[1] Yê ji xwe r'azî xwestina dilê xwe diger'e û miqabilî her şêwir û qirarê ye.
[2] Axmax bîlantîyê h'iz nake, lê t'enê dike ku ya xwe bêje.
[3] Gava nep'akek tê, bêqedirî jî tê, t'evî bêr'ûmetîyê bêhurmetî tê.
[4] Gotinêd devê mêriv avêd k'ûr in, ji kanîya serwaxtîyê ç'em dik'işin.
[5] Ev ne r'ast e ku pişta nep'ak bigirin, dîwanêda yê r'ast ner'ast derxin.
[6] Devê yê axmax şêr' t'evr'adike û gotina wî gazî lêdanê dike.
[7] Devê axmax bela serê wî ye û zarê wî t'ela nefsa wî ye.
[8] Gotinêd buxdanbêj mîna te'me-tîska ne û ew h'eta k'ûraîya navdil diçin.
[9] Ewê ku şixulê xweda sist e, ew birê merivê zîyank'ar e.
[10] Navê Xudan bilindcîke qayîm e, r'astê ku xwe li wir digire, lê sit'ar dibe.
[11] Hebûka dewletî bona wî, çawa bajarekî zor e û bi dîtina wî mîna sûreke bilind e.
[12] Berî k'etinê dilê mêriv k'ubar dibe, lê xwe nimizkirinê r'ûspî dibe.
[13] Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêh'iş û qara wî ye.
[14] R'uh'ê mêriv li nexweşîya sebir dike, lê r'uh'ê birîndar k'î dikare teyax ke?
[15] Dilê yê aqil zanistîyê dest tîne û guhê yê serwaxt zanistîyê diger'e.
[16] Xelata mêriv r'ê li ber wî vedike, h'eta li ber giregira jî wî dibe.
[17] Yê pêşîyê gotina xwe dibêje, ku ew r'ast derê, lê gava de'wkirê wî bê, wê bê e'nenekirinê.
[18] P'eşk-avîtin şer'-de'wa dide sekinandinê û yêd zor li hev dide r'ûniştandinê.
[19] Birakî xeyîdî mîna bajarekî sûrkirî ye û şer'-de'w mîna zer'za qesirê ye.
[20] Zikê meriv ji berê devê wî t'ijî dibe û ji deremeta zarê wî t'êr dibe.
[21] Mirin û jîyîn destê zimên in, yê ku jê h'iz dikin ji berêd wî dixwin.
[22] K'î jinê dibîne, xêr û xiznê dibîne û ji Xudan r'e'm-k'eremê distîne.
[23] K'esîb bi lava-dîleka dipirse, lê dewletî h'işk cabê dide.
[24] Merivê xweyê gelek heval, bela serê wî ye, lê heval jî hene ji birakî çêtir in.