[1] Merivê li ber şîreta, gava serh'işk dimîne derbekêr'a wê bişkê û dû-derman nebîne.
[2] Gava yê r'ast zêde dibin, cime't wanr'a şa dibe, lê gava nep'ak dibe serwêr, cime't axîn zare-zar dike.
[3] Merivê serwaxtîyê h'iz dike, ew bavê xwe şa dike, lê yê pey qava diçe, ew hebûka xwe p'ûç' dike.
[4] P'adşayê li ser r'astîyê welat şên dike, lê ç'e'vê yê li xerc e, welat xirab dike.
[5] Yê h'ilek'arîyê li hevalê xwe dike, ew t'or'ê davêje li ber nigê wî.
[6] Gunek'arîya merivê xirabda t'ele heye, lê yê r'ast eşqê û şayêda ye.
[7] Merivê r'ast dik'eve h'alê destûra belengaza, lê yê xirab h'işê wan nagihîje h'alê wan.
[8] Merivêd pêk'enî bajêr t'evîhev dikin, lê yê serwaxt qerebalixê diseqir'înin.
[9] Gava serwaxt t'evî axmax bik'eve dergeh-dîwanê, hêrs k'eve yan bik'ene, yeke p'anca wî danayne.
[10] Merivêd qet'il davêjine k'amila, lê yêd r'ast h'alê wî dipirsin.
[11] Axmax h'emû hêrsa xwe dide der, lê yê serwaxt xweda zeft dike.
[12] Serwêrê ku guh dide gotinêd derew, h'emû berdestîyêd wî xirab dertên.
[13] Belengaz û zordar r'astî hev tên, Xudane îşiqê dide ç'e'vê her duya.
[14] P'adşayê ku bi r'astîyê li ser îşê belengazada dinihêr'e, k'ursîya wîyê h'eta-h'etayê bimîne.
[15] Şiva şîretê serwaxtîyê dide, lê ewledê xweserêxwe hiştî r'ûr'eşîya dê ye.
[16] Gava nep'ak zêde dibin, neheqî jî zêde dibe, lê r'ast wê k'etina wan bibînin.
[17] Dilê kur'ê xwe bêşîne, ewê r'ih'etîyê bide te û wê bibe baristanîya r'uh'ê te.
[18] Bê e'lametîya jorin, merî bêserî dibe, lê yê qanûnê xwey dike, xwezilî ye.
[19] Xulam bi gotina nayê şîretkirinê wekî fe'm dike lê naqedîne.
[20] Te ew merivê ku gotina xweda lez dik'eve dîtîye? Ji yê axmax hê guman heye, ne ku ji wî.
[21] Yê ku biç'ûktîyêda xulamê xwe nazik xwey ke, axirîyêda ewê bibe mîrat'xurê wî.
[22] Merivê hêrs şêr' t'evr'adike û yê vegur'ipî gele gune dike.
[23] K'ubarîya meriv wî nimiz dike, lê yê milûk xweyîr'ûmet dibe.
[24] Yê t'evî diz e, ew dijminê e'mirê xwe ye, çimkî ew nifir'ê dibihê, lê nake dengî.
[25] Tirsa mêriv bona mêriv t'ele ye, lê Xudan bona yê Wîda guman sit'ar e.
[26] Gelek dikin ku r'ûyê wan r'ûyê serwêr k'eve, lê heqîya mêriv ji Xudan e.
[27] Yê r'ast ji yê ner'ast zivêr e, nep'ak jî ji yê r'êda r'ast diçin zivêr e.