[1] T'ivdîrêd dilê mêrivda yê wî ne, lê cabdarîya zimên ji Xudan e.
[2] H'emû r'îyê mêriv li ber ç'e'vê wî paqij in, lê Xudan r'uh'a dide li ser mêzînê.
[3] Şixulê xwe bide destê Xudan û tê bigihîjî nêt-meremê xwe.
[4] Her tişt Xudan bi merem kirîye, nep'ak jî bona r'oja oxirmê giran.
[5] Xudan ji h'emû k'ubar-babaxa zivêr e û ew t'u car bê bela namînin.
[6] Bi dilşewatîyê û aminîyê gune têne k'ewandinê û xofa Xudan mêriv ji xirabîyê dûr dixe.
[7] Gava Xudan r'îya yekî begem dike, h'eta dijminê wî jî t'evî wî li hev tîne.
[8] Qence hindik bi r'astîyê, ne ku malê p'ir' bi neheqîyê.
[9] Dilê mêriv r'îya dide li ber xwe, lê Xudan gavê wî r'ast dike.
[10] H'ukumê Xwedê li ser devê p'adşê ye û devê wî dîwanêda şaş nabe.
[11] T'erezî û mêzîn r'ast yê Xudan in, kevirêd mêzînêye t'orpeda kirêd Wî ne.
[12] P'adşa ji xirabîkirinê zivêr in, çimkî t'extêd wan bi r'astîyêva qedîm in.
[13] P'adşa li yê zarê bêxêlif xweş in, ewana yê r'ast xeber dide h'iz dikin.
[14] Hêrsa p'adşê mîna r'uh'istîn e, lê merivê serwaxt wê diseqir'îne.
[15] R'onaya r'ûyê p'adşê jîyîn e û xêrxwezîya wî mîna e'wrê baranêyî biharê.
[16] Serwaxtî standin ji zêr' hêjatir e û bîlantî destanîn ji zîv çêtir e.
[17] R'îya r'astaye sereke ji xirabîyê dûrk'etin e, k'î miqatî r'îya xwe dibe, ew e'mirê xwe xwey dike.
[18] Berî wêranbûnê k'ubarî tê û berî k'etinê r'uh'ê babaxîyê.
[19] Hê qenc e t'evî belengaza şkestî bin, ne ku t'evî k'ubara t'alan p'arevekin.
[20] K'î şixulê xwe bi serwaxtîyê dike k'arê dik'eve û yê ku xwe dispêre Xudan xwezilî ye.
[21] Merivê dilda serwaxt aqil h'esab dibe û yê zarê şîrin zanistîyê zêde dike.
[22] H'iş, bona xweyîh'işa kanîya jîyînê ye, lê bona bêh'işa şîret axmaxtî ye.
[23] Merivê dilda serwaxt serwaxtîyê dide zimên û zanebûnê li zarê wî zêde dike.
[24] Xweşxeberdan mîna hingivê t'or'hêlûnê ye, li r'uh' xweşe û li hestûya derman e.
[25] R'ê heye ku mêrivr'a r'ast xuya dike, lê xilazîya wê r'îya mirinê ye.
[26] Merivêd xebatk'ar bona xwe dixebite, çimkî devê wî p'êyî ser wî dike.
[27] Merivê neheq xirabîyê diger'e û zarê wî alava agir e.
[28] Merivê mixenet şêr' t'evr'adike û buxdanbêj pismama ji hev dûr dixe.
[29] Merivê zorbe hevalê xwe dixapîne û dibe dike r'îya xirabîyê.
[30] Yê ku ç'e'vê xwe digire bona fikira xirab û lêva xwe digeze, xirabîyê dike.
[31] R'û-gulîyê sipî k'ofîya r'ûmetê ye, ku ew nava r'îya r'astîyêda ye.
[32] Merivê xweyîsebir ji mêrxas çêtir e û yê xwegirtî ji yê bajar-hildayî.
[33] P'eşkavîtin ji t'ext û bext e, lê her qirarê Xudan dide.