Skip to content
Opens in a new window

[1] Ev in ew meselêd Silêman, k'îjan ku merivêd Hizqîya p'adşê Cihûdayê ji ber hildane:

[2] Kirêd Xwedêye veşartî r'ûmeta wî ye, lê r'ûmeta p'adşê kir e'yankirin e.

[3] Çawa bilindaya e'zmên û k'ûraya e'rdê, usa jî dilê p'adşê nayê e'nenekirinê.

[4] T'orta zîv jê biqetîne, ewê zîvkerr'a derdanekê derk'eve,

[5] nep'ak jî ji p'adşê biqetîne, t'extê wîyê bi r'astîyê qedîm be.

[6] Li ber p'adşê p'ayê xwe nede, li cîyê giregira nesekine,

[7] qenc e ku ter'a bêjin: «K'erem ke vê jorê», ne ku li ber giregira te nimiz kin.

[8] Bi dîtina ç'e'va, zû nek'eve nava şer' û de'wa, wekî hevalê te, te nede şermê û nizanibî axirîyê tê çi bikî.

[9] Pirsêd xwe t'evî hevalê xwe safî ke, lê sur'a xelqêr'a veneke,

[10] wekî yê bibihê te bêhurmet neke û ew navê xirab li ser te nemîne.

[11] Gotineke cîda mîna sêva zêr'în e li ser zîv qaşkirî.

[12] Şîreta yê serwaxt, bona yê guhdar, mîna guhar û xişirê zêr'în e.

[13] Çawa sir'a berfê dema nandirûnê, usa jî qasidê amin bona şandîyê xwe, ew sik'anê dide nefsa xweyîyê xwe.

[14] Yê p'êşk'êş soz dide û nake, ew mîna bayê û e'wrê bê baran e.

[15] Bi sebirê dilê mîr û bega nerm dibe û zarê şîrin hestûya hûrdexweşî dike.

[16] Gava te hingiv dît, weke me'dê xwe bixwe, nebe ku tu jê t'êr bî û paşê ver'eşî.

[17] Her gav neçe mala cînar, ku ew ji te t'êr nebe û paşê ew ji te aciz be.

[18] Yê şe'detîya derew himberî hevalê xwe dide, ew mîna r'im, şûr û tîrê tûjkirî ye.

[19] Gumana li ser merivê bê amin, r'oja tengasîyêda mîna diranê şkestî û nigê kulek e.

[20] Li ber merivê dilşkestî, stiran gotin, mîna çawa yek r'oja sar k'incê xwe bêxe, yan jî çawa xwê têkine li ser birînê.

[21] Heger dijminê te bir'çî ye, nên bidê û heger t'î ye, avê bidê,

[22] çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî t'op dikî û Xudanê li te veger'îne.

[23] Bayê bakurê baranê tîne, zarê mixenet jî r'ûyê me'dekirî.

[24] Qenc e qulç'ekîda li ser xênî bijîn, ne ku t'evî jina şer'ûd xanekêda.

[25] Mizgînîya ji welatekî dûr mîna çawa ava sare bona zarê ç'ila.

[26] Merivê r'ast ku li ber nep'ak nimiz dibe, ew mîna kanîya xitimî û sêlava şêlû ye.

[27] Çawa gelek hingiv-xwarin neqenc e, usa jî yê li pey navê xwe k'etî ne nav e.

[28] Merivê ku nefsa xwe nikare, ew mîna bajarekî xirabeyî bêsûr e.

Meselêd Silêman — Chapters