[1] R'ev dik'eve nep'ak, bêyî ku yek pey k'eve, lê yê r'ast mîna şêra minetê nak'işînin.
[2] Gava welat serh'işk dibe, gelek serwêr jî zêde dibin, lê bi saya merivekî aqil û zane dirêj dimîne.
[3] Merivê me'rimî ku tengasîyê dide k'esîba, mîna te'vîya baranêye ku zevîyê dişo dibe.
[4] Yêd ku guh nadine qanûnê, pesinê nep'aka didin, lê yêd ku qanûnê xwey dikin, himberî wan disenin.
[5] Merivê xirab heqîyê fe'm nakin, lê yê Xudan diger'in, t'am fe'm dikin.
[6] Qenc e belengazê ku r'îya xweye aminda diçe, ne ku dewletîkî xalifî.
[7] Yê qanûnê xwey dike kur'ekî aqil e, lê yê dibe hevalê p'ir'xure-p'ûç', bavê xwe dide şermê.
[8] Yê ku hebûka xwe bi k'ar û selefa zêde dike, ew bona yê ku dest davêje k'esîba t'op dike.
[9] Ewê ku t'ilîya dike guhê xwe ku qanûnê nebihê, duayê wî jî h'eta zivêr e.
[10] Ewê ku yê r'ast berbi r'îya xirabîyê dibe, ewê xwexa bik'eve ç'e'la xweye k'olayî. Lê yê bêlek'e wê xêr-xweşîyê war bin.
[11] Merivê dewletî li ber ç'e'vê xwe serwaxt k'ifş dibe, lê k'esîbê aqil gilîya jê dik'işîne.
[12] Gava r'ast eşq û şa dibin, r'ûmeta mezin e, lê gava nep'ak h'ir' dibin, meriv xwe vedişêrin.
[13] Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur' tê û dihêle, wê r'e'mê bibîne.
[14] Merivê her gav xwedêxof, xwezilî ye, lê yê dilê xwe dike kevir, çerxa wî ç'ep dibe.
[15] Nep'akê ku serwêrîya miletê belengaz dike, mîna şêrê mir'e-mir'e û h'ir'ç'ê bir'çî ye.
[16] Serwêrê sersax gelekî tengasîyê dide, lê yê hebûka h'eram h'iz nake, e'mirê xwe dirêj dike.
[17] Merivê xûna însên ser stûyê wî, h'eta gor'ê dir'eve, bira t'u kes wî negire.
[18] Merivê r'êdayî bêlek'e, ewê her'e bêzede, lê yê li r'îyêd xaro-marda zû dik'eve.
[19] Yê e'rdê xwe bêcer dike, wê nanê xwe t'êr bixwe, lê yê dide pey tiştê p'ûç', dibe hêsîr-k'esîbek.
[20] Ew meriv amin e, xweyê xêr û berek'et e, lê yê dilezîne dewletî be, bê bela namîne.
[21] Dur'ûtîkirin nebaş e, lê meriv bona parî nan dikare xwe gunek'ar ke.
[22] Merivê ç'e'vbir'çî dike ku dewletî be, lê nizane ku belengazîyê serda bê.
[23] Kirê mêriv bidine r'ûyê wî axirî hê xêr e, ne ku bi zimên h'ilek'arîyê bikin.
[24] Ewê ku dizîya dê û bavê xwe dike û dibêje: «Eva ne gune ye», ew hevalê diz-qaçaxa ye.
[25] Xweyê dilê tima şêr' t'evr'a dike, lê yê xwe dispêre Xudan gul dide.
[26] Yê xweda guman e, ew axmax e, lê yê serwaxtîyêda dijî wê azad be.
[27] Alîk'arê belengaza ew nabîne te'lî-tengîya, lê ewê ku pişt dide wî, ew nifir'a tîne li ser xwe.
[28] Gava nep'ak h'ir' dibin, xelq xwe vedişêre, lê gava ew dik'evin, merivê r'ast zêde dibin.