[1] Lawê min! Dîna xwe bide serwaxtîya min û guhê xwe bide ser bîlantîya min,
[2] wekî firaseta te hebe û lêvêd te zanebûnê xwey kin.
[3] Çimkî ji lêvêd jina xerîb, çawa hingivê hêlûnê jê biniqite û devê wê jî ji r'ûn nermtir e,
[4] lê axirî te'l e mîna zirîç'kê û bir'aye mîna şûrê dudevî.
[5] Nigêd wê berbi mirinê dibin û gavêd wê digihînine dîyarê mirîya.
[6] R'îya jîyînêda ew t'u car naçe, r'ê-dirbê wê sibe-êvarê ew ne yek in, tu xwexa nizanî ew k'uda diçe .
[7] De niha lawno, guh bidine min, ji gotinêd devê min dûr nek'evin.
[8] Ji wê k'ulfetê xwe dûr xwey kin û nêzîkî derê mala wê nebin,
[9] wekî qewata xwe nedî hineke din û salêd xwe nedî yekî zulmk'ar.
[10] Nebe ku hineke din pê qewate te t'êr bin û k'eda te bik'eve mala xelqê
[11] û tu axirîyê axe-ax nekî, gava goştê canê te bih'ele-bimaşe,
[12] hingê bêjî: «Min çima şîret qebûl nekir û dilê min hilatin bêhurmet kir,
[13] min dengê şîretk'arêd xwe nebihîstin û guhêd xwe nedane li ser dersdarêd xwe?
[14] Hindik mabû ez li ber ç'e'vê k'omê û cime'tê bik'etama nava her xirabîyê».
[15] Tu ava ji h'ewzê xwe vexwe û ya ku ji bîra te derdik'eve.
[16] Bira kanîyêd te k'ûçêda bela nebin, nixalêd avê meydanada neher'ikin.
[17] Bira ew t'enê yêd te bin, ne ku yêd te û xerîba bin.
[18] Kanîya te bira bimbarek be û pê jina xortanîya xwe şa be,
[19] bira ew xezala h'izkirî be û ew kara h'ewask'ar be, sîng-berê wê her gav te t'êr kin û her t'im maşoqê h'izkirina wê be.
[20] Çima lawê min, bibî maşoqê jina zinêk'ar û sîng-berê jina xerîb tu h'emêz kî?
[21] Çimkî r'ê-dirbêd mêriv li ber ç'e'vê Xudan in û Xudan haş ji h'emû gavêd wan heye.
[22] Xirabê pê e'melêd xweye xirab bê girtinê û pê werisê gunêd xwe bê girêdanê.
[23] Ewê ji dest şîretqebûlnekirinê bimire û ji dest gele axmaxtîya xwe wê unda be.