Skip to content
Opens in a new window

[1] Lawê min! Heger tu gotinêd min qebûl kî û t'emîyêd min cem xwe xwey kî,

[2] usa ku guh bidî serwaxtîyê û dilê xwe li ber bîlantîyê vekî,

[3] heger gazî aqil kî û deng bidî bîlantîyê

[4] û tu wê biger'î çawa zîv û peyk'evî bibînî mîna xiznê,

[5] tê hingê xofa Xudan fe'm bikî û xwedênaskirinê bizanibî.

[6] Çimkî Xudan e yê serwaxtîyê dide, zanistî, bîlantî jî ji devê Wî dertên.

[7] Ew bona r'asta açixîyê xwey dike, Ew mert'al e bona yêd r'êda bêlek'e ne.

[8] Ew miqatîyê r'îyêd r'astîyê dike û şiver'îya aminêd Xwe xwey dike.

[9] Hingê tê r'astîyê, qirarê, heqîyê, fe'm bikî û serda jî her şiver'îyêd qenc.

[10] Gava serwaxtî bik'eve dilê te û zanebûn li r'uh'ê te xweş bê,

[11] hingê firasetê te xwey ke û aqilê miqatîyê li te bike,

[12] wekî te ji r'îya xirab û wan merivêd mixenete derewîn xilaz ke,

[13] k'îjan ku ji r'îya r'ast derk'etine, ku r'îyêd te'rîstanîyêda her'in,

[14] k'îjan ku xirabîyêd xwer'a şa dibin û neheqîyêd xwer'a dir'eqisin,

[15] r'îyêd k'îjana xaro-maro ne û şiver'îyêd xweda dixalifin.

[16] Wekî te ji k'ulfeta xerîb xilaz ke, ji k'ulfeta ner'êdaye xweyê zarê h'ilek'ar,

[17] ji ya ku destê xwe ji h'elalê cahiltîya xwe kirîye û peymana ber Xwedêyê xwe bîr kirîye.

[18] Mala wê berbi mirinê dibe û şiver'îyêd wê jî alîyê mirîyada.

[19] Ewêd ku xwe li wê digirin, t'u car venager'in û îdî nikarin bêne li ser r'îya jîyînê.

[20] Bona vê yekê tu r'îya qencada her'e û xwe li şiver'îyêd r'asta bigire,

[21] çimkî r'astê bijîn li ser e'rdê û k'amilê li ser wê bimînin,

[22] lê nep'akê ji ser r'ûyê e'rdê unda bin her'in û k'oka bêamina wê bê hatinê.

Meselêd Silêman — Chapters