[1] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:
[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: Heger k'ulfet pê bimîne kur'ekî bîne, hingê ew h'eft r'oja nepaqij be, weke wan r'ojêd ku ew e'detê nexweşîya k'ulfetêda ye, ew nepaqij be.
[3] Û r'oja h'eyşta kur'ik bê sinetkirinê.
[4] K'ulfet jî gerekê sî û sê r'oja xwe xweyî ke, h'eta ji xûna xwe paqij be, t'u car tiştekî pîroz nek'eve, ne jî bik'eve pîrozgehê, h'eta r'ojêd paqijbûna wê xitim bin.
[5] Lê heger qîzekê bîne, du h'eftîya nepaqij be weke e'detê nexweşîya xwe, şêst şeş r'oja xwe xweyî ke h'eta ji xûna xwe paqij be.
[6] Û gava ew r'ojêd paqijbûna bona kur' yan qîz anînê xitim bin, hingê bira ew berxeke yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê bîne û cûcûkeke kewê yan fatimokekê jî bona dîyarîya paqijbûnê bîne li ber derê Konê Civînê cem k'ahîn.
[7] Û k'ahîn van bîne li ber Xudan, k'ewandinê bona wê bike û ew ji kanîya xûnê paqij be. Ev e qanûna bona k'ulfeta kur' yan qîz anînê.
[8] Lê heger destê wêda t'une ku berxê bîne, hingê bira du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa bîne, yekê bona dîyarîya t'evayîşewatê, yekê jî bona dîyarîya paqijbûnê û k'ahîn bona wê k'ewandinê bike û ew paqij be».