Skip to content
Opens in a new window

[1] Şerav k'entî ye û avce şer'tî ye, yê xwe dide van, ne serwaxtî ye.

[2] Sawa p'adşê mîna mir'înîya şêr e, yê wî dike hêrsê ye, ew xwe dike neheqîyê ye.

[3] H'evza xwe şer'kirinê, qedirê merîya ye, lê her bêh'iş ser şêr' bengî ye.

[4] Xwer'anedîtî we'deda e'rdê r'anake, nandirûnêda wê lê biger'e, lê p'eyda neke.

[5] Meremê dilê mêriv avêd k'ûr in, lê merivêd bîlan wan hildiç'inin.

[6] Gelek merî qencîyêd xwe dikin dengîne, lê merivêd amin k'î dikare bibîne?

[7] Yê bi heqîyê r'îya r'astda çûyî, peyr'a wê bextewar bin zar'êd wîye bûyî.

[8] P'adşayê li ser t'extê dîwanê, bi ç'e'va her xirabîyê dide hildanê.

[9] K'î dikare bêje: «Min dilê xwe paqij kir û guneyêd xwe jî ji xwe dûr xist»?

[10] Du kevirêd mêzînêye ne weke hev, du pîvanê ne weke hev, h'eramîne li ber Xudan her du weke hev.

[11] H'eta qencî yan xirabîya xeysetê zar'ê jî bi kirêd wî k'ifş dibin.

[12] Guhê ku dibihê û ç'e'vê dibîne, her du jî Xudan çêkirine.

[13] Xewê h'iz neke, ku k'esîb nebî, ç'e'vê xwe veke, ku bi nan t'êr bî.

[14] Yê dik'ir'e dibêje: «Ne r'ind bû! Ne r'ind bû!» lê gava diçe, hingê p'aydar bû.

[15] Zêr' û cewar gelek hene, lê zarê bîlan hê xişirê biha ye.

[16] Yê bû wek'îlê xerîbekî, qap'ûtê wî hilde, yê bû wek'îlê nenasekî, k'efîl ji wî hilde.

[17] Nanê derewîyê mêriv xweş tê, lê paşê mîna parî gewrîyêda dimîne

[18] Merem bi şêwirê tê e'seyîkirinê, bi r'êdîtinê şer' bide kirinê.

[19] Yê gilîger'o sur'ê bela dike, h'evza xwe ji yê devbela bike.

[20] Yê nifir'k'arê dê û bava be, k'ûrayîya şevêda ç'ira wîyê vêse.

[21] Ew milk'ê ku pêşda bi lezo-bez hatîye destxistin, wê axirîyêda duayê lê wê neyê kirin.

[22] Nebêje: «Ji ber xirabîyêva ezê xirabîyê bikim» sebira Xudan bike û ewê te xilaz ke.

[23] Li ber Xudan du kevirêd mêzînêye ne weke hev h'eramî ne û mêzîna qelp neheqî ye.

[24] Gavê meriv ji Xudanda têne avîtinê, îdî r'îya xwe çawa dikare ew fe'm bike?

[25] Berî sozdayîna dîyarîya xwe, tu r'ind bide aqilê xwe, ku p'oşman nebî û bik'evî t'ela xwe.

[26] P'adşê serwaxt bi kam nep'aka dide lêdanê û çawa melh'eb wan ji bêderê dide hildanê.

[27] Îsafa mêriv ç'ira Xudan e, k'ûrayîya dila e'nene dike.

[28] Dilşewatî û r'astî xweykirîyê p'adşê ne, ew jî bi dilşewatîyê t'extê xwe dişidîne.

[29] R'ewşa cahila qewata wanda ye, r'ûmeta mezina r'û-gulîyê sipî ye.

[30] Derbêd birînê xirabîyê dûr dixe, lêdan jî nav-dil paqij dike.

Meselêd Silêman — Chapters