[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «Heger yek borcê xwe li ber Xudan neqedîne bi vî awayî xwe gunek'ar ke, awa gotî anemetê yekî înk'ar ke, yan tiştê li wî hatibe dayînê, yan tiştek şêlandibe, yan qelpî li wî kesî kiribe,
[3] yan tiştekî undabûyî dîtibe înk'ar ke û derew sond bixwe, ji van h'emûya yekîda gune bike, k'îjan ku meriv dikin,
[4] bona gunê kirî û sûcdarîya xwe gerekê ew tiştê şêlandî, qelpîya kirî, yan ew anemetê ku zeft biribû, yan ew tiştê undabûyî ku dîtibû,
[5] yan her tiştî, hindava çida derew sond xwarîye, gişkî lê veger'îne. Bira çarîka pênca jî serda zêde ke bide wî k'êr'a dik'eve, li wê r'oja ku gunê xwe nas ke.
[6] Û bira ew bona neheqîya xwe ji kêrî beranekî bêqusûr, weke wî qîmetê teyî k'ifşkirî, dîyarîya ji bervadayînê Xudanr'a bîne cem k'ahîn.
[7] K'ahîn bira bona wî li ber Xudan k'ewandinê bike, çi tiştîda wî neheqî kiribe wê li wî bê baxşandinê».
[8] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[9] «E'mirî li Harûn û kur'êd wî bike û bêje: Ev e qanûna dîyarîya t'evayîşewatê. T'emamîya şevê dîyarîya t'evayîşewatê bira li ser agirê ser gorîgehê be h'eta serê sibê û agirê gorîgehê bira t'imê li ser bişxule.
[10] K'ahîn bira çuxê xweyî k'itanî bavêje li ser xwe û hevalkirasê k'itanî jî li xwe ke, paşê wê k'ozîya şewitîye ji dîyarîya t'evayîşewatê mayî, bira ji ser gorîgehê hilde bike k'êleka gorîgehê.
[11] Pey vê yekêr'a bira k'incê xwe biguhêze, destekî mayîn li xwe ke, k'ozîyê ji zomê derxe der bibe cîkî paqij.
[12] Agirê li ser gorîgehê gerekê bişxule û vênesê, k'ahîn bira her sibehê qirşa bide ser, dîyarîya t'evayîşewatê û donê dîyarîyêd heleqetîyê li ser wê bişewitîne.
[13] Agir t'imê gerekê li ser gorîgehê bişxule û vênesê.
[14] Ev e qanûna dîyarîya nanî ku gerekê kur'êd Harûn li ber Xudan pêşberî gorîgehê bidin.
[15] Bira ew k'ulma xwe t'ijî arê xasî dîyarîya nanîda ke t'evî r'ûnê wê û h'emû bixûra li ser dîyarîya nanî hilde, li ser gorîgehê bona bîranînê bişewitîne. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.
[16] Lê herç'ê mayî bira Harûn û kur'êd wî bixwin. Ew gerekê ewî bê hevîrtir'şk li cîyê pîroz h'ewşa Konê Civînêda bixwin.
[17] Ew gerekê pê hevîrtir'şk neyê pe'tinê, min eva ji dîyarîyêd xweye şewatê p'ar da wan. Eva ya here pîroz e, mîna dîyarîya paqijbûnê û dîyarîya bervadayînê.
[18] Her qisimê mêrînî ji r'ik'inyata Harûn dikare jê bixwe. Ji dîyarîyêd şewatêye bona Xudan eva p'ara we be, nava r'ik'inyatêd weda bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê. Her çi ku lêk'eve wê pîroz be».
[19] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[20] «Ev e dîyarîya Harûn û kur'êd wî, ya ku gerekê ew li r'oja k'ifşbûna xweda bidine Xudan: Ji dehe p'ara p'areke êfayê arê xas bona dîyarîya nanîye her r'oj, nîvî serê sibê û nîvî jî berê êvarê bînin.
[21] Ar nav r'ûnda stirayî be, li ser sêlê r'ind pijandî be, paşê k'êr kî û çawa dîyarîya nanî ye bînxweş bona Xudan bidî.
[22] Û ji kur'êd Harûn, k'îjan ku dewsa wî k'ahîn bê r'ûnkirinê, ew gerekê vê yekê bike, eva qeyde-qanûna Xudane h'eta-h'etayê ye. Ew t'emam gerekê bê şewitandinê.
[23] Û her dîyarîya nanîye k'ahîn dayî, gerekê t'emam bê şewitandinê, ne ku bê xwarinê».
[24] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[25] «T'evî Harûn û kur'êd wî xeber de û bêje: Ev e qanûna dîyarîya paqijbûnê: li ber Xudan k'îderê ku dîyarîya t'evayîşewatê tê serjêkirinê, wê derê jî gerekê dîyarîya paqijbûnê bê serjêkirinê. Eva ya here pîroz e.
[26] Ew k'ahînê ku dîyarîya paqijbûnê dide ew bira wê bixwe. Ew gerekê Cîyê Pîrozda bê xwarinê, h'ewşa Konê Civînêda.
[27] Her çi ku li goştê wê k'eve wê pîroz be . Lê heger xûna wê bipeke li ser k'incekê, ewê lek'ê di cîyê pîrozda bişoyî.
[28] Û ew dîzê ku ew goşt têda k'elîyaye gerekê bê şkênandinê, lê heger derdana sifirda hatîye k'elandinê, ew gerekê bê çir'kirinê û pê avê bê şûştinê.
[29] H'emû zar'êd k'ahînaye kur'în dikarin jê bixwin. Eva ya here pîroz e.
[30] Lê her dîyarîya paqijbûnê, xûna wê bînine Konê Civînê Cîyê Pîrozda bona k'ewandin bê kirinê, ew t'u car neyê xwarinê, lê li ser êgir ew bê şewitandinê».