Skip to content
Opens in a new window

[1] Lawê min! Dersa min bîr neke û dilê te bira t'emîyêd min xwey ke,

[2] çimkî ewê r'ojêd dirêj, e'mirê dirêj û xêr-xweşîyê bidine te.

[3] Bira dilşewatî û r'astî ji te dûr nek'evin, van stûyê xweva girêde, li ser t'extê dilê xwe binivîse.

[4] Hingê tê li Xwedê û meriva xweş bêyî û r'ûspî bî.

[5] Bi t'emamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser h'işê xwe.

[6] H'emû r'îyêd xweda tu Xwedê nas ke û Ewê h'emû şiver'îyêd te r'ast-dûz ke.

[7] Tu li ber ç'e'vê xwe xwe serwaxt nebîne, ji Xudan xof ke û ji xirabîyê dûr be.

[8] Ev yekê dermanê nefsa te be û sih'et-qewata hestûyêd te be.

[9] Hebûka xweva qedirê Xudan bigire bi h'emû berê deremetêd pêşinva,

[10] hingê e'mbarêd teyê lêvar'a t'ijî bin û ji h'ewzêd te jî meya nû bik'işe.

[11] Lawê min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava Ew li te hiltê, li ber xwe k'eve,

[12] çimkî Xudan h'izkirîyê Xwe şîret dike, çawa bavek ku kur'ê xwe h'iz dike.

[13] Xwezî li wî merivî ku serwaxtîyê dibîne û li wî merivî ku bîlantîyê distîne!

[14] Çimkî k'ara wê ji k'ara zîv zêdetir e û qazinca wê ji zêr'ê xas.

[15] Ew ji kevirêd qîmet girantir e, her tiştê ku dilê te dik'işînê weke wê nabin.

[16] Destê wêyî r'astêda r'ojêd dirêj in û destê ç'epêda jî dewlet û r'ûmet.

[17] R'îyêd wê r'îyêd xweşîyê ne û h'emû şiver'îyêd wê yêd e'dilayê ne.

[18] Ew bona yêd ku wê dest tînin dara jîyînê ye, yêd ku wê qewîn digirin bextewar dibin!

[19] Xudan pê serwaxtîyê h'îmê dinyayê danî, pê bîlantîyê e'zman qewîn-qedîm kir.

[20] Pê zanebûna Wî bêbinî derevebûne û e'wr qir'avîyê diniqitînin.

[21] Lawê min! Evana bira ji ber ç'e'vê te neçin, aqil û firasetê qewîn bigire,

[22] evê bibine e'mirê nefsa te û xişirê stukura te.

[23] Hingê tê r'îya xweda bêxof her'î û nigê teyê nelik'ume.

[24] Gava p'aldî, tê netirsî û gava xewr'a her'î, xewa teyê şîrin be.

[25] Tê ji xofa nişkêva netirsî, ne jî ji fizirdûmana nep'aka, gava li ser teda bê.

[26] Çimkî Xudanê gumana te be, Ewê nigê te xwey ke, ku nek'eve t'elekê.

[27] Gava ji destê te tê, ku alîk'arîya desttenga bikî, xwe ji vê yekê nede paş.

[28] Nebêje hevalê xwe: «Her'e careke din were, ezê sibê bidime te», wekî cem te heye.

[29] Hindava hevalê xweda t'ivdîra xirab neke, çimkî ew bi guman li cem te dimîne.

[30] Cîyê badîhewa qir'ika mêriv negire, wekî wan xirabî li te nekirîye.

[31] H'evsûdîya merivê zordar neke, t'u car xwe li r'êke wan negire.

[32] Çimkî merivê qelp, li ber ç'e'vê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqê dilê r'ast e.

[33] Nifir'a Xudan li ser mala nep'aka ye, lê Ew dua oda r'asta dike.

[34] Ew pêk'enîya dik'ene, lê k'eremê dide şkestîya.

[35] Serwaxtê r'ûmetê war bin, lê axmaxê bêr'ûmetîyê.

Meselêd Silêman — Chapters