Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:

[2] «Heger ç'ermê bedena merivekî bide li ber gilêya, yan gir'a, yan r'îşîya û li ç'ermê bedenê bibe mîna p'izika k'otî , hingê gerekê wî bibine cem Harûnê k'ahîn yan k'ahînekî ji kur'êd wî.

[3] K'ahîn bira dîna xwe bide p'izika ç'ermê bedena wî, heger r'engê pir'ç'a li ser p'izikê sipî dike û p'izika ç'ermê bedenê k'ûr xuya dike, eva p'izika k'otî ye, k'ahîn vê yekê bibîne û wî merivî nepaqij e'lam ke.

[4] Lê heger r'îşîyê ç'ermê bedena wî sipî ye, lê ç'ermda k'ûr neçûye û pir'ç' jî sipî nebûye, hingê bira k'ahîn h'eft r'oja yê xweyîp'izik başqe ke.

[5] Û r'oja h'efta k'ahîn bira dîna xwe bide wî, heger p'izik mîna xwe maye û li ser ç'erm bela nebûye, hingê k'ahîn bira cara duda jî wî başqe ke.

[6] Û r'oja h'efta k'ahîn bira dîsa lê binihêr'e, heger p'izik k'ewya ye û li ç'erm bela nebûye, bira k'ahîn wî paqij e'lam ke, eva gir' e. Bira ew meriv k'incê xwe bişo û wê paqij be.

[7] Lê heger bona paqijbûnê xwe nîşanî k'ahîn ke û paşê gir' li ç'erm bela be, gerekê ew dîsa xwe nîşanî k'ahîn ke.

[8] K'ahîn dîna xwe bidê wekî gir' li ç'erm bela bûye, hingê k'ahîn dîsa wî nepaqij e'lam ke, ew p'izika k'otî ye.

[9] Heger li ser yekî p'izika k'otî hebe, gerekê wî bibine cem k'ahîn.

[10] Bira k'ahîn dîna xwe bidê, heger gilêya ser ç'erm sipî ye û pir'ç'a ser jî sipî bûye, gilêda jî goştê saxlem heye,

[11] eva k'otîbûna kevin e li ser ç'ermê bedana wî maye, bira k'ahîn wî nepaqij e'lam ke û wî başqe ke, çimkî ew nepaqij e.

[12] Û heger k'otîbûn li ç'erm bela bûye û t'emamîya ç'ermê nexweş ji sêrî h'eta niga, awa gotî li wan cîyêd ku ç'e'vê k'ahîn dibîne k'otîbûnê hilda ye,

[13] k'ahîn gava bibîne wekî k'otîbûnê temamîya bedena wî girtîye, hingê ew yê nexweş paqij e'lam ke, çimkî t'emamîya xweva sipî bûye, ew paqij e.

[14] Lê gava ser bedena wî goştê saxlem k'ifş be, ew nepaqij be.

[15] K'ahîn goştê saxlem ku bibîne wî merivî nepaqij e'lam ke. Goştê saxlem nepaqij e, ew k'otîbûn e.

[16] Lê heger goştê saxlem dîsa bê guhar'tinê sipî be, hingê ew meriv gerekê bê cem k'ahîn.

[17] Û k'ahîn bira dîna xwe bide wî, heger p'izika wî sipî bûye, hingê k'ahîn bira ewî xweyîp'izik paqij e'lam ke, ew paqij e.

[18] Heger ser ç'ermê yekî bide der û p'ak be,

[19] peyr'a dewsa derbûnê gilêya sipî, yan r'îşîya sore-sipî bimîne, gerekê ew xwe nîşanî k'ahîn ke.

[20] K'ahîn ku dîna xwe bidê, wekî r'îşî ç'ermda k'ûr çûye û pir'ç'a ser jî sipî bûye, k'ahîn wî nepaqij e'lam ke. Eva p'izika k'otî ye ji derbûnê bela bûye.

[21] Lê heger k'ahîn dîna xwe bidê wekî pir'ç'a ser ne sipî ye û ç'ermda jî k'ûr neçûye lê qarîya ye, hingê k'ahîn bira wî h'eft r'oja başqe ke.

[22] Û heger ew r'îşî li ç'erm bela be, hingê bira k'ahîn nepaqijîya wî e'lam ke, eva p'izika k'otî ye.

[23] Lê heger r'îşî cîyê xweda bimîne û bela nebe, eva dexme ye daye der, k'ahîn bira wî paqij e'lam ke.

[24] Yan heger ç'ermê bedena yekî bişewite û dewsa dexma şewatê r'îşîya sore-sipî yan xur'û sipî lê bide der,

[25] k'ahîn bira dîna xwe bidê, heger pir'ç'a li ser r'îşîyê r'engê xwe guhastîye sipî bûye û ç'ermda jî k'ûr çûye, eva îdî k'otîbûn e ji şewatê pêşda hatiye. Bira k'ahîn wî nepaqij e'lam ke, eva p'izika k'otî ye.

[26] Lê heger k'ahîn dîna xwe bidê, wekî pir'ç'a li ser r'îşîyê sipî nebûye û ç'ermda k'ûr neçûye, lê hinekî qarîya ye, hingê k'ahîn wî h'eft r'oja başqe ke.

[27] R'oja h'efta k'ahîn dîna xwe bidê, heger ewa li ç'erm bela bûye, hingê k'ahîn wî nepaqij e'lam ke, eva p'izika k'otî ye.

[28] Lê heger r'îşî di cîyê xweda maye û li ç'erm bela nebûye, hinekî qarîya ye, eva gilêya şewatê ye. K'ahîn bira wî paqij e'lam ke, çimkî eva hewa şewatê ye.

[29] Heger p'izik li serî yan çena mêrekî yan jinekêda derê,

[30] bira k'ahîn dîna xwe bide wê p'izikê, heger ewa ç'ermda k'ûr k'ifş dibe û pir'ç'a ser jî zirav û zer e, hingê bira k'ahîn wan nepaqij e'lam ke. Eva gewrika k'otîyê ye li sêrî yan çenê daye der.

[31] Lê heger k'ahîn dîna xwe bide p'izika gewrikê wekî ew ç'ermda k'ûr neçûye, lê pir'ç'a r'eş jî li ser t'une, hingê k'ahîn bira ewî ku p'izika gewrikê lê derk'etîye h'eft r'oja başqe ke.

[32] R'oja h'efta bira k'ahîn dîna xwe bide gewrikê, heger gewrik bela nebûye û pir'ç'a zer ser t'une, gewrik jî ç'ermda k'ûr neçûye,

[33] hingê bira ew meriva pir'ç'a dora gewrikê kur' ke, lê ya li ser gewrikê kur' neke û k'ahîn cara duda evî merivî h'eft r'oja başqe ke.

[34] R'oja h'efta k'ahîn dîna xwe bide gewrikê, heger gewrik li ç'erm bela nebûye û ç'ermda jî k'ûr neçûye, hingê k'ahîn bira paqijîya wî e'lam ke, ew jî k'incêd xwe bişo û paqij be.

[35] Lê heger pey paqijbûnêr'a gewrik li ç'ermê wî bela be,

[36] bira k'ahîn dîna xwe bidê, heger gewrik li ç'erm bela bûye, hingê k'ahîn bira îdî pir'ç'a zer neger'e, ew ne paqij e.

[37] Lê belê heger gewrik mîna xwe maye û pir'ç'a r'eş lê derk'etîye, ku usa ye gewrik qenc bûye, ew paqij e, k'ahîn wî paqij e'lam ke.

[38] Lê heger li ser ç'ermê mêrekî yan jinekê r'îşî, awa gotî r'îşîyêd sipî lê p'eyde bin,

[39] hingê k'ahîn bira lê binihêr'e, heger r'îşîyêd li ser ç'ermê bedena wan sipîç'olkî ne, ew gir' e li ç'erm bela bûye, ew paqij e.

[40] Heger p'or'ê serê yekî biware, eva warandin e, ew paqij e.

[41] Lê heger p'or'ê serê wî ne'tikêda biware eva k'eçelbûn e, ew paqij e.

[42] Lê heger cîyê waryayî yan k'eçel p'izikeke p'îse sore-sipî hebe, eva p'izika k'otî ye, cîyê warîyayî yan k'eçelda daye der.

[43] Hingê k'ahîn bira dîna xwe bidê heger p'izika cîyê warîyayî û k'eçelda hinekî sor-sipî ye û mîna wê p'izika k'otî ye li ser ç'ermê bedenê xuya dike,

[44] eva meriva p'izika k'otî ye, nepaqij e, k'ahîn e'se nepaqijîya wî e'lam ke, p'izika p'îs li serê wî derk'etîye.

[45] Ewî xweyîp'izika k'otî gerekê k'incêd wî p'izinî bin, p'or'ê sêrî serda hatî û devê wî nixamtî be: ‹Ne paqij im! Ne paqij im!› bike gazî.

[46] H'eta ku p'izik ser wî hebe ew nepaqij bê h'esabê. Ew ne paqij e, ew t'enê gerekê bimîne û cîyê mayîna wî ji zomê der be.

[47] Heger k'efik li ser k'incekê k'ifş be, li ser k'inca hirî yan k'inca k'itan,

[48] p'arç'e yan tiştekî hûnandî ji hirîyê yan k'itan çêkirî, yan li ser ç'erm, yan jî li ser tiştekî pê ç'erm çêkirî be,

[49] yan heger lek'e li ser k'inc yan ç'erm, yan li ser p'arç'e yan li ser tiştekî hûnandî, yan jî li ser tiştekî ji ç'erm k'esk yan sor lêxe, eva k'efikîbûn e, gerekê nîşanî k'ahîn kin.

[50] K'ahîn bira dîna xwe bide lek'ê û wî tiştî k'îjan ku ji k'efikîyê lewit'îye h'eft r'oja başqe ke.

[51] Û r'oja h'efta k'ahîn bira dîna xwe bide wî tiştê lewit'î, heger lek'e li wî k'incî bela bûye, heger p'arç'e be, yan tiştekî hûnandî, yan ç'erm, yan jî tiştekî ku bi ç'erm çêkirî be, ku usa ye eva k'efikîbûna ji hevhildanê ye, ev nepaqij in.

[52] Ew gerekê wî k'incî, yan p'arç'e, yan tiştekî hûnandî ji hirîyê yan k'itan çêkirî, yan tiştekî ku ji ç'erm çêkirî be, li ser k'îjanî eva lek'a hebe bişewitîne, çimkî eva k'efikaya ji hevhildanê ye, gerekê ew ser agir bê şewitandinê.

[53] Lê heger k'ahîn dîna xwe bidê wekî k'efik li wî k'incî, yan p'arç'e yan tiştekî hûnandî, yan li tiştekî bi ç'erm çêkirî bela nebûye,

[54] hingê k'ahîn bira e'mir ke, ku wî tiştê lewit'î bişon û h'eft r'oja dîsa wî başqe xwey ke.

[55] Gava k'ahîn pey şûştina wî tiştîr'a dîna xwe bidê, heger k'efikê r'engê xwe neguhastîye û ew k'efik bela jî nebûye, ew dîsa nepaqij e, wî tiştî ser êgir bişewitînî, eva k'efikîbûn e xwe avîtîye r'û yan jî r'ûyê vajî.

[56] Û heger k'ahîn dîna xwe bidê, wekî pey şûştinêr'a lek'e qarîya ye, hingê k'ahîn bira wî cîyî ji wî k'incî, yan ji wî ç'ermî, yan ji wî p'arç'eyî, yan ji wî tiştê hûnandî biqelêşe.

[57] Lê wekî ew dîsa li ser wî k'incî, yan p'arç'eyî, yan tiştekî hûnandî, yan tiştekî ji ç'erm çêkirî k'ifş be, eva k'efika ji hevhildanê ye, wî tiştê lek'e ser bişewitîne.

[58] Lê heger ew k'inc, yan p'arç'e, yan tiştekî hûnandî, yan tiştekî ji ç'erm çêkirî pey şûştinêr'a lek'e jê her'e, bira ew dîsa bê şûştinê û wê paqij be».

[59] Ev e qanûna bona k'efikîbûnê, ya ku li ser k'inca hirî yan k'itanî, yan p'arç'e, yan tiştekî hûnandî, yan li ser her tiştê ji ç'erm çêkirî dertê, ku ew paqij yan nepaqij bêne e'lam kirinê.

Q. K'anîntîyê — Chapters