Skip to content
Opens in a new window

[1] Qenc e pe'rî nanê h'işk bi e'dilayê, ne ku maleke t'êre-t'ijî bi şer'-de'w.

[2] Xulamê aqil h'ukumî li ser kur'ê r'obet dike û nava biratîyêda p'ara xwe milk' distîne.

[3] Çawa fir'ne zîv dicêr'ibîne û k'ûre jî zêr', lê Xudan dila dicêr'ibîne.

[4] Merivê xirab guh dide zarê neheq û derewîn guh dide zimanê zîyank'ar.

[5] Yê ku li k'esîb dik'ene, ew qedirê Xuliqdarê wî dik'eve û yê ku dilê xwe li çerxa ç'ep şa dike, ew bê bela namîne.

[6] Nevî k'ofîya r'ûspîya ne, bav r'ûspîtîya zar'a ne.

[7] Çawa xebera çê li merivê bêarî-ser'a nak'eve, usa jî zarê derew li e'silzada nak'eve.

[8] R'uşet ç'e'vê dayîda çawa kevirê qîmet e, ku berê xwe bide çi wê jêr'a li hev bê.

[9] Yê xirabîyê dinixême hevalk'ar e, lê yê dike dengî hevalder e.

[10] Hilatinek hê li fe'mdar, ne ku sed k'ulm li axmax.

[11] Merivê xirab ku t'enê serî hildide, qasidê bêîsaf wê pêşîyêda bê şandinê.

[12] Qenc e meriv h'ir'ç'ekî ç'êjikê xwe undakirî biqeside, ne ku di dema axmaxtîyêda axmaxekî.

[13] K'î ji ber qencîyêva xirabîyê bike, xirabîyê ji mala wî dûr nek'eve.

[14] Destpêbûna şêr' mîna avber'danê ye, hê şer' ku giran nebûye jê dûr k'eve.

[15] Yê nep'ak r'ast derdixe û yê r'ast gunek'ar derdixe, her du jî li ber Xudan h'eram in.

[16] Qîmetê serwaxtîyê ku destê axmaxda ye kêrî çi tê? Ku fe'm nake bik'ir'e.

[17] Heval her gav h'iz dike, bira bûye bona r'oja oxirmê giran.

[18] Merivê kêmaqil deynê xelqê hildide stûyê xwe û bona pismamê xwe dibe wek'îl.

[19] Yê şer' h'iz dike ew xirabîyê h'iz dike û yê dergehê xwe bilind dike, ew wêranbûna xwe diger'e.

[20] Merivê dilê xirab, xêrê nabîne û yê zarê mixenet bela jêr'a tê.

[21] Yê axmax pey xwe dixe, mereza wî ye û bavê yê bêar axîn-axînîya wî ye.

[22] Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal h'işkbûna hestûya ye.

[23] Yê nep'ak p'aşila xweda r'uşetê tîne, wekî r'îya r'astîyê bit'er'ibîne.

[24] Serwaxtî li ber ç'e'vê fe'mdara ye, lê ç'e'vêd axmaxa virda-wêda dinihêr'in.

[25] Kur'ê axmax k'esera bavê ye û kula dilê ya pey xwe xistî ye.

[26] Ne qence yê r'ast bidine cezayê û e'silzada xin bona heqîya wan.

[27] Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e.

[28] Axmax jî gava ku deng nake, serwaxt k'ifş dibe û yê devê xwe venake, bîlan xuya dibe.

Meselêd Silêman — Chapters