Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:

[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeberdin û bêjine wan: ‹Heger bedena yekî ser gemarê vebe, ev gemarjêçûyîna wî nepaqij e.

[3] Nepaqijîya wî dema gemarjêçûyîna wîda eva be: Gava ji bedena wî gemar jê her'e yan jî bedena wî ji gemarê bê bir'înê, eva nepaqijaya wî ye.

[4] Ew nivîna ku gemarjêçûyî bik'evê, ew nepaqij e, li ser çi tiştî jî ku r'ûnî ew nepaqij e.

[5] Ew kesê ku nivîna wî k'eve, gerekê k'incê xwe bişo û xwe jî pê avê bişo, h'eta êvarê nepaqij be.

[6] Ew kesê ku li ser wî tiştî r'ûnî, li ser k'îjanî gemarjêçûyî r'ûniştibe, ew gerekê k'incê xwe bişo û xwe jî pê avê bişo, h'eta êvarê nepaqij be.

[7] Ew kesê ku bedena gemarjêçûyî k'eve, ew gerekê k'incê xwe bişo û xwe jî pê avê bişo, h'eta êvarê nepaqij be.

[8] Heger gemarjêçûyî t'ûyî li ser kesekî paqij ke, ew gerekê k'incê xwe bişo û xwe jî pê avê bişo, h'eta êvarê nepaqij be.

[9] Ew zînê ku yê gemarjêçûyî li ser r'ûnî, ew nepaqij be.

[10] Ew kesê ku tiştekî bin wî k'eve, h'eta êvarê nepaqij be û ew kesê wan tişta hilde, ew gerekê k'incê xwe bişo û xwe jî pê avê bişo, h'eta êvarê nepaqij be.

[11] Û ew kesê ku gemarjêçûyî destneşûştî lêk'eve, ew gerekê k'incê xwe bişo û xwe jî pê avê bişo, h'eta êvarê nepaqij be.

[12] Ew derdana axîn, k'îjan ku gemarjêçûyî lêk'eve gerekê bê şkênandinê, lê derdana darîn gerekê pê avê bê şûştinê.

[13] Lê gava gemarjêçûyî ji gemarê xilaz be, ew gerekê bona paqijbûna xwe h'eft r'oja xwer'a bijmire, k'incêd xwe bişo û bedena xwe jî pê ava ç'e'vkanîyê bişo û wê bibe paqij.

[14] Û r'oja h'eyşta ew gerekê bona xwe du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa hilde li ber Xudan ber derê Konê Civînê bisekine û vana bide k'ahîn.

[15] K'ahîn ji van yekê bike dîyarîya paqijbûnê, yekê jî bike dîyarîya t'evayîşewatê û k'ahîn bona gemarjêçûyîna wî k'ewandinê bike li ber Xudan.

[16] Heger t'oximê mêrekî jê her'e, ew gerekê bedena xwe pêva pê avê bişo û h'eta êvarê ew nepaqij be.

[17] Û ew t'oximê jêçûyî çi k'incî yan çi ç'ermî k'eve, ew gerekê pê avê bê şûştinê û h'eta êvarê nepaqij be.

[18] Heger mêr serê xwe k'ulfetêr'a dayne û t'oxim jê her'e, ewana gerekê pê avê xwe bişon û h'eta êvarê ne paqij bin.

[19] Heger k'ulfetek pişta wê vebe û xûn jê her'e, gerekê h'eft r'oja ewa nava kirasada xwe xweyî ke û her kesê ku wê k'eve, h'eta êvarê ne paqij be.

[20] H'emû wextê nava kirasada ewa li ser çi p'alde ew tişt ne paqij be û li ser çi tiştî jî ku r'ûnî, ew tişt ne paqij be.

[21] Her kesê ku nivîna wê k'eve, gerekê k'incê xwe bişo, xwe jî pê avê bişo û h'eta êvarê nepaqij be.

[22] Û ew kesê ku li wî tiştî k'eve li ser çi ewa r'ûniştî ye, gerekê k'incê xwe bişo, xwe jî pê avê bişo û h'eta êvarê nepaqij be.

[23] Ew kesê ku tiştekî nivîna wê yan jî wî tiştî k'eve li ser çi ewa r'ûdinê, h'eta êvarê nepaqij be.

[24] Heger mêr serê xwe wêr'a dayne, ew xwe dilewit'îne, h'eft r'oja ew nepaqij be û li ser çi nivînê ew p'alde ew nepaqij be.

[25] Heger k'ulfetek ne wextê xweda gelek r'oja xûnê bibîne, yan jî ji çapê der kirasa bibîne, ew h'emû r'ojêd nepaqijaya wê gerekê mîna wan r'ojêd piştvebûna wê bin, ewa nepaqij e.

[26] Li ser çi nivînê ew p'alde, di nava wan r'ojêd ku ew xûnê dibîne, mîna nivîna piştvebûna wê nepaqij be û li ser çi tiştî ku ew r'ûnê, mîna nepaqijîya piştvebûna wê nepaqij be.

[27] Û her kesê ku li wan tişta k'eve, wê nepaqij be, ew gerekê k'incê xwe bişo û xwe jî pê avê bişo, h'eta êvarê nepaqij be.

[28] Lê gava ew ji gemarê bê bir'înê, hingê gerekê ewa h'eft r'oja xwer'a h'esab ke û paşê paqij bê h'esabê.

[29] R'oja h'eyşta eva du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa xwer'a hilde û vana bîne cem k'ahîn li ber derê Konê Civînê.

[30] K'ahîn yekê bike dîyarîya paqijbûnê û yekê jî bike dîyarîya t'evayîşewatê, k'ahîn k'ewandinê li ber Xudan bike bona paqijbûna ji gemara wê.

[31] Bi vî awayî zar'êd Îsraêl ji nepaqijaya wan xwey kin, wekî Konê minî Şe'detîyêyî nava xweda neh'er'imînin, nava nepaqijaya xweda nemirin›».

[32] Ev e qanûna bona yê gemar jê diçe, usa jî bona nepaqijê ku t'oxim jê dertê

[33] û nexweşa ku ser kirasa vedibe, mêr yan k'ulfeta gemar ji wan diçe û mêrê ku serê xwe t'evî k'ulfeta nepaqij datîne.

Q. K'anîntîyê — Chapters