[1] Meselêd Silêman: Kur'ê serwaxt bavê xwe şa dike, lê kur'ê axmax k'edera dîya xwe ye.
[2] K'ara xiznêd nep'akîyê t'une, lê r'astî ji mirinê xilaz dike.
[3] Xudan nahêle ku yê r'ast bir'çî bimîne, lê h'ûfe-h'ûfa nep'aka ç'e'vê wanda dihêle.
[4] Destê xwer'anedîtîya mêriv belengaz dike, lê destê yê xîret dewletî dike.
[5] Ewê ku havînê dide li ser hev, kur'ê bîlan e, kur'ê ku dema nandirûnê r'adizê, ew qara bavê ye.
[6] Dua ser serê r'asta heye, lê devê neheqada zordarî veşartî ye.
[7] Dua ser bîranîna navê r'asta ye, lê navê nep'aka dir'ize diçe.
[8] Yê xweyê dilê serwaxt, ew t'emîya qebûl dike, lê yê xweyê zarê axmax wê sersêrî bê.
[9] Yê ku r'îya xweda bêlek'e ye, ew bêxof diçe, lê yê ku r'îya xwe dit'er'ibîne, ew nedîtî namîne.
[10] Yê ku bi ç'e'va dike, dibe sebebê xirabîyê û yê zimanê xwe nikare, wê sersêrî bê.
[11] Devê yê r'ast kanîya jîyînê ye, lê devê neheqada zordarî veşartî ye.
[12] K'în-box şêr' t'evr'adike, lê h'izkirin her xirabîyê dinixême.
[13] Serwaxtî li ser zarê bîlana ye, lê şivdar bona pişta bêh'işa ye.
[14] Yêd serwaxt zanebûnê t'op dikin, lê devê bêh'iş nêzîkî qeda-bela ye.
[15] Hebûka dewletîya bona wan, çawa bajarekî zor e, lê p'erîşanîya feqîra belengazîya wan e.
[16] K'eda r'asta jîyîn e, qazinckirina nep'aka gune.
[17] Şîretxweykirî nava r'îya jîyînêda ye, lê yê hilatinê qebûl nake dixalife.
[18] K'î k'înê vedişêre ew derewî ne û k'î xeybê dike ew bêh'iş e.
[19] Ze'fxeberdanêda gune hene, lê yê zimanê xwe dikare ew aqil e.
[20] Zimanê merivê r'ast zîvê bijartî ye, lê dilê nep'aka ne t'u tişt e.
[21] Devê r'asta geleka t'êr dikin, lê axmax ji dest bêh'işîyê dimirin.
[22] Duayê Xudan hebûkê dide û k'ederê serda zêde nake.
[23] Xirabîkirin bona axmaxa seyreng e, serwaxtî jî li mêrê bîlan xweş e.
[24] Nep'ak ji çi ditirse tê serê wî, lê xwestina yêd r'ast têne sêrî.
[25] Bobelîsk r'adibe nep'ak unda dibe, lê yê r'ast ser h'îmê h'eta-h'etayê ye.
[26] Çawa sirke bona dirana û dû jî bona ç'e'va, usa jî xwer'anedîtî, bona yê ku wî dişîne.
[27] Xofa Xudan e'mirê meriv dirêj dike, lê salêd nep'aka wê kêm bin.
[28] Gumana r'asta şabûn e, lê mirazê nep'aka wê ç'e'vê wanda bimîne.
[29] R'îya Xudan sûra dor bêlek'a ye, lê bona neheqa wêrankirin e.
[30] R'astê t'u car nelik'ume, lê nep'akê li ser dinê nemînin.
[31] Devê yê r'ast serwaxtîyê dertîne, lê zimanê mixenet wê bê bir'înê.
[32] Zarêd r'asta tiştêd me'rîfet zanin, lê devê nep'aka mixenetîyê.