[1] Dilê p'adşê destê Xudanda mîna cewêd ava ne, k'îyalîda ku dixwaze, Wî alîyîda dadiger'îne.
[2] R'îya her merivî li ber ç'e'vê wî r'ast k'ifş dibe, lê Xudan dila dide li ser mêzînê.
[3] Ç'e'vê Xudanda r'astî û heqî kirin, ji qurbandayînê çêtir in.
[4] Ç'e'vê k'ubar, dilê babax awa gotî ç'ira r'îya nep'aka, gune ye.
[5] T'ivdîra merivê xîret e'se k'arê tîne, lê her kesê lez k'etî e'se zirarê tîne.
[6] Bi zimanê derew xizna qazinckirî, mîna hulm-gulma ku derbaz dibe, dike t'ela mirinê.
[7] Zordarîya nep'aka wan r'adiqetîne, çimkî ew naxwazin pey r'astîyê bin.
[8] R'îya merivê neheq xaro-maro ye, lê yê bêsûc r'ast diçe.
[9] Qenc e qulç'ekîda li ser xênî bijîn, ne ku t'evî jina şer'ûd xanekêda.
[10] Nefsa merivê xirab xirabîyê dixwaze, hevalê wî jî ç'e'vê wîda xêrê nabîne.
[11] Gava pêk'enî tê cezakirinê, dilsax serwaxt dibe û gava yê serwaxt tê şîretkirinê, ew zanistîyê distîne.
[12] Yê ser r'astîyê dîna xwe dide mala nep'ak û nep'ak ji dest xirabîyê ser-sêrî tê.
[13] K'î t'ilîya dike guhê xwe ku dengê k'esîb nebihê, ewê jî têke gazî û dengê wî neyê bihîstinê.
[14] P'êşk'êşa dizîva hêrsê datîne, xelata p'aşilêda, xezebê diseqir'îne.
[15] Heqîkirin şabûna r'asta ye, lê bona yê neheq ew yek merez e.
[16] Merivê ku ji r'îya bîlantîyê dadiger'e, ew dik'eve nava civata xeyala.
[17] Yê k'êfê h'iz dike, ewê k'esîbîyê bibîne, ewê şeravê û bez h'iz dike, wê dewletê nabîne.
[18] Bona yê r'ast, nep'ak berva tê dayîn, bona heqa jî, yê bêamin tê dayînê.
[19] Qenc e merî çol-bestada bijî, ne ku t'evî jina şer'ûd û bed.
[20] Mala serwaxtda t'ijî r'ûn û xizne ye, lê yê bêh'iş hebûka xwe qurta xweda dike.
[21] Yê nêta wî li ser r'astîyê û r'e'mê ye, ewê e'mir, r'astîyê û r'ûmetê bibîne.
[22] Yê serwaxt hildik'işe bajarê mêrxasa, kela wane ku ew têda guman in, hildişîne.
[23] Yê devê xwe û zimanê xwe dikare, ew xwe ji qede-bela xwey dike.
[24] Merivê xwer'azîyî, ku kirêd wî bi k'ubarîyê û babaxîyê ne, navê wî: «Pêk'enî» ye.
[25] Temê bêxîret wî dikuje, çimkî destê wî xebatê naxwaze,
[26] her r'oj ç'e'vê wî desta ye, lê yê r'ast dide û ber nak'eve.
[27] Xudan ji qurbana nep'ak zivêr e, îlahî gava bi nêta xirab dide.
[28] Şe'dê derew wê unda be, lê yê guha bihîstî şe'detîya wî dimîne.
[29] Merivê nep'ak r'ûyê xwe dişidîne, lê yê r'ast r'îya xwe qedîm dike.
[30] T'u serwaxtî, bîlantî û şêwir t'une ku himberî Xudan bisekine.
[31] Hesp bona şêr' tê hazirkirinê, lê serk'etin bi destê Xudan e.