Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[2] «Qanûna yê ji k'otîbûnê paqijbûyî ev e: Wê r'oja paqijbûyî gerekê wî bibine cem k'ahîn.

[3] K'ahîn ji zomê derk'eve û k'ahîn gava bibîne ku va ye yê k'otî ji k'otîbûna xwe qenc bûye,

[4] hingê k'ahîn bira e'mir ke, bona merivê ku gere bê paqijkirinê du teyredeyêd h'elal bi saxî, dara erzê, r'îsê sorê gevez û zoxa hûsopê bînin,

[5] k'ahîn e'mir ke ku teyredekî ser ava ji ç'e'vkanîyêye derdana axînda bê serjêkirinê.

[6] Paşê ew wê teyreda dudaye sax t'evî dara erzê, r'îsê sorê gevez û zoxa hûsopê hilde. Vana t'evî teyreda sax, xûna wê teyredêda ke, ya ku li ser ava ji ç'e'vkanîyêda hate serjêkirinê.

[7] H'eft cara bir'eşîne li ser yê ku gere ji k'otîbûnê bê paqijkirinê, wî paqij e'lam ke û teyreda sax ber'de çolê.

[8] Ew merivê ku paqij dibe bira k'incêd xwe bişo, pir'ç'a ser xwe hilde, avê li xwe ke û wê paqij be. Pey vê yekêr'a bik'eve zomê û h'eft r'oja nek'eve konê xwe.

[9] R'oja h'efta dîsa h'emû p'or'ê xwe kur' ke, p'or'ê serê xwe, r'ûdana xwe, birîyêd xwe, awa gotî h'emû pir'ç'a ser xwe hilde û k'incêd xwe bişo, avê xwe ke paqij be.

[10] Û r'oja h'eyşta du berxêd nêre bêqusûr, berxeke mêye yeksalîye bêqusûr û bona dîyarîya nanî ji dehe p'ara sê p'ar arê xas r'ûnda stirayî û logek jî r'ûn bira hilde,

[11] k'ahînê ku paqij dike, merivê paqij dibe dîyarîyava li ber Xudan ber derê Konê Civînê bide sekinandinê.

[12] Û k'ahîn berxekê hilde bona dîyarîya bervadayînê bide, wî r'ûnê derdanêda jî hilde, vana li ber Xudan çawa dîyarîya h'ejê bih'ejîne.

[13] Berxê jî li wî cîyî serjêke, k'îderê dîyarîya paqijbûnê û dîyarîya t'evayîşewatê têne serjêkirinê, di cîyê pîrozda, çimkî dîyarîya paqijbûnê mîna dîyarîya bervadayînê k'ahînr'a dik'eve. Eva ya here pîroz e.

[14] K'ahîn ji xûna dîyarîya bervadayînê hilde û gupika guhê wî merivîyî r'astê xe ku paqij dibe, usa jî t'ilîya mezine destê wîyî r'astê û pêç'îya mezine nigê wîyî r'astê.

[15] Û k'ahîn ji wî r'ûnê derdanêda hilde bike li ser k'efa destê xweyî ç'epê.

[16] Û k'ahîn t'ilîya xweye r'astê, wî r'ûnê destê xweyî ç'epêda ke û pê t'ilîya xwe ewî r'ûnî h'eft cara li ber Xudan bir'eşîne.

[17] K'ahîn ji wî r'ûnê destê wîda mayî, gupika guhê wî merivîyî r'astê xe ku paqij dibe, usa jî t'ilîya mezine destê wîyî r'astê û pêç'îya mezine nigê wîyî r'astê, li ser xûna dîyarîya bervadayînê xe.

[18] Paşê k'ahîn wî r'ûnê destê wîda mayî bike ser serê merivê ku paqij dibe û bona wî li ber Xudan k'ewandinê bike.

[19] K'ahîn dîyarîya paqijbûnê bide û bona merivê ji nepaqijîya xwe ku paqij dibe k'ewandinê bike, paşê dîyarîya t'evayîşewatê serjêke.

[20] Hingê k'ahîn dîyarîya t'evayîşewatê û dîyarîya nanî dayne li ser gorîgehê. K'ahîn bona wî k'ewandinê bike û ewê bibe paqij.

[21] Lê heger ew k'esîb e, destê wîda t'une haqas tişt bide, hingê bira ew bona gunek'ewandina xwe berxekê çawa dîyarîya bervadayînê bide ku bê h'ejandinê. Usa jî bona dîyarîya nanî ji dehe p'ara p'arek arê xasî r'ûnda stirayî û logek r'ûn,

[22] du fatimoka, yan jî du cûcûkêd kewa, ji van k'îjan ku dik'evine dêst, yek ji van bona dîyarîya bervadayînê be, yek jî bona dîyarîya t'evayîşewatê.

[23] Û r'oja h'eyşta ew bona paqijbûna xwe vana bîne cem k'ahîn, li ber derê Konê Civînê ber Xudan.

[24] Û k'ahîn berxa dîyarîya bervadayînê û wê derdana r'ûn hilde, vana li ber Xudan çawa dîyarîya h'ejandinê bih'ejîne.

[25] Paşê k'ahîn berxa dîyarîya bervadayînê serjêke û ji xûna berxa dîyarîya bervadayînê hilde gupika guhê wî merivîyî r'astê xe ku paqij dibe, usa jî t'ilîya mezine destê wîyî r'astê û pêç'îya mezine nigê wîyî r'astê.

[26] K'ahîn ji wî r'ûnî bike k'efa destê xweyî ç'epê

[27] û pê t'ilîya xweye r'astê k'ahîn ji wî r'ûnê destê xweyî ç'epêda ke, h'eft cara li ber Xudan bir'eşîne.

[28] Û k'ahîn ji wî r'ûnê destê xweda gupika guhê wî merivîyî r'astê xe ku paqij dibe, usa jî t'ilîya mezine destê wîyî r'astê û pêç'îya mezine nigê wîyî r'astê, li ser xûna dîyarîya bervadayînê xe.

[29] Lê ew r'ûnê destê k'ahînda mayî bira ew li ber Xudan bike li ser serê merivê ku paqij dibe û bona wî k'ewandinê bike.

[30] Û ji fatimoka yan cûcûkêd kewa yekî, k'îjan ku bik'eve dêst,

[31] k'îjan ku k'ete dêst, yekê bona dîyarîya paqijbûnê yekê jî bona dîyarîya t'evayîşewatê t'evî dîyarîya nanî bide. Û k'ahîn bona merivê paqij dibe k'ewandinê bike li ber Xudan».

[32] Ev e qanûna bona nexweşêd p'izika k'otî û bona paqijbûna ewêd ku destê wanda t'une.

[33] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:

[34] «Gava hûn bik'evine wî welatê Kenanê, k'îjanî ku ez çawa milk' didime we û ez pê k'efikîyê belayê bînime serê mala welatê milk'ê weda,

[35] hingê xweyê malê gerekê her'e guhê k'ahîn pêxe û bêjê: ‹Mala xweda ez çawa bêjî k'efikîyê k'ifş dikim›.

[36] K'ahîn e'mir ke ku malê vala kin, hê berî ku ew bik'eve malê ku k'efikîyê bibîne, wekî her tiştêd malda tiştek nepaqij h'esab nebe. Pey vê yekêr'a k'ahîn bik'evê dîna xwe bide malê.

[37] Heger ew dîna xwe bide k'efikê û bibîne, wekî k'efikê r'engê k'esk yan sorda xwe avîtîye dîwarêd malê k'ûrda çûne û ew ji r'ûyê dîwêr k'ûr k'ifş dikin,

[38] hingê k'ahîn ji malê derk'eve li ber derê malê û h'eft r'oja malê k'ilît ke.

[39] R'oja h'efta k'ahîn dîsa bê dîna xwe bidê, heger k'efik li dîwarêd wê malê bela bûye,

[40] hingê k'ahîn e'mir ke, ku wan kevirêd k'efikê xwe avîtîyê derxin û bavêjine ji bajêr der cîkî ne paqij.

[41] Malê hindur'va her çar alîya bide t'er'işandinê û xwelîya t'er'işandî jî bir'êjine ji bajêr der cîkî ne paqij.

[42] Paşê kevirne din hildin daynine dewsa wan kevira û xwelîke din hildin dîwêr sîwax kin.

[43] Lê heger pey kevirderxistinêr'a, malt'er'işandin û sîwaxkirinêr'a k'efik dîsa xwe bavêje malê k'ifş be,

[44] hingê k'ahîn bira bê dîna xwe bidê, heger k'efik li malê bela bûye, eva îdî k'efika ji hevhildanê ye malda, ew ne paqij e.

[45] Gerekê ew mal bê xirabkirinê, kevirêd wê, darêd wê û h'emû xwelîya wê ji bajêr der bê derxistin û avîtinê cîkî ne paqij.

[46] Û k'îjan jî wan r'ojêd ew mal k'ilîtkirî bik'eve wê malê, h'eta êvarê ne paqij be.

[47] Û k'îjan wê malêda r'adizê gerekê k'incêd xwe bişo, usa jî yê wê malêda nan dixwe gerekê k'incêd xwe bişo.

[48] Lê gava k'ahîn bê dîna xwe bidê wekî pey malsîwaxkirinêr'a k'efik li malê bela nebûye, hingê k'ahîn wê malê paqij e'lam ke, çimkî k'efik derbaz bûye.

[49] Û bona paqijbûna wê malê, k'ahîn du teyreda, dara erzê, r'îsê sorê gevez û zoxa hûsopê hilde,

[50] teyredekî ser ava ji ç'e'vkanîyêye derdana axînda serjêke.

[51] Dara erzê, zoxa hûsopê û r'îsê sorê gevez t'evî teyreda sax hilde, vana xûna wê teyreda serjêkirî û ava ç'e'vkanîyêda ke û h'eft cara li malê bir'eşîne.

[52] Malê pê xûna teyreda serjêkirî, pê wê ava ç'e'vkanîyê û pê teyreda sax, t'evî dara erzê, zoxa hûsopê û r'îsê sorê gevez paqij ke.

[53] Lê teyreda sax ji bajêr der deştêda ber'de, bona wê malê k'ewandinê bike û wê paqij be».

[54] Ev e qanûna her p'izika k'otî û gewrêkê,

[55] yan k'efikîya li ser k'inca yan li malê,

[56] usa jî ya gilê, gir' û r'îşîya.

[57] Ev e hînkirina bona qanûna ji k'otîbûn û k'efikîyê paqijbûnê yan ne paqijbûnê.

Q. K'anîntîyê — Chapters