Skip to content
Opens in a new window

[1] Ev e qanûna dîyarîya bervadayînêye here pîroz.

[2] K'î derê ku dîyarîya t'evayîşewatê tê serjêkirinê, gerekê dîyarîya bervadayînê jî wê derê bê serjêkirinê û xûna wê li ser her alîyê gorîgehê bê r'eşandinê.

[3] Û k'ahîn h'emû bezê wê, awa gotî dawê, bezê navdil dîyarî ke,

[4] her du gur'ç'ika bezê ser û k'êlekava, betanê cegerê gur'ç'ikava t'evayî derxe.

[5] K'ahîn vana li ser gorîgehê bişewitîne, çawa dîyarîya şewatêye Xudanr'a. Eva dîyarîya ji bervadayînê ye.

[6] Her zar'eke k'ahînayî kur'în dikare ji vê bixwe. Gerekê cîyê pîrozda bixwe, eva ya here pîroz e.

[7] Qanûna dîyarîya paqijbûnê û ya dîyarîya bervadayînê yek e, k'ahînê ku k'ewandinê dike bira wîr'a bimîne.

[8] Usa jî k'ahînek ku dîyarîya yekîye t'evayîşewatê bide, ç'ermê wê dîyarîya t'evayîşewatêye ku da, bira wîr'a bimîne.

[9] Her dîyarîya nanîye ku tendûrêda pe'tî, yan t'awêda yan li ser sêlê pijandî ku bê dayînê, ew k'ahînê dayîr'a bimîne.

[10] Lê her dîyarîya nanîye r'ûnda stirayî yan bê r'ûn, h'emû kur'êd Harûnr'a weke hev bê p'arevekirinê.

[11] Ev e qanûna dîyarîya heleqetîyê, ku yek Xudanr'a bide:

[12] Heger bona r'azîdarîyê wê bide, hingê bira t'evî dîyarîya r'azîdarîyê k'atêd r'ûnda stirayî bê hevîrtir'şk û loşêd bê hevîrtir'şke r'ûnkirî, k'atêd ji arê xasî r'ûnda stirayî bide.

[13] Pêştirî k'ata, bira ew nanê xweyî hilatî jî dîyarî bîne, t'evî wê dîyarîya xweye heleqetîyê ku bona r'azîdarîyê dide.

[14] Ji wan h'emû dîyarîya, yekê gerekê çawa dîyarîya berbir'îkirinê bide Xudan. Eva p'ara wî k'ahînî ye, yê ku xûna dîyarîya heleqetîyê dir'eşîne.

[15] Û goştê dîyarîya heleqetîya r'azîdarîyê, hema wê r'oja dayîda bê xwarinê, ji wê gerekê h'eta sibehê nemîne.

[16] Lê heger dîyarîya wî bona soz e, yan dîyarîya r'ezedilîyê ye, hingê qurban wê r'oja dayîda bê xwarinê, çi ma jî r'oja din bê xwarinê.

[17] Lê ew goştê qurbanêyî ku ma r'oja sisîya, ser agir bê şewitandinê.

[18] Heger yek goştê dîyarîya heleqetîyê r'oja sisîya bixwe, ew nayê qebûlkirinê. Ew li ber cefê dayî nak'eve, wê bibe h'eramî, yê jê bixwe ew gune dike stûyê xwe.

[19] Ew goştê ku tiştekî nepaqij k'eve, gerekê neyê xwarinê, ew li ser agir gerekî bê şewitandinê. Her kesê paqij dikare goştê dîyarîyê bixwe,

[20] lê ew kesê çaxê ne paqij e, ji goştê dîyarîya heleqetîya Xudan bixwe, ew kesa gerekê ji nava cime'ta xwe bê undakirinê.

[21] Û ew merivê ku tiştekî nepaqij k'eve, awa gotî nepaqijîya mêriv, yan h'eywanê nepaqij yan her tiştê h'eram k'eve û ji goştê dîyarîya heleqetîya Xudan bixwe, ew meriva gerekê ji nava cime'ta xwe bê undakirin꛻.

[22] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[23] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje: ‹T'u car bezê ga yan pêz yan bizina nexwin.

[24] Bezê h'eywanê h'işkbûyî û bezê de'vexwarî, her tiştêd dinda dikarî bidî xebatê, lê t'u car jê nexwin.

[25] Her kesê ku bezê dîyarîya şewatê Xudanr'a dayî bixwe, ew meriva gerekê ji nava cime'ta xwe bê undakirinê.

[26] Û t'u xûnê her cî-warêd xweda nexwin, ne xûna teyreda ne jî h'eywana.

[27] Lê k'ê çi xûnê bixwe, ew gerekê ji nava cime'ta xwe bê undakirin꛻.

[28] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[29] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje: ‹Ewê ku dîyarîya xweye heleqetîyê dide Xudan, gerekê ji wê dîyarîya heleqetîyê p'ara Xudan derxe.

[30] Gerekê ew pê destê xwe dîyarîyêd Xudane şewatê bîne, bez sersîngva bîne, ku sersîng li ber Xudan bê h'ejandinê çawa dîyarîya h'ejandinê.

[31] K'ahîn bez li ser gorîgehê bişewitîne, lê sersîng Harûn û kur'êd wîr'a bimîne.

[32] Ji dîyarîyêd xweye heleqetîyê, gerekê pîlê r'astê bidine k'ahîn, bona dîyarîya berbir'îkirinê.

[33] Ji kur'êd Harûn k'îjan ku xûna dîyarîya heleqetîyê û bezê wê bide, pîlê r'astê p'ara wî be.

[34] Çimkî min ji dîyarîyêd heleqetîya zar'êd Îsraêl sersîngê dîyarîya h'ejandinê û pîlê dîyarîya berbir'îkirinê hildan û dane Harûnê k'ahîn û kur'êd wî, çawa qeyde-qanûna h'eta-h'etayê ji zar'êd Îsraêl›».

[35] Eva p'ara Harûn û kur'êd wî ye, ji dîyarîyêd Xudane şewatê, wê r'oja k'ifşbûna wane k'ahîntîyêda bona Xudan.

[36] Ev p'ara ku r'oja k'ifşbûna wanda Xudan e'mir li zar'êd Îsraêl kir bidine wan, eva bona nisilêd wan qeyde-qanûna h'eta-h'etayê ye.

[37] Ev e qanûna dîyarîya t'evayîşewatê, dîyarîya nanî, dîyarîya paqijbûnê, dîyarîya ji bervadayînê, dîyarîya qewîn-qedîmîyê û dîyarîya heleqetîyê,

[38] ya ku Xudan li serê ç'îyayê Sînayê e'mir li Mûsa kir, wê r'ojê gava ber'îya Sînayêda t'emî li zar'êd Îsraêl kir, ku dîyarîyêd xwe bidine Xudan.

Q. K'anîntîyê — Chapters