[1] Kur'ê serwaxt guh dide dersê bavê xwe, lê yê pêk'enî guh nade hilatinê.
[2] Meriv bi berê devê xwe xweşîyê dixwe, lê nefsa neamina zordarîyê dixwaze.
[3] Yê devê xwe dikare, ew xwe xwey dike, lê yê devê xwe gelekî vedike, wê unda be.
[4] Nefsa xwer'anedîtî dixwaze, lê tiştekî wî t'une, lê nefsa merivê xîret t'êr-t'ijî dibe.
[5] Merivê r'ast ji gotina derew zivêr dibe, lê nep'ak xwe dike r'obet, şermî dibe.
[6] R'astî r'asta xwey dike, lê nep'akî gunek'ar sersêrî tîne.
[7] Hene merî xwe k'ifş dikin ku dewletî ne, lê bê tişt in, merî jî hene ew k'ifş dikin ku k'esîb in, lê gelekî dewletî ne.
[8] Meriv ji ber nefsa xweva hebûka xwe dide, lê xema yê belengaz nîne.
[9] Ç'ira merivêd r'ast wê şewq bide, lê ç'ira yê nep'aka wê vêse.
[10] Ji k'ubarîyê t'enê şer'-de'w dertên, lê serwaxtî cem şîrethildaya ye.
[11] Hebûka h'eramîyê hatî, h'eramîyê jî diçe, lê bi xûdana h'elal k'edkirî wê zêde be.
[12] Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne, lê gihîştina merem, mîna dara jîyînê ye.
[13] Yê xeberê bêhurmet dike, ew zîyanê ser xweda tîne, lê yê ji t'emîyê ditirse, wê maşê xwe bistîne.
[14] Hînkirina yê serwaxt kanîya jîyînê ye, ku mêriv ji t'or'a mirinê dûr bigire.
[15] Fe'mê qenc me'rîfetîyê tîne, lê r'îya yêd bêamin ze'met
[16] Her kesê aqil bi zanistîyê dike, lê yê axmax, axmaxtîyê dide k'ifşê.
[17] Qasidê xirab xeta-bela ye, lê yê amin derman e.
[18] Yê şîreta qebûl neke belengazî û qarê bên serê wî, lê yê guh dide hilatinê, qedirê wîyê bilind be.
[19] Xwestina mêriv ku tê sêrî dil şa dibe, lê yê axmax xwe ji xirabîyê paşdagirtinê zivêr e.
[20] Hevalê serwaxta serwaxt dertê, hevalê axmaxa xirab dertê.
[21] Xirabî tê serê gunek'ara, lê qencîyê r'astar'a bê dayînê.
[22] Merivê qenc milk' dihêle nevîyêd xwer'a, lê hebûka gunek'ara bona r'asta tê t'opkirinê.
[23] E'rdê belengazada gelek r'isq heye, lê ji dest neheqîyê dest wan diçe.
[24] Yê şiva şîretê nade xebatê, ew zar'a xwe h'iz nake, lê yê h'iz dike, ew zar'otîyêda bi t'erbet şîret dike.
[25] Yê r'ast dixwe ç'e'vê wî xwarinêda namîne, lê zikê yê nep'ak nizane t'êrbûn çî ye.