[1] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û gote wan:
[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeberdin û bêjine wan: Vane ew h'emû h'eywanêd li ser e'rdê ji k'îjana hûn dikarin bixwin,
[3] her h'eywanê dusimî û simvekirî ku dik'ayên bixwin.
[4] Lê ji yêd dik'ayên yan yêd simvekirî, gerekê vana nexwin, deve, r'ast e dik'ayê, lê ne simvekirî ye, ew bona we ne h'elal be.
[5] Qotik r'ast e dik'ayê lê ne simvekirî ye, ew bona we ne h'elal be.
[6] K'êvrûşk r'ast e dik'ayê lê ne simvekirî ye, ew bona we ne h'elal be.
[7] Beraz r'ast e simqelişî û simvekirî ye, lê ku nak'ayê ew bona we ne h'elal be.
[8] Goştê wan nexwin, cendekêd wan nek'evin, ew bona we ne h'elal bin.
[9] Ji h'emû h'eywanêd nava avada, awa gotî h'emû h'eywanêd nava be'ra û ç'emada ku xweyîmil û xweyîpaç' in bixwin.
[10] Lê ew h'emûyêd ku be'ra û ç'emada ye bê mil û bê paç'e ji her h'eywanêd avada dişûlike ew bona we h'eram bin.
[11] Ewana bona we h'eram bin, goştê wan nexwin û ji cendekêd wan zivêr bin.
[12] H'emû h'eywanêd ku avêda ne bê mil û bê paç' bona we h'eram bin.
[13] Ji nava teyreda jî ji van zivêr bin û nexwin, ew h'eram in: Teyr, teyrê bazî, teyrê be'rê,
[14] qûş û bawîkê her cûr'êd wanva,
[15] her qar'qar' cûr'êd wanva,
[16] deveqûş, bûmê şevê, me'sîgir û qerqe her cûr'êd wanva,
[17] kundê korî biç'ûk, qazê me'sîya, kundê korî mezin,
[18] kundê korî sipî, pêlîkan, qirqê Misirê,
[19] leglegê, quling cûr'êd wanva, pûpû, baç'ermok.
[20] Her mêş-morêd xweyîp'er'e ku li ser çar niga diçin, bona we h'eram bin.
[21] Lê van h'emû mêş-morêd xweyî p'er'e ku li ser çar niga diçin bixwin, k'îjan ku fêza çokada hêt hene bona banzdana li ser e'rdê.
[22] Ji van hûn dikarin bixwin: Kulî her cûr'êd wanva, hespê gîhê her cûr'êd wanva, ç'ir'îk her cûr'êd wanva, sîyarê bûkê her cûr'êd wanva.
[23] Lê mêş-morêd xweyîp'er'e mayîne çarnigî, bona we h'eram bin.
[24] Pê wan hûnê bih'er'imin, her kesê ku li cendekêd wan k'eve, h'eta êvarê ne paqij be.
[25] Her kesê ku ji wan cendekekî hilde bira k'incê xwe bişo û h'eta êvarê ne paqij be.
[26] Her h'eywanêd simvekirî lê ne simqelişîne û nak'ayên ew bona we h'eram bin, her kesê ku li wan k'eve ne paqij be.
[27] Her h'eywanêd çarnigîye ku li ser lepê xwe diger'in ew bona we h'eram bin, her kesê ku li cendekêd wan k'eve, h'eta êvarê nepaqij be.
[28] Her kesê ku cendekêd wan hilde, bira k'incê xwe bişo û h'eta êvarê ne paqij be. Ew bona we h'eram in.
[29] Ev in ew h'eywanêd ku li ser e'rdê dişûlikin, k'îjanêd ku bona we h'eram bin: Mişkê kor, mişk, me'regîsk her cûr'êd wanva,
[30] me'regîskê lepikî, tîmsah, makeme'r, qûmqûmok, me'regîskê r'eng-r'engî.
[31] Ev in bona we h'eram, ji wan h'emû şûlikîya, her kesê ku cendekêd wane kuştî k'eve, h'eta êvarê ne paqij be.
[32] Kuştîkî ji wan li ser çi tiştîda ku bik'eve, heger tiştekî darîn be, yan k'inc be, yan ç'erm, yan t'êr', yan tiştekî ku bona şixul bik'ar tînin dih'er'imîne, wan bikine avê, h'eta êvarê ne paqij be, pey vê yekêr'a paqij be.
[33] Heger ji van r'e'wira yek bik'eve nava derdaneke axîn, çi tişt ku wêda be ew h'eram dibe û ewê derdanê bişkênin.
[34] Her tiştê xwarinêye ku ava ji vê derdanê bipeke wê, ewê bih'er'ime û usa jî her tiştêd vexwarinêye ku pê vê derdanê vexwin dih'er'ime.
[35] Her tiştêd ku beret'ê van r'e'wira lêk'evin wê bih'er'imin, heger tendûr be yan bexîr be gerekê bê hilşandinê, evana h'er'imîne û bona we evana ne paqij bin.
[36] T'enê kanî û h'ewzê avê paqij dimînin, lê yê ku cendekê wan k'eve ew dih'er'ime.
[37] Heger beret'ê wan bik'eve li ser t'oximekî çandinê, ew paqij e.
[38] Lê gava av k'etibe li ser t'oxim û berat'ekî ji wan r'e'wira serda bik'eve, ew bona we h'eram be.
[39] Lê heger h'eywanekî ku tê xwarinê h'işk be, ewê ku li cendekê wî k'eve, h'eta êvarê ne paqij be.
[40] Ewê ku ji wî cendekî bixwe, gerekê k'incêd xwe bişo û h'eta êvarê ne paqij be, usa jî ewê ku cendek hilde gerekê k'incêd xwe bişo, h'eta êvarê ne paqij be.
[41] Ji her şûlikîyê ku li ser e'rdê dişûlikin zivêr bin, wan gerekê nexwin.
[42] H'emû şûlikîyêd li ser e'rdêye ku dişûlikin, yêd li ser zik diçin, yan yêd ser çar niga, yan yêd pir'nig nexwin, çimkî ewe h'eram in.
[43] Hûn ji şûlikîyêd li ser e'rdê zivêr bin, pê wan xwe neh'er'imînin ku r'ûyê wanda hûn neh'er'imin.
[44] Çimkî ez Xudan Xwedêyê we me, awa nefsa xwe pîroz kin û pîroz bin, çimkî ezî pîroz im, nefsa xwe pê t'u şûlikîyê li ser e'rdê dilipite neh'er'imînin.
[45] Çimkî ez Xudan im, ku min hûn ji e'rdê Misirê hevraz anîn, ku ez bibime Xwedêyê we. Awa pîroz bin, çimkî ezî pîroz im.
[46] Ev e qanûna hindava h'eywên, teyreda, h'emû h'eywanêd avêda dih'ejin û h'emû h'eywanêd ku li ser e'rdê dişûlikin,
[47] wekî firqîyê bikine nava h'elal û neh'elal û nava h'eywanê ku tê xwarinê û h'eywanê ku nayê xwarinê».