[1] Serwaxtî gazî dike û bîlantî dike dengî!
[2] Ew li hêlanêd jorin devê r'îya û nava şiver'îyada disekine.
[3] Ew li ber dergehê ku dik'evine bajêr, li ber derîyê k'îjanîr'a derbaz dibin dike gazî:
[4] «Ez gazî we dikim gelî meriva û deng didime ewledêd însên!
[5] Gelî bêh'işa, serwaxtîyê hîn bin, gelî axmaxa h'iş bikine serê xwe.
[6] Bibihên, çimkî ezê tiştêd maqûlî bêjim û devê xwe vekim bona tiştêd r'ast.
[7] Devê minê r'astîyê bêje, çimkî nep'akî, zarê minr'a h'eramî ye.
[8] H'emû gotinêd devê min bi r'astîyê ne, nava wanda tiştêd qelp û xar t'unene.
[9] Evana h'emû fe'mdarîne bona yê aqil û evana r'ast in bona yêd zanistî standine.
[10] Dersê min hildin, ne ku zîv, zanistîyê, ne ku zêr'ê xas.
[11] Çimkî serwaxtî ji lal û dur'a çêtir e û her tiştêd dilê mêrivda biha, weke wê nabe.
[12] Ez, serwaxtî, firasetêda dimînim, fe'mîna zanebûnê e'yan dikim.
[13] Xofa Xwedê xirabî jenandin e, k'ubarî, babaxî û r'îya xirab usa jî zarê mixenet ber ç'e'vê min r'eş in.
[14] Şêwir şêwira min e, firaset firaseta min e, ez im bîlantî, qewat qewata min e.
[15] Pê min p'adşa p'adşatîyê dikin, mîr qirarêd r'astîyê didin.
[16] Pê min serwêr serwêrîyê dikin, usa jî e'silzade û h'emû h'akimêd r'ast.
[17] Ez h'izkirîyê xwe h'iz dikim, yêd bi dil min diger'in min dibînin.
[18] Dewlet û r'ûmet cem min in, xizna nep'ûç' û çerxa r'ast.
[19] Berê min ji zêr' çêtir e, ji zêr'ê zer jî, feyda min jî ji zîvê jibare.
[20] Ez r'îya r'astîyêda diger'im û nava şiver'îyêd heqîyêda,
[21] wekî hebûkê bidime h'izkirîyêd xwe û xizindangêd wan ez dagirim.
[22] Dema destpêkirina şixulê Xudan, ez cem Wî bûm, hê berî kirinêd Wîye pêş.
[23] Ez hê berî her-heyê hatime qedîmkirinê, serê sêrîda, berî pêşdahatina dinyayê.
[24] Ez berî bêbinîya bûme, hê berî kanîyêd avêd gur'.
[25] Hê ç'îya-banî cî-war nebûyî, berî gira ez bûme.
[26] Gava Ewî hê ne e'rd, ne deşt e'firandibû û ne jî hê axa dinyayê,
[27] gava Ewî e'zman çê dikirin ez li wir bûm. Gava li ser r'ûyê ava bêbinî gilover'î k'işand,
[28] gava Ewî e'zmanada e'wr didane sekinandinê, kanîyêd bêbinîya qayîm-qedîm dikirin,
[29] gava sînorê be'rê danî ku av fermana Wî dernek'eve, gava h'îmê dinê davît,
[30] hingê ez li cem Wî çîredest bûm. Ez şabûna Wîye her r'oj bûm, her t'im li ber Wî şa dibûm,
[31] ez bi her tiştêd dinya Wîda şa dibûm û eşqa min ewledêd însên bû.
[32] Û niha, gelî zar'a, guhdarîya min bikin. Xwezî li wan, yêd ku r'ê-dirbêd min xwey dikin!
[33] Guh bidine şîreta hûnê serwaxt bin, pişt guhê xweva wan nevêjin.
[34] Xwezî li wî merivî ku min dibihê, her r'oj ç'e'vê wî li ser dergehê min e û dîna wî li derîyêd min e.
[35] Çimkî k'ê ez dîtime, jîyîn dîtîye û ji Xudan wê k'eremê bistîne,
[36] lê yê ku min ji destê xwe bike, ew zirarê dide nefsa xwe û h'emûyêd ku dijenine min, ew mirinê h'iz dikin».