Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[2] «Usa jî bêje zar'êd Îsraêl: ‹K'î ji zar'êd Îsraêl yan jî xerîbekî nava Îsraêlda ku dimîne zar'a xwe Moloxr'a bike qurban, ew gerekê e'se bê kuştinê, cime'ta wî welatî ewî bide li ber kevira.

[3] Ezê berê xwe bidime li wî merivî û ewî ji nava cime'ta wî bidime undakirinê, çimkî ewî ji zar'êd xwe dane Molox, wekî Pîrozgeha min bih'er'imîne û navê minî pîroz bêhurmet ke.

[4] Lê gava ew meriva ji zar'êd xwe bide Molox û cime'ta wî welatî ç'e'vê xwe bigire wekî wî nekujin,

[5] hingê ezê berê xwe bidime li wî merivî û mala wî, ewî û wan merivêd ku li pey wî diçin ku t'evî Molox bêe'silîyê bikin ji nav cime'ta wan bidime undakirinê.

[6] Û ewê ku xwe li yê gazî r'uh'a dike û micêwirê cina bigire ku r'îya wanda her'e bêe'silîyê bike, ezê berê xwe bidime wî, ewî ji nava cime'ta wî bidime undakirinê.

[7] Awa xwe pîroz kin û pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we me.

[8] Qeyde-qanûnêd min xwey kin û biqedînin, çimkî ez Xudan im pîrozkirê we.

[9] Ewê ku nifir'a dê û bavê xwe bike, e'se ew gerekê bê kuştinê. Ewî nifir' li dê û bavê xwe kirine, xûna wî li serê wî be.

[10] Ewê ku dest bavêje k'ulfeteke mêrkirî, yan jî dest bavêje jina yekî, e'se ew gerekê bê kuştinê, yê kirî jî ya kirî jî.

[11] Û ewê ku serê xwe jinbava xwer'a dayne, ewî şerma bavê xwe vekir, e'se ew her du jî gerekê bêne kuştinê, xûna wan li serê wan be.

[12] Heger yek serê xwe bûka xwer'a dayne, e'se her du jî gerekê bêne kuştinê, vana k'irêtî kirîye, xûna wan li serê wan be.

[13] Heger yek çawa t'evî k'ulfetê serê xwe mêrekîr'a dayne, her duya jî k'irêtî kirîye, e'se gerekê bêne kuştinê, xûna wan li serê wan be.

[14] Heger yek jinekê bistîne û dê jî pêr'a, eva bêolîtî ye, ewî jî wana jî agir berdinê bişewitînin, ku nava weda bêolîtî t'unebe.

[15] Heger yek serê xwe h'eywênr'a dayne, e'se ew gerekê bê kuştinê, h'eywan jî gever kî.

[16] Heger jinek xwe bide li ber h'eywanekî ku ew li wê k'eve, jinê jî h'eywan jî bikujî, e'se ewana gerekê bêne kuştinê, xûna wan li serê wan be.

[17] Heger yek xûşka xwe bistîne, awa gotî qîza bavê xwe, yan jî qîza dîya xwe, ewî ku şerma wê dîtîye, ewê jî şerma wî, ev yek k'irêtî ye, evana ji ber ç'e'vê cime'ta xwe gerekê bêne undakirinê. Ewî ku şerma xûşka xwe vekir, gerekê ew gunê xwe bik'işîne.

[18] Heger yek dema nexweşîya k'ulfetê serê xwe wêr'a dayne, şerma wê veke, ew wê li ser kirasa vedike, jin jî xwe li ser kirasa vedike, ev her du jî gerekê ji nava cime'ta xwe bêne undakirinê.

[19] Şerma xatîya xwe, yan şerma met'a xwe venekî, k'ê vê yekê bike ew neferê xwe te'zî dike, gunê xwe ew gerekê bik'işînin.

[20] Heger yek serê xwe jinapa xwer'a dayne, ewî şerma apê xwe vekir, ew gerekê gunê xwe bik'işînin û wê bêzur'et bimirin.

[21] Heger yek jina birê xwe bistîne, eva k'irêtî ye, ew şerma birê xwe vedike, ewê bêzur'et bin.

[22] H'emû qeyde-qanûn û qirarêd min xwey kin û wan biqedînin, wekî ew e'rdê ku ez we dibim ku ser bijîn me'dê xwe li we lihev nexe.

[23] Û pey qeyde-qanûnêd wan mileta neçin, k'îjana ezê ber'dimê wan ji we r'aqetînim, çimkî vana ev h'emû tişt kirin û ez ji wan zivêr bûm.

[24] Û min wer'a got: «Hûnê li welatê wan war bin, ezê wî çawa milk' bidime we, welatekî ku şîr û hingiv jê dik'işe». Ez Xudan Xwedêyê we me ku min hûn ji h'emû mileta başqe kirin.

[25] Awa firqîyê bikine nava h'eywanêd h'elal û ne h'elal û nava teyredêd ne h'elal û h'elal û xwe pê h'eywên yan teyreda, yan jî pê wan h'emû şûlikîyêd e'rdê neh'er'imînin, k'îjan ku min bona we çawa ne paqij başqe kirin.

[26] Hûn bona min pîroz bin, çimkî ez Xudan pîroz im, min hûn ji nava mileta başqe kirin, ku hûn p'ara min bin.

[27] Mêr yan jin, heger gazî r'uh'a ke yan micêwirtîya cin bike, e'se gerekê bêne kuştinê, wan bidine ber kevira, xûna wan li serê wan be›».

Q. K'anîntîyê — Chapters