[1] Xudan pey mirina her du kur'êd Harûnr'a, yêd ku ber Xudan sekinîn û mirin, Mûsar'a xeberda.
[2] Xudan gote Mûsa: «Bêje birê xwe Harûn, ku her gav nek'eve cîyê pîroz pişt p'er'dê, li ber qalp'axê baxşandinêyî li ser sindoqê ku nemire. Çimkî ezê nava e'wrda li ser qalp'axê baxşandinê k'ifş bim.
[3] Awa pê çi Harûn dikare bik'eve di cîyê pîroz: Pê canegakî bona dîyarîya paqijbûnê û pê beranekî bona dîyarîya t'evayîşewatê.
[4] Kirasê k'itanîyî pîroz gerekê li xwe ke û hevalkirasê k'itanî li wî be, benpişta k'itanî bide pişta xwe û p'ap'axê k'itanî bide serê xwe. Evana k'incêd pîroz in, gerekê xwe pê avê bişo û paşê van k'inca li xwe ke.
[5] Û ji civîna zar'êd Îsraêl jî du nêrîya hilde bona dîyarîya paqijbûnê û beranekî jî bona dîyarîya t'evayîşewatê.
[6] Harûn wî canegayê dîyarîya paqijbûnê bona xwe bide û k'ewandinê bona xwe û mala xwe bike.
[7] Û du nêrîya hilde li ber Xudan li ber derê Konê Civînê bide sekinandinê.
[8] Hingê Harûn li ser wan her du nêrîya p'eşk bavêje, p'eşkekê bona Xudan, yekê jî bona azaberdana nêrî.
[9] Û Harûn wî nêrîyê ku bi p'eşkavîtinê Xudanr'a k'et, bike dîyarîya paqijbûnê.
[10] Lê ew nêrîyê ku p'eşk jêr'a k'et bê azakirinê, wî li ber Xudan sax bide sekinandinê ku bi wî k'ewandin bê kirinê û wî aza ber'dî ber'îyê.
[11] Û Harûn wî canegayê dîyarîya paqijbûnê bona xwe bide, k'ewandinê bona xwe û mala xwe bike û canegayê dîyarîya paqijbûna xwe serjêke.
[12] Paşê ji ser wê gorîgeha li ber Xudan agirdangê t'ijî k'ûra agir ke û du k'ulm t'ijî bixûra bînxweşe hûrlêdayî ke, bibe pişt p'er'dê.
[13] Bixûrê li ber Xudan bike li ser wî agirî, hingê dûyê bixûrê wê li ser qalp'axê baxşandinêyî li ser devê Sindoqa Şe'detîyê bigire, wekî ew nemire.
[14] Û xûna wî canegayî hilde pê t'ilîya xwe alîyê r'ohilatêva bir'eşîne li ser qalp'axê baxşandinê, h'eft cara pê t'ilîya xwe xûnê bir'eşîne li ber qalp'axê baxşandinê.
[15] Paşê nêrîyê dîyarîya paqijbûnê ji ber gunê cime'têva serjêke û xûna wî bibe pişt p'er'dê, pê xûna wî jî usa bike, çawa pê xûna canega kir, wê bir'eşîne li ser qalp'axê baxşandinê û li ber qalp'axê baxşandinê.
[16] Û cîyê pîroz ji nepaqijî û h'emû neheqîyêd gunêd zar'êd Îsraêl paqij ke. Aha jî gerekê ew bona Konê Civînê bike ku cem wan nava nepaqijaya wanda ye.
[17] T'u kes gerekê Konê Civînêda t'unebe, gava ew bona k'ewandinê bik'eve cîyê pîroz h'eta ku ew derê. Bi vî awayî ew xwe mala xwe û t'emamîya civîna Îsraêl paqij ke.
[18] Paşê derê ber gorîgeha li ber Xudan û bona wê k'ewandinê bike û ji xûna canegê û nêrî her çar alîyava stirûyêd gorîgehê xe
[19] û xûnê pê t'ilîya xwe h'eft cara bir'eşîne li ser gorîgehê û ji nepaqijayêd zar'êd Îsraêl wê paqij ke û pîroz ke.
[20] Bona cîyê pîroz, Konê Civînê û gorîgehê ku k'ewandinê bike xilaz ke, peyr'a bira nêrîyê sax bîne,
[21] Harûn bira her du destêd xwe dayne li ser serê nêrîyê sax û li ser wîda h'emû bêolîtîyêd zar'êd Îsraêl, h'emû neheqîyêd wan, h'emû gunêd wanva bide r'ûyê xwe. Û vana bide li serê nêrî, bi destê merivekî k'ifşkirî bişîne ber'îyê.
[22] Nêrî bira h'emû bêolîtîyêd wan li ser xwe bibe e'rdekî xikî-xwelî û ew nêrî li ber'îyê bê ber'dan.
[23] Û pey vê yekêr'a Harûn bik'eve Konê Civînê, wan k'incêd k'itanî k'îjan ku ewî xwekirin k'ete cîyê pîroz, ji xwe bêxe û wan li wir bihêle.
[24] Ew bedena xwe di cîkî pîroz pê avê bişo û k'incêd xwe li xwe ke, derk'eve dîyarîya xweye t'evayîşewatê û dîyarîya t'evayîşewatêye bona cime'tê bide, bi vî awayî bona xwe û cime'tê k'ewandinê bike.
[25] Bezê dîyarîya paqijbûnê jî li ser gorîgehê bişewitîne.
[26] Û ewê ku nêrîyê azadîyê dibe ber'dide, gerekê k'incê xwe bişo û bedena xwe jî pê avê bişo, paşê bik'eve zomê.
[27] Lê wî canegayê bona dîyarîya paqijbûnê û nêrîyê bona dîyarîya paqijbûnê, xûna k'îjana bona k'ewandinê k'ete cîyê pîroz, gerekê vana ji zomê derxin û ç'ermêd wan, goştê wan û e'deba wan ser agir bişewitînin.
[28] Ewê ku wan bişewitîne, gerekê k'incêd xwe bişo û bedena xwe jî pê avê bişo, paşê bik'eve zomê.
[29] Bira ev yek wer'a bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê, dehê meha h'eftada ta bin xwe bişkênin û t'u şixulî nekin, ne binelîyê welêt û nejî xerîbê ku nava weda dimîne.
[30] Çimkî wê r'ojê k'ahînê bona we k'ewandinê bike ku we paqij ke, wekî hûn ji h'emû gunêd xwe li ber Xudan paqij bin.
[31] Eva bona we mîna r'ih'etîya r'oja şemîya be, qeyde-qanûnê h'eta-h'etayê ye, nefsa xwe ta kin xwe bişkênin.
[32] K'ewandinê gere ew serekk'ahîn bike, k'îjan ku hatîye r'ûnkirin û qewîn-qedîmkirinê, wekî dewsa bavê xwe k'ahîntîyê bike. Ew gere k'incêd k'itanî awa gotî k'incêd pîroz li xwe ke
[33] û k'ewandinê bike bona cîyê herî pîroz, bona Konê Civînê û gorîgehê, usa jî bona k'ahîna û t'emamîya civîna mixulqetê.
[34] Ev yeka bona we bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê, salê carekê h'emû gunêd zar'êd Îsraêl bê k'ewandinê». Û Harûn usa kir, çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû.