Skip to content
Opens in a new window

[1] Heger yek dîyarîya nanî Xudanr'a bide, dîyarîya wî bira ji arê xas be, r'ûn serda ke û bixûrê dayne ser.

[2] Wê bînin cem kur'êd Harûnne k'ahîn, bira k'ahîn ji wê k'ulmek t'ijî ar t'evî wî r'ûnî û h'emû bixûrê hilde û bona bîranînê li ser gorîgehê bişewitîne, çawa dîyarîya t'evayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

[3] Lê p'ara dîyarîya nanîye mayî, bira Harûn û kur'êd wîr'a bimîne. Eva p'ara ji dîyarîyêd şewatêye Xudanr'a dayîye here pîroz e.

[4] Heger nanê tendûrêda lêxistî dîyarîya nanî bidî, ew gerekê ji arê xas r'ûnda stirayî bok'onêd bê hevîrtir'şk bin, yan jî gerekê loşêd bê hevîrtir'şk r'ûnkirî bin.

[5] Lê heger dîyarîya te ji nanê li ser sêlê lêxistî ye, ew gerekê ji arê xas r'ûnda stirayî û bê hevîrtir'şk be.

[6] Wî ker-kerî kî, r'ûn serda kî. Eva dîyarîya nanî ye.

[7] Heger dîyarîya teye nanî t'awêda pijandî be, bira ew ji arê xas r'ûnda stirayî be.

[8] Ji van tişta dîyarîya nanî Xudanr'a bibî, li ber k'ahîn daynî û ew nêzîkî gorîgehê ke.

[9] K'ahîn bira p'arekê bona bîranînê ji dîyarîya nanî hilde û li ser gorîgehê bişewitîne, eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

[10] Lê p'ara dîyarîya nanîye mayî, bira Harûn û kur'êd wîr'a bimîne. Eva p'ara ji dîyarîyêd şewatêye Xudanr'a dayîye here pîroz e.

[11] T'u car nava dîyarîya nanîye ku hûn Xudanr'a bidin, hevîrtir'şk t'unebe. Ne hevîrtir'şk, ne hingiv çawa dîyarîya şewatê bona Xudan nedin.

[12] Hevîrtir'şk û hingiv çawa dîyarîyêd berê pêşin Xudanr'a dikarin bînin, lê li ser gorîgehê gerekê neyê şewitandinê bona bînxweşîyê.

[13] H'emû dîyarîyêd xweye nanî xwê kî û xwêya peymana Xwedêyê xwe ji nava dîyarîyêd xwe kêm nekî, t'evî h'emû h'edîyêd xwe xwê jî bidî.

[14] Heger dîyarîya nanîye berêd deremeta pêşin Xudanr'a bidî, bona dîyarîya berê pêşin ji simbilêd şîne firikandîye li ser êgir qelandî bide.

[15] R'ûn serda kî û bixûrê bidî ser. Eva dîyarîya nanî ye.

[16] K'ahîn çawa dîyarîya şewatêye bona Xudan, wê p'areke ji dîyarîyê, awa gotî ji qeynokêd, r'ûn t'evî h'emû bixûrê çawa dîyarîya bîr anîn bişewitîne.

Q. K'anîntîyê — Chapters