jî zanin ew yek çîye.
[34] R'astî milet bilind dike, lê gune milet r'ûr'eş dike.
[35] P'adşa li xulamê aqil xweş e, lê hêrsa wî li ser yê ku r'ûr'eşîyê tîne.