Skip to content
Opens in a new window

[1] Gava tu t'evî axakî r'ûnîyî nan bixwî, r'ind dîna xwe bide pêşîya xwe.

[2] Heger tu xweyê zapa mezin î k'êrê bide li ser qir'ika xwe.

[3] Bira temê te nek'işîne te'me-tîskêd wî, çimkî ew xurekêd xapanok in.

[4] Nek'eve demana dewletîbûnê, ji wê fikira xwe paşda bisekine.

[5] Ç'e'vê teyê li ser wî tiştê p'ûç' be, lê ewê xwer'a baska çêke û mîna teyra bifir'e e'zmên.

[6] Nanê merivê nemer'd nexwe û temê te nek'işîne xwarina wî,

[7] çimkî ç'e'vê wîyê xwarina te be, wê ter'a bêje: «Bixwe-vexwe», lê dilê wî ne t'evî te ye.

[8] Ew parîyê ku te xwaribe tê ver'eşî û gotinêd xweye xweş tê unda kî.

[9] Guhê axmaxda tiştekî nebêje, çimkî ewê zanistîya gotina te bêhurmet ke.

[10] Sînorê kevin cîguhastî neke û nek'eve e'rdê jinebîya,

[11] çimkî pismamê wanî nêzîk zor e, ewê îşê wan t'evî te safî ke.

[12] Dilê te li ser şîreta be, guhê te jî li ser gotinêd serwaxt be.

[13] Şîretkirinêda bêxatirîya zar'a bike, pê şivê jî heger bik'utî, ew namire.

[14] Lê heger tu pê şivê jî wî dik'utî, nefsa wî tu ji dîyarê mirîya xilaz dikî.

[15] Kur'ê min! Heger dilê te serwaxt e, dilê min jî şa dibe.

[16] Gava ji devê te gotinêd r'ast derên, ezê jî li nava xweda şa bibim.

[17] Bira dilê te h'evsûdîya gunek'ar neke, lê her r'oj xofa Xudanda be.

[18] Çimkî e'seyî axirî heye û gumana teyê unda nebe.

[19] Bibihê, kur'ê min û serwaxt be, dilê xwe ber bi r'îya r'astda ke.

[20] Neçe nava vexwarîya, ne jî nava p'ir'xurêd goşt.

[21] Çimkî yê vexwarî û p'ir'xurî belengaz dibin û k'incêd p'onijîya dip'izinin.

[22] Gur'a bavê xwe bike, ku tu jê k'etîyî û dîya xwe bêhurmet neke, gava pîr bibe.

[23] Heqîyê bik'ir'e, serwaxtîyê, şîreta, bîlantîyê jî nefiroşe.

[24] Bavê yê r'ast eşq û şa ye, yê serwaxt pey xwe dixe pê wî şa dibin.

[25] Bira dê bavê te pê te eşq bin, bira şa be ya ku tu jê k'etî.

[26] Dilê xwe bide min, kur'ê min! û ç'e'vê te bira ser r'îya min bin.

[27] Çimkî ya qav ç'e'la k'ûr e, jina ç'e'vder bîra teng e.

[28] Ewa mîna qaçaxekî xwe ditelîne, nava merivada bêamina zêde dike.

[29] Axîn ya k'ê ye? Waxîn ya k'ê ye? Şer'-de'w yê k'ê ne? Xem û xiyal yê k'ê ne? Birînêd bêsebeb yê k'ê ne? Ç'e'vêd sorbûyî yê k'ê ne?

[30] Ew yê li ber şeravê ne, yêd ku şerava t'evhevkirî diger'in.

[31] R'engê şeravêyî sor nenihêr'e, çawa ew k'asêda bi ç'e'va dike û r'îya xweda xweş-xweş diçe!

[32] Ew mîna me'ra paşê digeze û mîna tîreme'r ew lê dide.

[33] Hingê qeret'ûyê bêne li ber ç'e'vêd te û dilê te jî wê tiştêd bêt'ewşe bêje.

[34] Tê bibî mîna yekî be'rêda p'aldayî û çawa yekî li ser serê bap'êşa gemîyê r'azayî.

[35] Tê bêjî: «Min xistine, ez ne êşîyame, ez dame li ber de'fa, min xwe dernexistîye. Ez k'engê ser h'işê xweda bim, wekî dîsa wê yekê bikim?»

Meselêd Silêman — Chapters