Skip to content
Opens in a new window

[1] Mêzîna qelp li ber Xudan h'eramî ye, lê mêzîna r'ast li Wî xweş tê.

[2] Gava k'ubarî tê, bêhurmetî jî tê, lê serwaxtî t'evî şkestîya ye.

[3] H'elalîya r'asta wê r'êberîya wan bike, lê h'ilek'arîya fêlbaza wê k'oka wan bîne.

[4] R'oja xezebê hebûk k'arê nade, lê r'astî ji mirinê xilaz dike.

[5] R'astîya k'amila r'îya wan r'ast dike, lê neheq pê neheqîyêd xwe dik'evin.

[6] R'astîya r'asta wê wan xilaz ke, lê xayîn pê xayîntîya xwe tê girtinê.

[7] Gava merivê nep'ak dimire, gumana wan jî unda dibe û meremê neheqa nayê sêrî.

[8] Yê r'ast wê ji tengasîyê xilaz be û dewsa wî yê neheq dik'evê.

[9] Merivê bêxwedê pê devê xwe heval-hogira unda dike, lê yêd r'ast bi zanistîyê xilaz dibin.

[10] Li ser açixîya r'asta bajar şa dibe û ser k'etina xiraba dengê şayê tê.

[11] Bi duayê r'asta bajar gul dide, lê bi devê nep'aka xirab dibe.

[12] Kêmaqil cînarê xwe bêhurmet dike, lê merivê aqil xwe ker' dike.

[13] Gilîger'o sur'ê e'yan dike, lê şîrh'elal wê yekê vedişêre.

[14] Ji bêse'vîtîyê cime't unda dibe, lê bi k'oma şêwirkira xilaz dibe.

[15] Yê dibe wek'îlê deyndarîya yekî nenas, ew xirabîyê li xwe dike, lê yê ku xwe ji wek'îltîya deyndarîyê dûr digire, ew bêxof e.

[16] Jina e'sil qedir distîne, lê merivê zordar t'enê hebûkê.

[17] Merivê r'e'm qencîyê li xwe dike, lê merivê bêr'e'm xirabîyê li xwe dike.

[18] Merivê nep'ak kirê p'ûç' dike, lê yê r'astîyê dir'eşîne xweyê maşê xwe ye.

[19] Çawa yê r'astîyêda mayî diçe berbi jîyînê, usa jî yê xwe li xirabîyê girtî berbi mirinê.

[20] Xweyê dilê xirab li ber Xudan h'eram in, lê yê ku r'îya bêqusûrda diçin şîrinê Wî ne.

[21] T'u car neheq bê bela namîne lê zur'eta r'asta wê xilaz be.

[22] K'ulfeta bedewe bêfe'm, çawa xelaqa zêr'în finca berazda.

[23] Xwestina r'asta t'enê qencî ye, lê meremê nep'aka xezebe.

[24] Hinek bi mer'danîyê zêde dikin, hinek jî bi timayê kêm dikin.

[25] Nandarê sih'et û qewat be, avdarr'a jî avê bê dayînê.

[26] K'î genim vedişêre nifir'a xelqê ser e, lê yê ku difiroşe dua li ser e.

[27] Yê demana qencîyêda ye xatir distîne, lê yê xirabîyê diger'e ew jî tê serê wî.

[28] Yê gumana xwe danîye li ser hebûka xwe wê bik'eve, lê r'astê mîna ç'iqilê şîn guldin.

[29] Yê zirarê dide mala xwe, bayê bibe milk'ê wî û yê axmax dibe xulamê yê serwaxt.

[30] Berê r'asta dara jîyînê ye û yê serwaxt delalîyê xelqê ye.

[31] Heger ser dinê r'ast heqê xwe distînin, nep'ak û xirabê hê bistînin.

Meselêd Silêman — Chapters