[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: Ev in ew cejinêd Xudan, k'îjanêd ku hûnê h'esab kin çawa civînêd pîroz, ev in cejinêd min.
[3] Şeş r'oja dikarin şixul bikin, lê r'oja h'efta şemîya r'ih'etîyê ye, civîna pîroz e, t'u şixulî nekin, eva şemîya r'ih'etîyê ye bona Xudan h'emû cî-warêd weda.
[4] Evana ne cejinêd Xudan, k'îjana ku hûnê wextê wanda derbaz kin.
[5] Çardehê meha yekê berê êvarê Cejina Xudane Derbazbûnê ye.
[6] Û hema panzdehê wê mehê jî Cejina Xudane Nanê Şkeva ye. H'eft r'oja gerekê hûn nanê şkeva bixwin.
[7] R'oja pêşin wer'a civîna pîroz be, t'u şixulê xebatê nekin.
[8] H'eft r'oja dîyarîyêd şewatê Xudanr'a bidin, r'oja h'efta dîsa wer'a civîna pîroz be, t'u şixulê xebatê nekin».
[9] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:
[10] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: Gava hûn bik'evine wî welatî, k'îjanî ku ezê bidime we û hûn e'rdê wî bidirûn, gur'zê dirûnêyî e'wlin bînine cem k'ahîn.
[11] Ew gerekê wî gur'zî li ber Xudan bih'ejîne, ku ew bona we bê qebûlkirinê. K'ahînê evî gur'zî r'oja pey şemîyêr'a bih'ejîne.
[12] Û r'oja ku gur'zê xwe bih'ejînin, gerekê berxekî yeksalîyî bêqusûr jî bona dîyarîya t'evayîşewatê Xudanr'a bidin.
[13] Û usa jî t'evî berxê, ji dehe p'ara du p'arê êfayê arê xasî r'ûnda stirayî, çawa dîyarîya şewatêye bînxweş Xudanr'a bidin û dîyarîya wêye serdakirinê jî p'areke hînê şerav be.
[14] H'eta wê r'oja ku hûn dîyarîyêd xwe didine Xudanê xwe, nan yan qeynok, yan genimê simbilada nexwin. Ev yeka nava nisilêd we û cî-warêd weda qeyde-qanûna h'eta-h'etayê be.
[15] Pey r'oja şemîyêr'a, gava we gur'zê dîyarîya h'ejandinê anî, xwer'a h'eft h'eftîêd t'am h'esab kin.
[16] H'eta r'oja pey her h'eft h'eftîyar'a pêncî r'ojî h'esab kin û dîyarîya nanîye nû Xudanr'a bînin.
[17] Ji cî-warêd xwe bona dîyarîya h'ejandinê du nana bînin, ew gerekê ji arê xasî ji dehe p'ara du p'arêd êfayê hilatî û pijandî be, eva berê pêşin e bona Xudan.
[18] T'evî wî nanî h'eft berxêd yeksalîye bêqusûr, canegakî û du berana jî çawa dîyarîya t'evayîşewatê, t'evî dîyarîyêd wane nanî û dîyarîyêd wane serdakirinê Xudanr'a bidin. Evê Xudanr'a bibe dîyarîya şewatê ye bînxweş.
[19] Bona dîyarîya ji ber gunava ji bizina nêrîkî û bona dîyarîya heleqetîyê du berxêd yeksalî bidin.
[20] K'ahîn t'evî nanê berê bêşin bona dîyarîya h'ejandinê du berxa li ber Xudan bide, evanayê Xudanr'a pîroz bin, bona k'ahîn bin.
[21] Hema xût wê r'ojê e'lam kin, ku wer'a bibe r'oja civîna pîroz, t'u şixulî nekin, bira ev yeka nava cî-warêd we û nisilêd weda bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê.
[22] Gava hûn nanê welatê xwe bidirûn, dema dirûnê devê zevîyê h'eta xilazîyê nedirûyî û simbilêd dirûye k'etî t'op nekî, vana yê k'esîb û yê xerîbr'a bihêlî. Ez Xudan Xwedêyê we me».
[23] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:
[24] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan: Yekê meha h'efta wer'a bibe r'oja r'ih'etîyê, civîna pîroze bona r'oja bîranîna dengê bor'îyê.
[25] T'u şixulî nekin, lê belê dîyarîya şewatê Xudanr'a bînin».
[26] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:
[27] «Dehê vê meha h'efta jî r'oja k'ewandinê be, bira wer'a bibe civîna pîroz, xwe bişkênin ta bin û Xudanr'a dîyarîya şewatê bînin.
[28] Wê r'ojêda t'u şixulî nekin, çimkî ev r'oj bona we r'oja gunek'ewandinê ye, wekî hûn gunêd xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe bik'ewînin.
[29] Lê ewê ku wê r'ojê xwe neşkêne ta nebe, ji nava cime'ta xwe gerekê bê r'aqetandinê.
[30] Lê heger kesek wê r'ojêda şixulekî bike, wî kesî ezê ji nava cime'ta wî bidime undakirinê.
[31] T'u şixulî nekin, bira ev yeka nava nisilêd we û cî-warêd weda bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê.
[32] Ev yeka bona we mîna şemîya r'ih'etîyê be, hûn gerekê êvara nehê mehê xwe bişkênin ta bin, ji wê êvarê h'eta êvara din r'ih'etîya şemîya xwe xwey kin».
[33] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:
[34] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: Panzdehê vê meha h'eftada, h'eft r'oja Cejina H'olikaye bona Xudan.
[35] R'oja pêşin civîna pîroz be, t'u şixulî gerekê nekin.
[36] Nava van h'eft r'ojada dîyarîya şewatê bidine Xudan, r'oja h'eyşta wer'a civîna pîroz be û Xudanr'a dîyarîya şewatê bînin. Eva civîna e'zîz e, t'u şixulî nekin.
[37] Evana ne ew cejinêd Xudan, k'îjana ku gerekê hûn civînêd pîroz h'esab kin, wekî Xudanr'a dîyarîyê şewatê, dîyarîyê t'evayîşewatê, dîyarîyê nanî, qurban û dîyarîyê serdakirinê ku her yek r'ojê wanda bêne dayînê,
[38] pêştirî şemîyêd Xudan, pêştirî h'edîyêd we, pêştirî h'emû sozdayînêd we, pêştirî wan h'emû dîyarîyêd weye r'ezedilîyê ku hûnê bidine Xudan.
[39] Usa jî panzdehê meha h'efta, gava hûn deremetêd e'rdê t'op kin, h'eft r'oja cejina Xudan derbaz kin, r'oja e'wlin û r'oja h'eyşta r'ojêd r'ih'etîyê bin.
[40] R'oja e'wlin xwer'a berêd darêd r'ind, ç'iqilê darêd xurma, ç'iqilê darêd belgsix û ç'iqilê darêd bîyêye devê ava hildin û h'eft r'oja li ber Xudan Xwedêyê xwe şa bin.
[41] Evê cejinê salêda h'eft r'oja Xudanr'a derbaz kin. Eva nava nisilêd weda qeyde-qanûna h'eta-h'etayê be. Meha h'eftada gerekê vê cejinê derbaz kin.
[42] H'eft r'oja gerekê h'olikada bimînin, her binelîyê Îsraêlê gerekê h'olikada bimîne,
[43] wekî nisilêd we bizanibin, gava ku min zar'êd Îsraêl ji Misirê derxistin, ew h'olikada cî-war kirin. Ez Xudan Xwedêyê we me».
[44] Mûsa aha cejinêd Xudan zar'êd Îsraêlva e'yan kirin.