Skip to content
Opens in a new window

[1] Ev in gotinêd dayî, k'îjan ku Agûrê kur'ê Yaqehê gote Ît'îyêl û Ûk'al:

[2] R'ast ez ji her merivî bêh'iştir im û h'işê mêriv serê minda t'une,

[3] ez serwaxtîyê hîn nebûm û Yê Herî Pîroz ez nas nakim.

[4] K'î r'abû e'zmên û ji wir hat? K'ê k'ulma Xweda ba t'op kir? K'ê pêşa Xweda av gol kirin? K'ê h'emû qulbêd dinyayê danîn? Navê Wî çî ye? Navê kur'ê Wî çî ye? Gelo tu zanî?

[5] H'emû gotinêd Xwedê paqij in, bona yêd xwe spartine Wî, Ew mert'al e.

[6] Tiştekî li ser gotinêd Wî zêde nekî, ku Ew te hilê û tu derew derêyî.

[7] Ez ji Te du tişta dixwazim, na-na neke h'eta ku ez nemirime:

[8] Boş-betalîyê û derewîyê ji min dûr xe, ne min belengaz ke, ne jî dewletî ke, pê nanê r'ojê Tu min t'êr ke.

[9] Nebe ku ez t'êr bim, Te înk'ar kim û bêjim: «Xudan k'î ye?» Ne jî k'esîb bim dizîyê bikim û navê Xwedê xwe bêhurmet kim.

[10] Xeyba xulam li ber axayê wî neke, ku ew nifir'a li te neke û bela neyê serê te.

[11] Meriv hene ku nifir'a bavê xwe dikin û dua dîya xwe nakin.

[12] Meriv hene ku li ber ç'e'vê xwe paqij k'ifş dibin, lê ji gemara xwe nehatine şûştinê.

[13] Meriv hene ç'e'v li ser sêrî dir'eqisin û birî-bijangêd wî bilind in.

[14] Meriv hene diranêd wan mîna şûra ne, çengîyêd wan jî mîna k'êra ne, wekî k'esîba ji ser dinê daqurtînin û belengaza jî ji nava meriva.

[15] Du qîzêd t'êrnebûyê hene, ku dibêjin: «Bide, bide!» Sê tişt hene ku t'êr nabin û çar tişt hene ku nabêjin: «Bes e!»

[16] Dîyarê mirîya, jina bêber, e'rdê ku t'êr avê venaxwe û agir ku nabêje: «Bes e!»

[17] Ewê ku qerfa bavê xwe dike û guhdarîya dîya xwe nake, qar'qar'êd newala û cûcûkêd teyra wê ç'e'vêd wî derxin û daqurtînin.

[18] Sê tişt hene ku ez tê hilnayêm û çar tişt ku ez wan fe'm nakim:

[19] R'îya teyraye hewêda, r'îya me'raye qeyada, r'îya gemîyaye nava be'rada û r'îya mêraye berbi qîza.

[20] R'îya jina ç'e'vder aha ye, dixwe û devê xwe paqij dike û dibêje: «Min t'u xirabî nekirîye».

[21] Sê tişt hene ku dinya bin wanda dilerize û çar tişt hene ku ew nikare wan bibe:

[22] Xulamê ku dibe p'adşa, axmaxê ku bi nên t'êr dibe,

[23] k'ulfeta nexûnşîrin ku mêr dike û carîya ku dibe mîrat'xurê xanima xwe.

[24] Li r'ûyê e'rdê çar tiştê biç'ûk hene, lê ew yê here serwaxt in:

[25] Mûrî, ku ne e'firînekî qewat e, lê xurekê xwe havînê dide li ser hev.

[26] Qotik, ku bînbereke bêqewat e, lê qulêd xwe ew qeyada çê dikin.

[27] Kulî, ku p'adşê wan t'une, lê k'om bi k'om bi hevr'a difir'in.

[28] Me'regîskê lepikî, ku bi çeç'ikêd xwe dîwêrva dizeliqe, lê ew qesirêd p'adşada dimînin.

[29] Sê bînber in ku r'êvaçûyîna wan h'ewas in û çar bînber in ku r'êvaçûyîna wan bedew in:

[30] Şêr, ku e'gîtê h'eywana ye, ew ji ber t'u tiştî nar'eve,

[31] dîkê h'işir û nêrî, usa jî p'adşê pêşîya cime'ta xwe.

[32] Heger te ji dest k'ubarîyê bêfe'mî kir, yan jî xirabî fikirî yî, destê xwe bide li ser devê xwe.

[33] Çimkî çawa dêw dik'ilên r'ûn derdik'eve û pozda didinê xûn jê diçe, usa jî hêlanêd hêrs, şer' çê dibe.

Meselêd Silêman — Chapters