[1] R'oja h'eyşta Mûsa gazî Harûn kur'ava û r'ûspîyêd Îsraêl kir,
[2] gote Harûn: «Xwer'a ji gar'anê bona dîyarîya paqijbûnê te'nekî bêqusûr hilde û beranekî bêqusûr jî bona dîyarîya t'evayîşewatê û van bîne li ber Xudan.
[3] T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje: Nêrîkî ji bizina bona dîyarîya paqijbûnê hildin, te'ne û berxê yeksalîye bêqusûr jî bona dîyarîya t'evayîşewatê,
[4] usa jî canega û beranek jî çawa dîyarîya heleqetîyê li ber Xudan bê dayînê û dîyarîya nanîye r'ûnda stirayî, çimkî îro Xudanê weva xuya be».
[5] Ew tiştê ku Mûsa e'mir li wan kir, hildan anîne li ber derê Konê Civînê û t'emamîya civînê hat li ber Xudan sekinî.
[6] Mûsa got: «Va çi ku Xudan e'mir kir ku bikin wekî r'ûmeta Xudan weva xuya be».
[7] Mûsa gote Harûn: «Nêzîkî gorîgehê be û dîyarîya xweye paqijbûnê û dîyarîya xweye t'evayîşewatê bide, bona xwe û cime'tê k'ewandinê bike, dîyarîyêd ji cime'tê bide û bona wan k'ewandinê bike, çawa ku Xudan e'mir kir».
[8] Hingê Harûn nêzîkî gorîgehê bû û te'nê bona dîyarîya paqijbûna xwe serjêkir.
[9] Kur'êd Harûn xûn nêzîkî wî kirin, ewî t'ilîya xwe xûnêda kir û li stirûyêd gorîgehê xistin, xûna mayî jî r'ête jêra gorîgehê.
[10] Lê bez, gur'ç'ik û betanê cegera dîyarîya paqijbûnê li ser gorîgehê şewitand, çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû,
[11] goşt û ç'erm jî ji zomê der li ser êgir Harûn şewitand.
[12] Dîyarîya t'evayîşewatê serjêkir, kur'êd Harûn xûn anîn dane wî, Harûn ew r'eşande li ser her alîyêd gorîgehê.
[13] Dîyarîya t'evayîşewat ker-kerî kirî serîva anîn dane wî û ewî li ser gorîgehê şewitand.
[14] Û ewî navdil nigava şûştin û t'evî dîyarîya t'evayîşewatê li ser gorîgehê şewitandin.
[15] Paşê qurbana cime'tê da, ji cime'tê nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê hilda serjêkir mîna ya pêşin dîyarîya paqijbûnê da.
[16] Dîyarîya t'evayîşewatê anî, ew anegorî qirarê da.
[17] Dîyarîya nanî anî, k'ulma xwe t'ijî kir û li ser gorîgehê şewitand, xêncî dîyarîya t'evayîşewatêye serê sibehê.
[18] Û bona cime'tê canega û beranê dîyarîya heleqetîyê serjêkir, kur'êd Harûn xûn anîn dane wî, ewî r'eşande li ser her alîyêd gorîgehê.
[19] Usa jî bezê canegê û berên, daw, bezê navdil, her du gur'ç'ik bezva û betanê cegerê anîn,
[20] ew bez danîne li ser sersîng û Harûn bez li ser gorîgehê şewitand.
[21] Paşê Harûn sersîng û pîlê r'astê hilda çawa dîyarîya h'ejandinê li ber Xudan h'ejand, çawa ku Mûsa e'mir kiribû.
[22] Harûn destêd xwe bilind kirin berbir'î cime'tê bû, dua li wan kir. Pey dîyarîya paqijbûnê, dîyarîya t'evayîşewatê û dîyarîya heleqetîyêr'a peya bû.
[23] Mûsa û Harûn k'etine Konê Civînê û ji wir derk'etin dua li cime'tê kirin. R'ûmeta Xudan t'emamîya cime'têva xuya bû.
[24] Hingê ji Xudan agir derk'et, dîyarîya t'evayîşewatê û bezê li ser gorîgehê şewitand, cime'tê ku ev yek dît şabûna kire qar'în û dever'ûya k'etin.