Skip to content
Opens in a new window

[1] Pê r'oja sibê nefir'e, çimkî tu nizanî ew r'ojê çi bîne.

[2] Bira xelq pesinê te bide, ne ku devê te, yê xerîb, ne ku zarê te.

[3] Kevir giran e û qûm jî bar e, lê hêlanê axmaxa ji her duya girantir e.

[4] Xezeb bêîsaf e û hêrs lêyî ye, lê k'î dikare li ber k'umr'eşîyê bisekine.

[5] Hilatina aşkela, ji h'izkirina veşartî çêtir e.

[6] Birînêd pêşewitîya amin in, r'amûsanêd neyara p'ir' in.

[7] Zikê t'êr p'ê li hingivê hêlûnê dike, lê bona zikê bir'çî her tiştê te'l şîrin e.

[8] Merivê cî-warê xwe hiştî, çawa ç'ivîka hêlûna xwe hiştî.

[9] R'ûn û bixûr dil şa dikin, şîrinaya hevaltîyê jî ji şîretêd qenc.

[10] Dest ji hevalê xwe û hevalê bavê xwe nek'işîne, r'ojê xweye oxirmê giranda neçe derê birê xwe, cînarê nêzîk ji birakî dûr çêtir e.

[11] Kur'ê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarêd xwe bidim.

[12] Yê aqil xirabîyê ku dibîne h'evza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne.

[13] Yê bû wek'îlê xerîbekî, qap'ûtê wî hilde, yê bû wek'îlê jineke nenas, k'efîl ji wî hilde.

[14] Yek ku her sibeha zû r'abe û bi deng bilind dua yekî bike, ev yekê ber ç'e'vê wî merivî nifir' bê h'esabê.

[15] R'oja ç'ilke-ç'ilka baranê û jina bede-şer'ûd mîna hev in,

[16] yê ku bixwaze wê bigire, ew çawa bixwaze bayê bigire, yan jî çawa k'ulma xweye r'astêda r'ûn xwey ke.

[17] Çawa h'esin bi h'esin tê tûjkirinê, usa jî meriv h'esinê hevalê xwe ye.

[18] Yê ku dara hêjîrê xwey dike, berê wê dixwe û yê ku axayê xwe xwey dike, tê qedirkirinê.

[19] Çawa avêda r'û li ber r'û ye, usa jî dil mêriv, mêriv dide k'ifşê.

[20] Çawa dîyarê mirîya û gelîyê hey-wayê t'êr nabin, usa jî ç'e'vêd mêriv t'êr nabin.

[21] Çawa fir'ne zîv dicêr'ibîne û k'ûre jî zêr', usa jî meriv bi pesindayînê tê cêr'ibandinê.

[22] Heger axmax t'evî de'n bi mêrk'ut bik'utin, yek e dîsa ew ji axmaxtîya xwe venager'e.

[23] Li ser h'alê pezê xweda r'ind binihêr'e û dîna xwe bide kerîyêd xwe,

[24] çimkî dewlet her t'im namîne û t'ac qur'ne-qur'ne namîne.

[25] Şînayî tê dirûnê, ç'êra nû dertê, gîhayê serê ç'îya lod dikin,

[26] k'incêd te ji berxa tên û nêrî jî bona heqê e'rdê ne.

[27] Şîrê bizinê besî xwarina te, xwarina mala te û îdara carîyêd te ye.

Meselêd Silêman — Chapters