Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: ‹Ez Xudan Xwedêyê we me.

[3] Mîna wan kirêd welatê Misirê, k'îjanîda ku hûn têda diman nekin, mîna wan kirêd welatê Kenanê, k'îjanî ku ezê we bibimê, nekin û li pey e'rf-e'detêd wan neçin.

[4] Qirarêd min biqedînin û qeyde-qanûnêd min xwey kin pê wan her'in, ez Xudan Xwedêyê we me.

[5] Qeyde-qanûn û qirarêd min xwey kin, ew merivê ku biqedîne bi wan wê bijî, ez Xudan im.

[6] T'u kes nêzîkî pismama xweye nêzîk nebe ku şerma wê veke, ez Xudan im.

[7] Şerma bavê xwe yan şerma dîya xwe venekî. Ewa dîya te ye şerma wê venekî.

[8] Şerma jinbava xwe venekî, ew şerma bavê te ye.

[9] Şerma xûşka xwe, qîza bavê xwe, yan qîza dîya xwe, heger malda bûyî be yan derva şerma wan venekî.

[10] Şerma qîza kur'ê xwe, yan şerma qîza qîza xwe venekî, çimkî ew şerma te ye.

[11] Şerma qîza jinbava xwe, ku ji bavê te bûye ew xûşka te ye, şerma wê venekî.

[12] Şerma met'a xwe venekî, çimkî ewa ji xûna bavê te ye.

[13] Şerma xatîya xwe venekî, çimkî ewa ji xûna dîya te ye.

[14] Şerma apê xwe venekî û nêzîkî jina wî nebî, ew jinapa te ye.

[15] Şerma bûka xwe venekî, ewa jina kur'ê te ye, şerma wê venekî.

[16] Şerma jinbira xwe venekî, ew şerma birê te ye.

[17] Şerma k'ulfetekê qîzêva venekî û qîza kur'ê wê yan qîza qîza wê nestînî ku şerma wan vekî, evana xûnek in, ev yeka k'irêtî ye.

[18] Xûşkekê neynî li ser xûşkê saxîya wêda şerma wê vekî, bikî hêwî.

[19] Nêzîkî k'ulfetê nebî ku şerma wê dema nepaqijaya wêda vekî, gava li ser kirasa vedibe.

[20] Serê xwe jina t'u kesîr'a daneynî ku t'evî wê bih'er'imî.

[21] Zar'êd xwe t'u car Moloxr'a nekin qurban, navê Xwedêyê xwe bêhurmet nekin. Ez Xudan im.

[22] Serê xwe qisimê mêrar'a daneynî çawa mîna qisimê jinê, ev yek k'irêtî ye.

[23] Serê xwe t'u h'eywanêr'a daneynî ku t'evî wê bih'er'imî û k'ulfet t'u car xwe nede li ber h'eywên ku h'eywan lêk'eve, ev yek k'irêtî ye.

[24] Pê t'u tiştekî ji van xwe neh'er'imînin, çimkî pê van h'emû tişta wan mileta xwe h'er'imandine, k'îjana ku ezê ber'dimê wan ji ber we r'aqetînim.

[25] E'rd h'er'imî, ezê bela wî bînime serê wî, e'rdê jî me'dê xwe ji binelîyêd xwe li hev xist.

[26] Lê hûn qeyde-qanûn û qirarêd min xwey kin û ji van k'irêtîya t'u tiştî nekin, ne yê binelî, ne jî xerîbê ku nava weda dimîne.

[27] Çimkî berî we, wan merivêd wî welatî ev h'emû h'eramî kirin û welat h'er'imî.

[28] Nebe ku welat me'dê xwe ji we jî li hev xe, gava hûn wî bih'er'imînin, çawa berî we me'dê wî ji wan mileta lihev k'et.

[29] Çimkî k'î ku ji van h'emû k'irêtîya yekî bike, xweyê van kira gerekê ji nava cime'ta xwe unda be.

[30] Awa t'emîyêd min xwey kin, wekî wan e'detêd k'irête ku berî we hatine kirinê hûn nekin û pê wan neh'er'imin. Ez Xudan Xwedêyê we me›».

Q. K'anîntîyê — Chapters