[1] Ewledno! Guh bidine şîretêd bavê û dîna xwe bidinê, wekî aqil hûn hîn bin.
[2] Çimkî ezê dersêd qenc bidime we, pişta xwe nedine hûn hînkirina min.
[3] Çaxê ku ez kur'ê bavê xwe bûm, delalîyê dîya xweyî tayê t'enê bûm,
[4] ewî ez hîn dikirim û digot: «Bira dilê te pey gotinêd min be, t'emîyêd min xwey ke û tê bijîyî.
[5] Serwaxtîyê bistîne, aqil bistîne, vê yekê bîr neke û ji gotinêd devê min daneger'e.
[6] Serwaxtîyê ber'nede û ewê te xwey ke, tu wê h'iz bike, ewê piştovanê te be.
[7] Serî serwaxtî ye, serwaxtîyê bistîne û bira aqil li ber dilê teda ji h'emû hebûka te şîrintir be.
[8] Tu qîmetê wê bizanibe, ewê te bilind ke, heger tu wê h'emêz kî, ewê qedirê te bigire.
[9] Ewê k'ofîya r'ewş-k'eremê bide serê te, pê t'acê bedewî r'ûspîtîyê te xelat ke».
[10] Bibihê, lawê min, gotinêd min bike serê xwe û salêd e'mirê teyê dirêj bin.
[11] Ez r'îya serwaxtîyê nîşanî te dikim, şiver'îyêd r'astîyêda ezê te bibim.
[12] Gava tu r'ê her'î, tiştê nek'eve ber nigê te û gava tu bir'evî tê neşimitî nek'evî.
[13] Şîretê min qewîn bigire û destê xwe ji wê neke, tu wê xwey ke, çimkî ew e e'mirê te.
[14] Nede ser r'îya nep'aka û r'îya xirabada neger'e,
[15] h'evza xwe ji wê bike, wê r'êyêda neçe, jê dûr k'eve wêda her'e.
[16] Çimkî evana h'eta xirabîyê nekin, ew nikarin r'azên, xew ç'e'vê wan nak'eve h'eta ku yekî neşimitînin nevêjin.
[17] Evana nanê xirabîyê dixwin û şerava zordarîyê vedixwin.
[18] Lê belê r'îya r'asta mîna r'onayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê, h'eta ku t'emamîya r'ojê r'onayî dibe.
[19] R'îya neheqa çawa şever'eşêda ku ew nizanin wê çi p'elî k'evin.
[20] Lawê min! Dîna xwe bide xeberêd min û guhê xwe bide ser gotinêd min,
[21] bira evana ji ber ç'e'vê te neçin, dilê xweda tu van xwey ke.
[22] Çimkî evana e'mir in bona ewê ku dibîne û derman in bona h'emû nefsa wî.
[23] Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be, çimkî kanîya e'mir ji wî dertê.
[24] Devê derewîn ji xwe dûr xe, zarê h'ilek'ar dûrî te be.
[25] Bira ç'e'vêd te r'aste-r'ast binihêr'in û dîna bijangêd te li pêşîya te bin.
[26] Şiver'îya gavêd xwe e'nene ke û h'emû r'îyêd te şidîyayî bin.
[27] R'ast û ç'ep nexalife, ji xirabîyê nigê xwe dûr xe.