[1] Navê qenc ji hebûka p'ir' qenctir e, qedir ji zêr' û zîv çêtir e.
[2] K'esîb û dewletî r'astî hev tên, ew her du jî Xudan xuliqandine.
[3] Yê aqil xirabîyê ku dibîne h'evza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne.
[4] Berê milûktîyê û xofa Xudan hebûk, qedir û jîyîn in.
[5] R'îya merivê ner'astda stirî û t'ele ne, yê nefsa xwe xwey dike, ew ji wan dûr e.
[6] Zar'otîyêda r'îya r'ast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nek'eve.
[7] Dewletî k'esîba bindest dike, deyndar dibe xulamê deyndayî.
[8] Yê xirabîyê dir'eşîne, wê tengasîyê bidirû û şiva hêrsa wî wê bişkê.
[9] Duayê li mer'd bê kirinê, çimkî ew nanê xwe belayî k'esîba dike.
[10] Berî pêk'enî de, şer'ê dûr k'eve, qalme-qalm û bêhurmetkirinê biseqir'in.
[11] Yê dilê paqij h'iz dike, gul-nûr ji dêv dibare û p'adşa li wî pismam e.
[12] Ç'e'vê Xudan zanistîyê xwey dikin, lê gotinêd yê qelpî-mixenet wêran dike.
[13] Xwer'anedîtî dibêje: «Şêr derva heye! K'ûçada ezê bême kuştinê».
[14] Devê ç'e'vdera ç'e'la k'ûr e, yê hêrsa Xudan ser, wirda dik'eve.
[15] Axmaxtî dilê zar'êva girêdayî ye, lê şiva şîretê wê yekê ji wî dûr dixe.
[16] Yê ku k'esîb dêşîne, ku ew xwexa dewletî be, yan jî yê dide dewletî, ew her duyê jî bik'evine t'unebûnê.
[17] Guh bide û gotinêd serwaxta bibihê û dilê xwe bide zanistîya min.
[18] Heger tu van dilê xweda xwey kî, evê te şa kin û li ser zarê te bimînin.
[19] Awa ev yek, min îro tu dayî h'esandinê, wekî gumana te li ser Xudan be.
[20] Gelo min bona te sî şêwir û şîret ne nivîsîne?
[21] Wekî fe'mîna gotinêd r'aste amin te hîn kim, ku caba yêd ji te dipirsin tu r'ast bidî.
[22] K'esîb t'alan neke, ku ew belengaz e û zorê li yê bêç'areyî li ber dîwanê neke,
[23] çimkî Xudan piştovanê wan e, Ewê jî e'mirê yê ku ew şêlandine bişêlîne.
[24] T'evî merivê hêrs hevaltîyê neke, û t'evî merivê zû quloz dibe r'ê neçe,
[25] nebe ku tu r'ê-dirbêd wî hîn bî û nefsa te bik'eve t'elê.
[26] Ji ber deynva nebe wek'îl mîna ewê ku dest dide,
[27] gava t'unebe tu berva bidî, çima nivîna bin te bibin?
[28] Nîşana sînorê kal-bavêd te danîne, ji cî neh'ejîne.
[29] Te ew merivê şixulk'arê xwe dîtîye? Ew li ber p'adşa disekine, ne ku li ber merivê bêkêr disene.