[1] Qenc e belengazê ku r'îya xweye aminda diçe, ne ku yekî devxalifîyî axmax.
[2] Merivê bê zanebûn xêr t'une, yê lez dik'eve r'îya xwe unda dike.
[3] Axmaxtîya mêriv r'îya wî şaşo-p'aşo dike û dilê wî hindava Xudanda bînteng dibe.
[4] Hebûk gelek dosta zêde dike, lê yê k'esîb ji pismamtîya xwe diqete.
[5] Şe'dê derew wê bê bela nemîne û yê derewîn wê nefilite.
[6] Gelek xwe li merivê mer'd digirin û h'emû dibine pismamê merivê ku p'êşk'êş didin.
[7] Biratîya k'esîb h'emû jê diçin, îdî k'u ma pismamê wî jê dûr nek'evin! Û ew li wan dike gazî, lê k'a ewe k'u ne?
[8] Yê serwaxtîyê destîne, ew nefsa xwe h'iz dike, yê bîlantîyê xwey dike, ew xêr û xweşîyê dibîne.
[9] Şe'dê derew wê bê bela nemîne û derewînê r'ûbarî dinê nemîne.
[10] Çawa xêr û xweşî li axmax nake, usa jî xulam, serwêrîyê li axa nake.
[11] Fe'mê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe û r'ûspîtîya wî qusûr-nenihêr'andin e.
[12] Hêrsa p'adşê mîna mir'înîya şêra ye, lê xêrxwezîya wî mîna qir'avîya ser şînayê ye.
[13] Kur'ê axmax bela serê bavê ye, şer'ê jinê jî mîna barana hûre-hûr.
[14] Mal û hebûk ji bava ne, lê jina e'sil ji Xudan e.
[15] Xwer'anedîtin xewa k'ûr tîne û yê bêxîret bir'çî dimîne.
[16] Yê t'emîyê xwey dike, ew xwe xwey dike, lê yê guh nade r'îya xwe, ew mirina xwe dike.
[17] Yê ku alîk'arîya k'esîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke.
[18] H'eta guman heye, kur'ê xwe şîret ke, lê ne ku h'eta kuştina wî.
[19] Yê gelekî hêrs, gerekê bê cezakirinê, heger tu bidî xatir, tê dîsa biwek'ilînî.
[20] Şîretê hilde û hînkirinê bibe yar e, wekî axirîyê te bike dersdar e.
[21] Dilê mêrivda gelek merem hene, lê t'enê xwestina Xudan tê sêrî.
[22] Qenc e meriv h'eyra qencîkirinêda be, merivê k'esîb ji yê derewîn çêtir e.
[23] Xofa Xudan jîyîn e, merivî pê r'ih'et e, t'u xirabî lê naqesid e.
[24] Xwer'anedîtî destê xwe dike t'asa xwe, lê nikare bibe devê xwe.
[25] Pêk'enî xe, ku yê saxikê dilê xwe, h'iş t'opî serê xwe ke û yê aqil hilê, serwaxtîyê wê qazinc ke.
[26] Yê ku bi k'ulmê diçe bavê xwe û berî dê dide, ew kur'ê r'ûr'eşîyê û qara ye.
[27] Lawê min, heger tu xwe ji şîretê dûr digirî, belê, tu xwe ji gotinêd zanistîyê dûr digirî.
[28] Şe'dê derew ser r'astîyê dik'ene û devê nep'aka neheqîyê dadiqurtîne.
[29] Bona pêk'enîya ceza hazir e û bona pişta axmaxa jî lêdan.