Skip to content
Opens in a new window

[1] Heger qurbana yekî dîyarîya heleqetîyê ye û ew dewara nêr be yan mê be, ew gerekê h'eywana bê qusûr Xudanr'a bide.

[2] Bira ew destê xwe dayne li ser serê qurbana xwe û wê li ber derê Konê Civînê serjêke, kur'êd Harûnne k'ahîn xûnê bir'eşînine li ser her alîyêd gorîgehê.

[3] Û ji dîyarîya heleqetîyê, çawa dîyarîya şewatê Xudanr'a van tişta bide: Bezê serzik, h'emû bezê navdil,

[4] her du gur'ç'ika bezê ser û k'êlekava, betanê cegerê gur'ç'ikava t'evayî derxe.

[5] Kur'êd Harûn vana li ser gorîgehê t'evî dîyarîya t'evayîşewatêye li ser qirşêd li ser êgir bişewitînin. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

[6] Lê heger ew ji kerê pêz qurbana dîyarîya heleqetîyê Xudanr'a bide, ew nêr yan mê be, gerekê bêqusûr be.

[7] Heger ew berxekê xwer'a bike qurban, bira ew li ber Xudan bide.

[8] Bira ew destê xwe dayne li ser serê qurbana xwe û wê li ber Konê Civînê serjêke û kur'êd Harûn xûnê li ser her alîyêd gorîgehê bir'eşînin.

[9] Û ji dîyarîya heleqetîyê çawa dîyarîya şewatê Xudanr'a van tişta bide: Bezê wê, dawa wê pêva qarç'ikêda bir'î, bezê serzik û h'emû bezê navdil,

[10] her du gur'ç'ika bezê ser û k'êlekava, betanê cegerê gur'ç'ikava t'evayî derxe.

[11] Û k'ahîn vana li ser gorîgehê bişewitîne, çawa dîyarîya xurê şewatêye bona Xudan.

[12] Lê heger qurbana wî bizin e, bira bîne li ber Xudan,

[13] destê xwe dayne li ser serê wê û li ber Konê Civînê wê serjêke. Kur'êd Harûn xûnê li ser her alîyêd gorîgehê bir'eşînin.

[14] Û ew ji wê qurbana xweye dîyarîya şewatê Xudanr'a van tişta bide: Bezê serzik, h'emû bezê navdil,

[15] her du gur'ç'ika bezê ser û k'êlekava, betanê cegerê gur'ç'ikava t'evayî derxe.

[16] K'ahîn vana li ser gorîgehê bişewitîne, eva bibe dîyarîya xurê şewatêye bînxweş. H'emû bez p'ara Xudan e.

[17] Eva nava nisilêd weda, cî-warêd weda bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê, ku t'u car ne bez bixwin, ne jî xûn꛻.

Q. K'anîntîyê — Chapters