[1] Lawo! Gava te ji ber hevalê xweva wek'îltî kir û ji ber yekîva deyn hilda stûyê xwe,
[2] tu pê gotina devê xwe k'etî t'elê, te pê gotinêd devê xwe xwe da girtinê.
[3] Aha bike ku xilaz bî, lawê min, çimkî tu k'etî destê hevalê xwe, her'e xwe bavêje nigê hevalê xwe û lavaya tu jê bike.
[4] Bira xew nek'eve ç'e'vê te û bijangêd te neçine li ser hev.
[5] Xwe xilaz ke çawa xezal ji t'elê, çawa teyrede ji destê nêç'îrvan.
[6] Bêxîreto! Her'e cem mûrîya, dîna xwe bide r'ê-dirbêd wan û serwaxt be.
[7] Ne axê wan heye, ne zapidê wan ne jî serwêr,
[8] lê belê xurekê xwe ew havînê didin ser hev, xwarina xwe jî wextê nandirûnê t'op dikin.
[9] Bêxîreto, h'eta k'engê tê p'aldî? Tê ji xewa xwe k'engê h'işyar bî?
[10] H'eta hinekî r'azêyî, hinekî bip'onijî, hinekî destêd xwe bidî li ser hev p'aldî,
[11] hingê k'esîbîya teyê mîna r'êwîkî diz li ser teda bigire, desttengîya teyê jî mîna qaçaxekî.
[12] Merivê bêkêr, merivê nep'ak bi devê derewîn diger'e,
[13] ew ç'e'vê xwe diqurç'imîne, bi nigêd xwe xeber dide û bi t'ilîya tişta hîn dike,
[14] mixenetî dilada heye, ew t'imê li ser nêta xirabîyê ye û ew xelqê berî hev dide.
[15] Bona vê yekê xezebê nişkêva ser wîda bê, derbekêr'a wê bişkê û dû-dermanê lê nebe.
[16] Vane şeş tiştêd ku Xudan dijene wan, hela h'eft in ku li ber Wî h'eram in:
[17] Ç'e'vêd k'ubar, zimanê derewîn, destêd ku xûna bêsûc dir'êjin,
[18] dilê ku t'ivdîra xirab dertîne, nigêd ku bona xirabîyê zû dir'eve,
[19] şe'dê derew, ku derewa dike û bira berî hev dide.
[20] Lawê min! T'emîya bavê xwe xwey ke û hînkirina dîya xwe pişt guhê xweva nevêje.
[21] Evana her t'im bira ser dilê te girêdayî bin, li stukura te walandî bin.
[22] Gava tu her'î, ewê r'êberîya te bikin. Gava tu r'azêyî, ewê te xwey kin. Gava h'işyar bî, ewê t'evî te xeber din.
[23] Çimkî t'emî ç'ira ye û hînkirin r'onayî, hilatinêd şîretê r'îya jîyînê ye.
[24] Evê te ji jina xirab xwey ke, ji zimanê jina xerîbe zarxweş.
[25] Dilê xweda nebe maşoqê bedewîya wê, bira te neçelqîne pê birî-bijanga.
[26] Çimkî r'ûyê jina qavda, merî dibe h'ewcê parî nanê t'isî û jina ç'e'vder, nêç'îrvanê nefsa maqûla ye.
[27] Dibe ku yek agir têke p'aşila xwe û k'incêd wî neşewitin?
[28] Dibe ku yek li ser k'ûra êgir biger'e û nigê wî neşewitin?
[29] Ev jî aha ya, yê ku nêzîkî jina xelqê dibe, heger dest bavêje wê, ew bê bela namîne.
[30] Lome dizê bir'çî nayê kirinê, gava dizî zikê xwe t'êr kir,
[31] lê belê gava bê girtinê, gerekê h'eft car lê veger'îne, wê h'emû hebûka mala xwe bide.
[32] Lê yê ku zinêk'arîyê dike, h'işê wî t'une, ewê aha dike nefsa xwe unda dike.
[33] Ewê lêdayî û bêr'ûmet be, ji r'ûr'eşîyê xilaz nebe.
[34] Çimkî k'umr'eşî qalp'axê serê mêr r'adike û r'oja h'eyfhildanê hewa pê dik'eve,
[35] ji ber vê yekêva t'u tişt ber ç'e'va nayê, çiqas tişt jî ji berva bidî, yeke dîsa wê ya xwe bike.