[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «Harûn û kur'êd wî, k'incêd wan, r'ûnê r'ûnkirinê, canegê dîyarîya paqijbûnê, du berana û sele nanê bê hevîrtir'şk hilde
[3] û t'emamîya civînê t'opî li ber derê Konê Civînê ke».
[4] Mûsa usa kir, çawa ku Xudan e'mir li wî kir û civîn li ber derê Konê Civînê civîya.
[5] Mûsa gote civînê: «Va ye ew tiştê ku Xudan e'mir kir ku bikin».
[6] Mûsa Harûn û kur'ava anîne nêzîk û ew pê avê şûştin.
[7] Kiras li Harûn kir, benpişt da piştê, çux li wî kir, êfod jorda avîte sar, qeyt'ana êfod da ser piştê û pê qeyt'ana êfod ew şidand.
[8] Paşê r'extsîng avîte ser wî û Ûrîm û Tûmîm jî kirine ber r'extsîng.
[9] P'ap'ax da serê wî, bere'nîke zêr'în awa gotî k'ofîya pîroz avîte ne'tika p'ap'ax, çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû.
[10] Û Mûsa r'ûnê r'ûnkirinê hilda, Konê Şe'detîyê û her tiştêd têda r'ûn kirin û ew pîroz kirin,
[11] h'eft cara ji wî r'ûnî r'eşande ser gorîgehê, gorîgeh û h'emû hacetêd wê, t'eşt bingeha wêva r'ûn kirin bona pîrozbûna wan.
[12] Paşê Mûsa ew r'ûnê r'ûnkirinê hilda r'ête li ser serê Harûn û ew r'ûn kir, bona pîrozbûna wî.
[13] Mûsa kur'êd Harûn anîn, kiras li wan kirin, benpişt dane pişta wan û k'oloz dane li serê wan, çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû.
[14] Û canegê dîyarîya paqijbûnê anî, Harûn û kur'êd wî destêd xwe danîne li ser serê canegê dîyarîya paqijbûnê.
[15] Mûsa ew serjêkir, t'ilîya xwe xûnêda kir û li stirûyêd her alîyêd gorîgehê xist, gorîgeh paqij kir û xûna mayî r'ête jêra gorîgehê, ew pîroz kir bona k'ewandinê li ser wê bike.
[16] Û h'emû bezê navdil, betanê cegerê, her du gur'ç'ika bezê wanva Mûsa hilda û li ser gorîgehê şewitand.
[17] Lê tiştê ji canega mayî: Ç'ermê wî, goşt e'debêva ji zomê der li ser êgir şewitand, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[18] Pey vê yekêr'a Mûsa beranê dîyarîya t'evayîşewatê anî, Harûn û kur'êd wî destêd xwe danîne li ser serê berên.
[19] Mûsa ew serjêkir û xûna wî r'eşande li ser her alîyêd gorîgehê.
[20] Beran çîtî-çîtî kir, Mûsa serî, t'evî wan kerîya bezva şewitandin,
[21] çaxê navdil û nig pê avê şûştin, Mûsa t'emamîya berên li ser gorîgehê şewitand. Ev bû dîyarîya t'evayîşewatêye bînxweş, dîyarîya şewatê bona Xudan, çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû.
[22] Mûsa beranê din anî, beranê qewîn-qedîmkirinê, Harûn û kur'êd wî destêd xwe danîne li ser serê berên.
[23] Mûsa ew serjêkir, ji xûna wî hilda gupika guhê Harûne r'astê û t'ilîya mezine destê wîyî r'astê xist, usa jî pêç'îya mezine nigê wîyî r'astê.
[24] Mûsa kur'êd Harûn jî anîn, ew xûn gupika guhê wanî r'astê û pêç'îya mezine destê wanî r'astê, usa jî pêç'îya mezine nigê wanî r'astê xist û xûna mayîn jî r'eşande li ser her alîyêd gorîgehê.
[25] Û Mûsa bezê berên, daw, h'emû bezê navdil, betanê cegerê, her du gur'ç'ik bezva, pîlê r'astê hildan
[26] û ji sela nanê bê hevîrtir'şke li ber Xudan jî k'atekî bê hevîrtir'şk û k'atekî r'ûnda stirayî û loşek hildan, danîne li ser bez û pîlê r'astê.
[27] Û ev h'emû danîne li ser k'efa destêd Harûn û kur'êd wî, ew çawa dîyarîya h'ejandinê li ber Xudan h'ejandin.
[28] Û Mûsa ev ji destêd wan girt, t'evî dîyarîya t'evayîşewatêye li ser gorîgehê şewitand. Eva dîyarîya qewîn-qedîmkirinê ye bînxweş e, dîyarîya şewatê bona Xudan.
[29] Mûsa sersîng hilda û li ber Xudan çawa dîyarîya h'ejandinê h'ejand. Eva p'ara Mûsa k'et, ji wî berênê dîyarîya qewîn-qedîmkirinê, çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû.
[30] Paşê Mûsa ji r'ûnê r'ûnkirinê û ji xûna ser gorîgehê hilda r'eşande li ser Harûn û k'incêd wî û li ser kur'êd wî û k'incêd wan. Bi vî awayî Harûn k'incava û kur' k'incêd wanva pîroz kirin.
[31] Mûsa gote Harûn û kur'êd wî: «Goşt li ber derê Konê Civînê bik'elînin û li wir pê nanê ji sela dîyarîya qewîn-qedîmkirinê bixwin, çawa li min hate e'mirkirin û gotin ku t'enê gerekê Harûn û kur'ava bixwin.
[32] Û ew goşt û nanê bermayî li ser êgir bişewitînin.
[33] H'eft r'oja ji derê Konê Civînê dernek'evin, h'eta ku r'ojêd qewîn-qedîmkirina we t'emam nebin, çimkî qewîn-qedîmkirina weyê h'eft r'oja bik'işîne.
[34] Xudan e'mir kir aha bikin, çawa ku îro bona k'ewandina we hate derbazkirinê.
[35] Awa h'eft r'oja, şev û r'oj gerekê hûn li ber derê Konê Civînê r'ûnên û nobedarîya Xudan bikin ku hûn nemirin, çimkî aha li min hatîye e'mirkirinê».
[36] Harûn û kur'ava her tişt usa kirin, çawa ku Xudan bi destê Mûsa e'mir kiribû.