[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «T'evî Harûn, kur'êd wî û h'emû zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan, ku ev e ew tiştê ku Xudan e'mir kir û got:
[3] heger ji mala Îsraêl kesek ga yan pêz yan bizinê zomêda serjêke, yan ji zomê der serjêke
[4] û neyne li ber derê Konê Civînê, li ber Konê Şe'detîya Xudan, ku Xudanr'a bike qurban, ew xûnê li ser wî merivî bê h'esabê, ewî xûn r'êtîye, ew meriva ji nava cime'ta xwe gerekê bê undakirinê.
[5] Ev yek bona wê yekê ye, ku zar'êd Îsraêl ew qurbanêd ku li çolê serjêdikin, Xudanr'a bînine li ber derê Konê Civînê cem k'ahîn, çawa dîyarîyêd heleqetîyê bona Xudan serjêkin.
[6] Û k'ahîn xûnê bir'eşîne li ser gorîgeha Xudane li ber derê Konê Civînê û bez jî bona bînxweşîyê Xudanr'a bişewitîne.
[7] Qurbanêd xwe jî ew îdî bira cinar'a nekin qurban, ku pey wan diçin bêe'silîyê dikin. Ev yeka nava nisilêd wanda bira bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê.
[8] Û bêje wan: heger yekî ji mala Îsraêl yan jî xerîbekî ku nava wanda dimîne dîyarîya t'evayîşewatê yan qurbanê bike
[9] û neyne li ber derê Konê Civînê ku Xudanr'a bide, ew meriva ji nava cime'ta xwe bê undakirinê.
[10] Heger yekî ji mala Îsraêl, yan jî xerîbekî ku nava wanda dimîne xûna h'eywanekî bixwe, ezê berê xwe bidime ew kesê xûnxwar û wî ji nava cime'ta wî unda kim.
[11] Çimkî e'mirê her bînberî xûnêda ye û min ew da we ku hûn pê wê li ser gorîgehê k'ewandinê bona e'mirê xwe bikin, çimkî xûn bona e'mir k'ewandinê dike.
[12] Lema min gote zar'êd Îsraêl: «Ji we t'u kes xûnê nexwe, usa jî xerîbê ku nava weda dimîne xûnê nexwe».
[13] Heger kesekî ji zar'êd Îsraêl, yan jî xerîbekî ku nava wanda dimîne nêç'îrêda h'eywanekî yan teyredeke ku tê xwarinê bigire, gerekê bihêle xûn jê her'e û pê xwelîyê xûnê binixême.
[14] Çimkî e'mirê her bînberî xûna wî ye, xûna wî e'mirê wî ye. Lema min gote zar'êd Îsraêl: «Xûna t'u bînberî nexwin, çimkî xûna her bînberî e'mirê wî ye, k'ê ku bixwe wê bê undakirinê».
[15] Û ew kesê ku mirar yan de'vexwarî bixwe, heger binelî be yan xerîb, gerekê k'incêd xwe bişo, pê avê xwe bişo û h'eta êvarê nepaqij be, paşê paqij bê h'esabê.
[16] Lê heger ew k'incêd xwe neşo û xwe neşo, hingê ew gune dike stûyê xwe».