[1] Xudan li ser ç'îyayê Sînayê Mûsar'a xeberda û gotê:
[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: Gava hûn bik'evine wî e'rdê ku ezê bidime we, ew e'rd gerekê şemîya Xudan xwey ke, r'ih'et be.
[3] Şeş sala e'rdê xwe bir'eşîne û şeş sala tirîyêd xwe bibir'e û deremeta wan hilde,
[4] lê sala h'efta bona e'rdê mîna şemîya r'ih'etîyê be, şemîya Xudan be. E'rdê xwe ner'eşînî û tirîyêd xwe nebir'î.
[5] Wê zevîya ku e'rdê teda xwexa derk'eve nedirûyî û wan tirîyêd r'ezê teda ku te nebir'îbin e'mbar nekî. Ew sal bona e'rdê sala r'ih'etîyê be.
[6] Deremeta sala r'ih'etîyêye xwexa derk'etî bira h'emû t'enê bibe xurê we, xurê te, xulamê te, carîya te, p'aleyêd te û xerîbê ku nava teda dimîne,
[7] usa jî h'emû deremetê e'rdê bibe xurê h'eywanê te û wan r'e'wirêd welatê teda.
[8] Tu xwer'a h'eft salêd şemîyê h'esab ke, awa gotî h'eft cara h'eft sal û wextê h'eft salêd şemîyê wê bibe çilnehe sal.
[9] Û dehê meha h'efta bor'îyê bidî lêxistinê, ew r'oja k'ewandinê ye t'emamîya welatê xweda bor'îyê bidine lêdanê.
[10] Sala pêncî hûn pîroz kin û li ser e'rdê bona h'emû binelîyêd ser e'rdê azadîyê e'lam kin. Eva wer'a bibe sala r'awastîyê. Her kes bira veger'e her'e li ser milk'ê xwe, her kes bira veger'e her'e nava malbeta xwe.
[11] Ev sala pêncî bira wer'a bibe sala r'awastîyê. Ne gerekê bir'aşînin ne jî çi ku xwexa derk'etîye bidirûn û tirîyê li ser k'olêd nebir'î jî e'mbar nekî.
[12] Çimkî sala r'awastîyê ye, ew bona we pîroz be. E'rdêda deremetê xwexa derk'etî bira t'enê bibe xurê we.
[13] Vê sala r'awastîyê her kes bira veger'e her'e li ser milk'ê xwe.
[14] Heger tiştekî bifiroşî merivekî, yan tiştekî ji merivekî bik'ir'î, hevdu nexapînin.
[15] Tu ji merivekî pê wî qîmetê salêd mayî bik'ir'e, çiqas sal mabin h'eta sala r'awastîyê, ew jî pê h'esabê wan salêd dirûnê gerekê bifiroşe te.
[16] Çiqasî ze'f bin ew salêd h'etanî sala r'awastîyê, haqasî tu gerekê biha bik'ir'î, çiqasî sal hindik bin haqasî jî gerekê qîmet kêm kî, çimkî ew davêje li ser h'esabê salêd nandirûnê difiroşe te.
[17] Hevdu nexapînin, lê ji Xwedêyê xwe bitirsin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we me.
[18] Awa qirarêd min biqedînin, qanûnêd min xwey kin û biqedînin, hingê hûnê li ser wî e'rdî r'ih'et bijîn.
[19] E'rdê deremeta xwe bide h'eta ku hûn t'êr bixwin û li ser jî r'ih'et bijîn.
[20] Heger hûn bêjin: Sala h'efta emê çi bixwin, wekî em ner'eşînin û ek'inê xwe t'op nekin?
[21] Sala şeşa ezê xêr-berek'eta xwe li ser weda bişînim, ewê r'isqê sê sala bide we.
[22] Sala h'eyşta hûn ku bir'eşînin, hûnê ji dayîna dirûnêd kevin bixwin h'eta sala neha. Hûnê ji wê dayîna kevin bixwin h'eta ku zevî bigihîjin.
[23] E'rd gerekê h'eta-h'etayê neyê firotanê, çimkî e'rd e'rdê min e û hûn jî cem min xerîb û mêvan in.
[24] Bona t'emamîya wî e'rdê milk'ê xwe, gerekê hûn îzinê bidin ku e'rd paşda bê k'ir'înê.
[25] Heger birayê te bik'eve destteng be û p'arekê ji milk'ê xwe bifiroşe, pismamekî wîyî nêzîk dikare bê, çi ku birê te firotibe paşda bik'ir'e.
[26] Lê heger kesekî wî t'unebe ku bik'ir'e, lê ew xwexa r'ê têr'a bibîne, ku destê wîda heye ew bikaribe paşda bik'ir'e.
[27] Hingê bira ew r'oja firotîda h'esab ke û bavêje li ser qîmetê salêd derbazbûyî, çiqas mabe li yê k'ir'î veger'îne û milk'ê xwe dîsa bibe xweyî.
[28] Lê heger destê wîda haqas t'une be ku li wî veger'îne, hingê çi ku wî firotîye destê yê k'ir'îda bimîne h'eta sala r'awastîyê, sala r'awastîyê yê k'ir'î dûr k'eve û yê firotî dîsa bibe xweyê milk'ê xwe.
[29] Heger yek bajarê sûrkirîda malekê bifiroşe, pey firotanêr'a muxdarê salekêda ew dikare dîsa paşda bik'ir'e, salekêda îzina wî heye paşda hilde.
[30] Heger h'eta xilazîya salê ew paşda nek'ir'e, hingê ew mala bajarê sûrkirîda h'eta-h'etayê kur'ê-kur'ar'a bimîne, sala r'awastîyê li wî neyê veger'andinê.
[31] Lê malêd gundaye ku bê sûr in, ew mîna k'ewşenê çolê bin, ew paşda bêne k'ir'înê, sala r'awastîyê ew bêne veger'andinê.
[32] Lê belê bajarêd lêwîyada, ew malêd milk'ê wane bajarada, lêwî t'imê dikarin paşda bik'ir'in.
[33] Heger kesekî mal ji lêwîya k'ir'îbe, ew mala milk'ê wîyî bajêrda firotî, sala r'awastîyê gerekê lê bê veger'andinê, çimkî nava zar'êd Îsraêlda malêd bajarêd lêwîyada milk'ê wan in.
[34] Û ew k'ewşenê e'rdê dora bajarêd lêwîya gerekê neyê firotanê, çimkî ew milk'ê wanî h'eta-h'etayê ye.
[35] Heger îsraêlîk destteng be û cem te bik'eve nikaribe serê xwe xwey ke, alîk'arîyê bidê çawa xerîbekî yan r'êwîkî, ku li cem te bijî.
[36] Ji wî maş yan k'arê nestînî, ji Xwedêyê xwe bitirse, ku ewê îsraêlî li cem te bijî.
[37] P'erê xwe pê selefa nedêyî û nanê xwe jî nedêyî ku k'arê jê hildî.
[38] Ez Xudan Xwedêyê we me, ku hûn ji welatê Misirê derxistin, wekî welatê Kenanê bidime we û bibime Xwedêyê we.
[39] Gava yekî îsraêlî cem te bik'eve k'esîb be û xwe bifiroşe te, tu wî mîna xulamtîya xulamekî nedî xebatê.
[40] Ew gerekê cem te mîna p'alekî yan xerîbekî be, h'eta sala r'awastîyê cem te bixebite.
[41] Paşê bira ew ji cem te derê, ew neferêd xweva veger'e bigihîje malbeta xwe, dîsa her'e li ser milk'ê kal-bavêd xwe.
[42] Çimkî ew xulamêd min in, yêd ku min ji welatê Misirê derxistin, ew gerekê usa neyêne firotanê, çawa ku xulam têne firotanê.
[43] H'işk li ser wî h'ukum nekî, lê ji Xwedêyê xwe bitirsî.
[44] Xulam û xulamokêd te ku hebin, ew gerekê ji miletêd dor-berêd we bin, ji wan xulam û xulamoka bik'ir'in.
[45] Usa jî zar'êd xerîbaye ku li cem we dimînin, ji wan dikarin bik'ir'in û ji neferêd wane ku welatê weda bûne, ew bibine mal û milk'ê we.
[46] Pey xwer'a jî wan çawa milk'ê wartîyê zar'êd xwer'a bihêlin, ku t'imê ew xulamê we bin. Lê li ser birayêd xwe, zar'êd Îsraêl, yek li ser yekî h'işk h'ukum neke.
[47] Heger xerîbek yan r'êwîkî cem te dewletî be, lê yekî îsraêlî cem wî bik'eve k'esîb be û xwe bifiroşe wî xerîbê ku cem te dimîne, yan pismamekî wî xerîbî,
[48] paşê pey xwe firotanêr'a, îzina wî heye ku ew paşda bê k'ir'înê, ji biratîya wî yek dikare wî paşda bik'ir'e.
[49] Apê wî, yan kur'ê apê wî, dikarin wî bik'ir'in, yan ji pismamtîya wî, yan ji r'ik'inyata wî dikare wî bik'ir'in, yan heger ji destê wîva tê bira xwexa xa bik'ir'e.
[50] T'evî yê ew k'ir'îye heq-h'esabê xwe r'ast ke, wê sala xwe firotîda h'eta sala r'awastîyê, wan p'erê ku ji ber xweva standîye bavêje li ser sala, bide wî, xwe xilaz ke. Wextê wî gerekê mîna wextê p'alekî bê h'esabê.
[51] Heger hê gelek sal mabin, weke wan salêd mayî p'erê ji ber xweva dayî bide xwe xilaz ke.
[52] Lê heger hindik sal mabin h'eta sala r'awastîyê, bira heq-h'esabê xwe t'evî wî bike û weke wan salêd mayî qîmet ji ber xweva bide xwe xilaz ke.
[53] Gerekê ewê îsraêlî mîna p'alekî yeksalî girtî cem wî bê h'esabê, ew dewletîyê xerîb li ber ç'e'vê te h'işk h'ukumî li ser wî neke.
[54] Heger bi vî awayî ew nikaribe bê k'ir'înê, sala r'awastîyê ew neferêd xweva derê xilaz be.
[55] Çimkî zar'êd Îsraêl xulamêd min in. Ew xulamêd mine ji welatê Misirê derxistî ne. Ez Xudan Xwedêyê we me.