Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:

[2] «T'emîyê bide zar'êd Îsraêl, wekî ter'a bona r'onayê bizirê lêdayîyî paqij bînin, ku ç'ira t'imê bişxule.

[3] Harûn gerekê Konê Civînêda, alîyê p'er'da şe'detîyê der, ç'irê saz ke, ji êvarda h'eta sibehê li ber Xudan t'imê bişxulîne. Eva nava nisilêd weda qeyde-qanûna h'eta-h'etayê be.

[4] Ç'irê gerekê li ser şemdana zêr'ê xalis li ber Xudan t'imê hazir kin.

[5] Arê xas hildî û pê wî arî donzdeh nana lêxî, her nanek gerekê du p'ar ji dehe p'arêd êfayê be.

[6] Û wan du cêrge, şeş-şeş dayne li ser t'extê bi zêr'ê xalis zêr'kirî li ber Xudan.

[7] Û bixûra safî daynî li ser her du cêrga, ku li ser nan bona Xudan bibe bîranîn çawa dîyarîya şewatê.

[8] Her r'ojêd şemîyê t'imê donzdeh nana gerekê alîyê zar'êd Îsraêlda bidine li ber Xudan, çawa peymana h'eta-h'etayê.

[9] Evanayê p'ara Harûn û kur'êd wî bin, gerekê ew vana di cîyê pîrozda bixwin, çimkî eva bona wan ji dîyarîyêd şewatêye Xudane here pîroz e. Eva qeyde-qanûna h'eta-h'etayê ye».

[10] Kur'ê jineke îsraêlî ku bavê wî misirî bû, çû nava zar'êd Îsraêl, ewî zomêda t'evî yekî îsraêlî şer' kir.

[11] Û kur'ê wê jina îsraêlî k'ifirî navê Xudan kir û nifir' kir, ew girtin anîne cem Mûsa. (Navê dîya wî Şilomît bû, ji bereka Dan qîza Dîbrî).

[12] Ew girtî hiştin h'eta ku qirara Xudan wanva e'yan be.

[13] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:

[14] «Wî merivê ku k'ifirî ji zomê derxe û h'emûyêd ku bihîstine bira destêd xwe bidine li ser serê wî û t'emamîya cime'tê wî bidine li ber kevira bikujin.

[15] Bêje zar'êd Îsraêl: ‹K'î ku nifir'a Xwedêyê xwe bike, ewê gunê xwe bik'işîne.

[16] K'î k'ifirîya navê Xudan bike ew e'se gerekê bê kuştinê, t'emamîya cime'tê gerekê wî bide li ber kevira bikuje. Heger xerîb be yan binelî, k'îjanî k'ifirî navê Xudan kir ew gerekê bê kuştinê.

[17] K'î ku merivekî xe bikuje, ew e'se gerekê bê kuştinê.

[18] K'îjan ku h'eywanekî xe bikuje, ji ber wî h'eywanîva gere bide: H'eywan ji ber h'eywênva.

[19] Heger yek zedekê li yekî din xe, ewî çawa kirîye usa ji li wî bikin:

[20] Şkênandin ji ber şkênandinêva, ç'e'v ji be ç'e'vva, diran ji ber diranva, ewî çawa zede meriv xistibe, usa jî gerekê li wî bikin.

[21] Yê h'eywan kuşt gerekê ji berva bê dayînê, lê yê merî kuşt gerekê bê kuştinê.

[22] Bona xerîba jî, bona binelîya jî qanûna we gerekê yek be, çimkî ez Xudan Xwedêyê we me›».

[23] Mûsa ev yek gote zar'êd Îsraêl û ew merivê nifir' kir ji zomê derxistine der û dane li ber kevira. Zar'êd Îsraêl usa kirin çawa ku Xudan gotibû Mûsa.

Q. K'anîntîyê — Chapters