Ûnis 1
[1] Xebera Xudan Ûnisê kurʼê Amîttayrʼa hat û got:
[2] «Rʼabe herʼe bajarê Nînewaya mezin dannasîn ke û wê cimeʼtê hilê, çimkî neheqîyêd wan gihîştine li ber pʼerʼê eʼzmên».
[3] Lê Ûnis rʼabû ku ji ber çʼeʼvê Xudan birʼeve Tʼarşîşê. Ew berʼjêrî Yafayê bû, gemîk dît ku diçû Tʼarşîşê, ewî heqê rʼîya xwe dayê, kʼete gemîyê ku tʼevî wan herʼe Tʼarşîşê, wekî ji destê Xudan birʼeve.
[4] Lê Xudan bakî qayîm li beʼrê rʼakir û beʼrêda firtoneke mezin rʼabû, ew bû ku gemî hûrdexweşî bûya.
[5] Hingê gemîvan tirsîyan û her merivekî hewara xwe xwedêyê xwe anî û ew derdanêd ku gemîyêda hebûn avîtine beʼrê, wekî barê gemîyê sivik kin. Lê Ûnis çûbû kʼetibû lap binê gemîyê, pʼaldabû û kʼetibû xewa kʼûr.
[6] Serwêrê gemîyê hate cem Ûnis û gotê: «Ev çi xewtʼêşe kʼetîye çʼeʼvê te? Hela rʼabe gazî xwedê xwe ke! Belkî xwedê te me bîr bîne û em unda nebin».
[7] Hingê gotine hev: «Werin em pʼeşk bavêjin kʼa eva qezîya rʼûyê ji me kʼîjanîda hatîye li serê me» û pʼeşk avîtin, pʼeşk pʼara Ûnis kʼet.
[8] Hingê gotine Ûnis: «De niha merʼa bêje, rʼûyê kʼêda eva qezîya hatîye li serê me? Tu xweyê çi şixulî yî? Tu ji kʼu tê yî? Ji kʼîjan welatî yî û ji çi miletî yî?»
[9] Lê ewî li wan vegerʼand û got: «Ez Îbranî me. Ji Xudan Xwedêyê eʼzmên, eʼfirandarê beʼr û bejê xof dikim».
[10] Hingê xof kʼete li ser wan û gotine wî: «Te çima ev yek kirîye?» Çimkî ew merivana pê hʼesîyabûn ku eva ji destê Xudan dirʼeve, pêşda ewî wanarʼa gilî kiribû.
[11] Paşê gotinê: «Niha em te çawa bikin, wekî beʼr li me vegerʼe biseqirʼe?» Çimkî çiqas diçû pêlêd beʼrê hê rʼadibûn.
[12] Hingê Ûnis gote wan: «Min hildin bavêjine beʼrê û beʼrê li we vegerʼe biseqirʼe, çimkî ez zanim ku rʼûyê minda eva yeka hatîye li serê we».
[13] Wan meriva hê bêr dikʼişandin, dikirin ku xwe li bejê bigirin, lê ji qewata wan der bû, çimkî pêlêd beʼrê çiqas diçû hê li wan rʼadibûn.
[14] Hingê wana hewara xwe Xudan anî û gotin: «Ya Xudan, em rʼeca ji te dikin, ne be ku li rʼûyê vî merivîda em unda bin û xûna vî li cîyê heqî neheq li ser meda neyne, çimkî te Xudan, weke qirara xwe kir».
[15] Û Ûnis hildan avîtine beʼrê û beʼr ji wê tʼevrʼabûna xwe seqirʼî.
[16] Ew merivana ji Xudan gelekî tirsîyan, qurban Xwedêrʼa dan û ad qirar kirin.