Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[2] «Bêje Harûn û kur'êd wî, ku ewana ji wan dîyarîyêd pîroze ku zar'êd Îsraêl minr'a didin, h'evza xwe bikin, ku k'ahîn navê minî pîroz nedine bêhurmetkirinê. Ez Xudan im.

[3] Bêje wan: ‹Nava t'emamîya nisilêd weda, ew kesê nava r'ik'inyata weda, k'îjan ku nava nepaqijaya xweda nêzîkî wan tiştêd pîroz be, yêd ku zar'êd Îsraêl Xudanr'a dîyarî didin, ew kes gerekê li ber ç'e'vê min bê undakirinê. Ez Xudan im.

[4] K'îjan ku ji r'ik'inyata Harûn k'otî be, yan gemar jê her'e, ew gerekê ji tiştêd pîroz nexwe h'eta ku paqij be. Lê ewê ku tiştekî k'eve, k'îjan ku ji mirî h'er'imîye, yan jî yekî ku t'oximê wî jê çûyî k'eve,

[5] yan şûlikekî k'eve, k'îjan ku wî dih'er'imîne, yan merîkî k'eve bih'er'ime, yê ku tiştekîda nava nepaqijayêda ye,

[6] ew merivê ku van tişta k'eve h'eta êvarê ew nepaqij h'esab be û ji tiştêd pîroz jî nexwe h'eta ku xwe pê avê neşo.

[7] Lê gava r'o her'e ava, hingê ew paqij bê h'esabê û paşê ji tiştêd pîroz bixwe, çimkî ew nanê wî ye.

[8] Ew mirar yan de've xwarî gerekê nexwe, ku bi wan neh'er'ime. Ez Xudan im.

[9] Bira t'emîyêd min xwey kin wekî gune li ser xweda neynin, neh'er'imin û nemirin. Ez Xudan im, yê ku wan pîroz dikim.

[10] T'u kes pêştirî k'ahîna ji tiştê pîroz gerekê nexwe, mêvanê k'ahîn û p'aleyê wî jî ji tiştê pîroz gerekê nexwin.

[11] Lê ew kesê ku k'ahîn pê p'erê xwe k'ir'îye û yê mala wîda bûye evana dikarin nanê wî bixwin.

[12] Lê heger qîza k'ahîn yekî ne ji mala k'ahîna standîye, ewa ji dîyarîyêd pîroz gerekê nexwe.

[13] Lê gava qîza k'ahîn jinebî yan mêrber'dayî û bêzur'et li ser mala bavê xweda veger'îyayî be, hingê ew mîna qîztîya xwe ji nanê bavê xwe dikare bixwe. Lê belê yê ne ji mala k'ahîna gerekê nexwe.

[14] Lê heger yek bê h'emdê xwe ji tiştêd pîroz bixwe, hingê gerekê p'areke pênca li ser wan tiştêd pîrozda zêdeke û bide k'ahîn.

[15] K'ahîn dîyarîyêd zar'êd Îsraêle pîroz ku Xudanr'a didin gerekê neh'er'imînin,

[16] nebe ku zar'êd Îsraêl tiştêd pîroz bixwin gune bikine stûyê xwe, çimkî ez Xudan im, yê ku wan pîroz dikim›».

[17] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[18] «T'evî Harûn, kur'êd wî û h'emû zar'êd Îsraêl xeber de û wanr'a bêje: ‹Gava kesek ji mala Îsraêl yan xerîbekî nava Îsraêlda ku dimîne, ji ber sozdayînekêva yan bi r'ezedilîya xwe qurbanê Xudanr'a bide çawa dîyarîya t'evayîşewatê,

[19] bona ku bê qebûlkirinê ew qurban gerekê nêr û bêqusûr bin, pez-dewar yan nêrî bin.

[20] T'u tiştê bi qusûr nekine qurban, çimkî ew nayê qebûlkirinê.

[21] K'ê dewarekê yan pezekê ji ber sozdayînekêva yan bi r'ezedilîya xwe Xudanr'a dîyarîya heleqetîyê bide, ew gerekê bêqusûr be, wekî bê qebûlkirinê, t'u qusûr gerekê li ser wê t'unebe.

[22] Kor, yan seqet, yan dexme, yan gilê, yan gur'î, yan k'os, yêd ha Xudanr'a neynin, ji van nekine dîyarîya şewatê Xudanr'a, daneynine li ser gorîgehê.

[23] Lê dewar yan berxa ku li ser wan tiştekî kêm yan zêde hebe, dikarî çawa p'êşkêşa r'ezedilîyê bidî, lê bona sozdayînê ew nayê qebûlkirinê.

[24] H'eywanê batîlêdayî, yan h'incir'andî, yan qelişî, yan jêkirî Xudanr'a nedin, welatê xweda vê yekê nekin.

[25] Û ji destê xerîba jî ji van h'emû h'eywana çawa xurek Xudanê xwer'a p'êşkêş nedin, çimkî wanda kêmasî û qusûr heye, evana nayêne qebûlkirin꛻.

[26] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[27] «Gava golik, yan berx, yan kar bibin, h'eft r'oja bira ew li ber makê xwe bin û r'oja h'eyşta û peyr'a wê bona dîyarîya şewatê Xudanr'a bêne qebûlkirinê.

[28] Ç'êlekê t'evî golika wê yan mîyê t'evî berxa wê, her duya t'evayî r'ojekêda serjê nekin.

[29] Gava hûn dîyarîya r'azîdarîyê bidin, bi vî awayî gerekê bidin, wekî ji we bê qebûlkirinê.

[30] Wê r'ojêda ew gerekê bê xwarinê, h'eta serê sibê ji wê nehêlin. Ez Xudan im.

[31] Û t'emîyêd min xweyî kin û wan biqedînin. Ez Xudan im.

[32] Navê minî pîroz bêhurmet nekin, wekî ez nava zar'êd Îsraêlda pîroz bim. Ez Xudan im, yê ku we pîroz dikim.

[33] Min hûn ji Misirê derxistin, ku bibime Xwedêyê we. Ez Xudan im».

Q. K'anîntîyê — Chapters